Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

24 saet berxwedan!

Hefteya borî salvegera 41’an a 12’ê Îlonê berxwedana zindanan a ji bo azadiya gelê kurd û têkoşîna serketinê ya ji bo gihandina azadiyê ya gelekê me li pey xwe hişt.

Dema mirov li rastî û dîroka 12’ê Îlonê berxwedana zindanan binêre, em ê bibînin ku rastiya Tevgera Azadiya Kurd bû sedemê PKK’ê bigihîne vê astê. Mirov dikare bêje ku di demê mêtinger-qirkeran PKK û taybet jî gelê kurd xistibûn bin erdê, em dibînin kadroyên pêşeng ên PKK’ê hem PKK û hem jî gelê kurd ê hay ji xwe nebû, ji nû ve xuliqand.

Bi pêşengiya pêşengê Tevgera Azadî di serî de Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Çaran dîsa bi sedan kadroyên din, em dibînin berxwedana ewilê ya PKK’ê li dijî mêtingeriyê di nava her şert û mercan de li ber xwe da û bingeha roja îro danî.

Mazlûm Dogan bi çiraya pêxistî Newroz nû kir, Berxwdêrên Rojiya Mirinê ya Mezin, nefsa têkoşîn û dayîna berdêlê û dîsa bûyera Çaran jî ji nû ve xwe afirandin ango PKK afirand. PKK bi agir germ kir, bi nefs û têkoşînê jî kir pola.

Girtiya di nava zindanê de tim ji bo yên derve bûn hêvî û rêya têkoşînê biryardariya girêdana bi partiyê re ava kirin. Di hucreyên sar û teng de, bi terzê xwe yê berxwedêr û henasyeya xwe hucre derbas kirin û gihandin derve.

Di her kêliyê de bûn eniyeke têkoşînê, bûn qadeke bîrdozî û îdeolojîk. Xwe perwerde kir, xwe kûr kir û xwe ji nû ve xuliqand.

Çiqas êrîş, zext û îşkence bi sîstematîk hat kirin, ewqasî jî berxwedan bi israra di serketinê de kilîd bû û ewqas jî hêvî da yên derve. Bû îlhamek ji bo têkoşîn xurtir bimeşe. Tevî qadek teng a dijmin qaşo kontrol kirî û weke hêlîna îslahkirinê binav kirin jî lê berxwedêran bi israra azadî û dîsa kilîdbûna serkeftinê û terzê tevger û xweperwerdekirinê tim ew yek vala derxist. Ev jî tim dijmin har û dîn kir. Ne faşîstek weke Esat Oktay û Kenan Evren ên remzek qirêj ên Cûntaya 12’ê Îlonê ne jî nekarîn vê yekê bi encam bikin.

Di van şertên herî giran de berxwedêran ne demek, pêvajo û qonaxekê ji 12’ê Îlonê heta vê kêliyê jî 24 saet di nava têkoşînekê de ne. Li aliyekê li ber zilêmê û îşkenceya sîstematîk, li aliyê din xwe bi perwerde dike, ava dike û ji bo gihandina serkeftinê hemû rêbazên sîstematîk ên çalakiyan li nava hucre, korîdor, eywanên dadgehkirina ne adil, li ber îşkence û îfadeyê xwe parastine.

Eger em bên roja îro jî, bi heman rengî berxwedan û têkoşîn tê kirin. Girtiyên ku 24 saetan tên şopandin û sîstematîk tên îzolekirin, terkî mirinê tênkirin. Bi sedan girtî li ber mirinê ne, tenê ji ber raderbirîna xwe ya azad tên mehkûmkirin û di hucreyan de terkî rizînê kirine. Lê dîsa jî girtî ji ya xwe nayên xwe û li ber xwe didin.

Berxwedana girtiyan a di her qonaxê de mohra xwe li pêngavên demê dane. Çawa ku 12’ê Îlonê, 14’ê Tîrmehê, Çalakiya Çaran û bi sedan rêbazên din ên çalakiyê, niha jî bi heman rengî çalakî dom dikin. Dema mijar dibe Rêber Apo, girtî berî her kesî dikevin tevgerê û erka xwe hildigirin, bi rola xwe radibin. Di dîroka nêzîk de ji bo hevdîtin û agahiyek ji Rêber Apo bê girtin, piştî qûtbûna hevdîtinan a 2011’ê vir ve, bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kir û li girtîgehan veguherî rojiya mirinê, dewlet neçar kir ku piştî 8 salan 2’ê Gulana 2019’an hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Di vê pêvajoya çalakiyê de  8 ciwanên kurd li zindan û derve xwe feda kirin. Dîsa di çarçoveya pêngava ‘Ji tecrîd, faşîzm û dagikeriyê re na; dem dem azadiyê ye’ ku KCK’ê 12’ê Îlona 2020’ê dabû destpêkirin, girtiyan bi erka xwe rabûn û 27’ê Mijdara 2020’ê ketin grevê û herî dawî di roja 290’î de li ser banga Komîteya Zindana a PKK û PJAK’ê dawî li çalakiya xwe anî.

Berxwedan di nava berxwedanê de girtî dikin. Vîneke ji pola, ruheke fedayî yê avakar heye. Şert û merc çi dibe bila bibe, mîna fuzekyeke di hedefa xwe de kilîd bûyî, diçe hedef. Ji bo wê di mijara zindaniyan de, dewleta tirk a faşîst-mêtinger çi dike bila bike, li ber zindanan winda kiriye.

Zindanî ku bedena wan di hucreyan de terkî mirinê û rizînê kiriye lê bi helwest û ramanên xwe tim hemû pêvajoyan bi çalakiyan ji bo jin, ciwan, gel û tevgera azadiyê bûye îlham. Fîzîkî li nava çar dîwaran lê bi ruh û fikir tim azad in.

Ji bo wê mirov dikare weke bêdeng girtî, bi fîzîk û ruh ên herî azad in pênase bike.

Di roja îro de mirov dikare sê eniyên şer û têkoşînê yê gelê kurd nîşan bide. Her eniyek bi xwe qadeke mezin a fireh û bandorker e. Yek zindan, du gerîla û sê jî serhildan-raperînên civakî. Her qadek li gorî derfet û şertên heyî dikare aliyên din bandor bike û bixe tevgerê. Lê mixabin, heta roja îro pir qonaxan me kariye her sê eniyan hemwext bixin tevgerê. Jixwe kengê ketiye tevgerê, em dibînin dijmin ketiye tengavê û nekariye nefes hilde.

Car zindanî dikevin nava çalakiyan, gel rawestiya ye. Car gerîla li di nava çalakiyên xurt de ne, gel bêdeng e. Hemwext gel amade ye, qadên din amade nîne. Lê di vir de herî zêde rol a civakê ye. Civak zêdetir derfetê ketina tevgerê heye.

Zindan û gerîla ji ber şert û mercên heyî, dibe derfetê çalakiyan nebe, lê dîsa jî bi rêbaz û derfetên heyî nasekine. Lê herî zêde xwedî derfet û qada fireh civak e. Taybet jin, ciwan û dîsa qadên rewşenbîr û siyasetmedar dikarin civakê têxin tevgerê.

Serhildana civakî kengê rabû, tiştek xwe li ber nagire. Jixwe zindan û gerîla tim 24 saetan li gorî şert û mercên heyî di nava tevgerê de ne. Herî zêde civak dikare, barê wan û bi çalakiyên xwe qadên çalakiyê ji bo wan fireh bike û bandor çalakiyên xurt bike.

Di roja îro de jî eger em bikarin raperîneke civakî ya xurt û kûr bikin, em ê bikarin barê gerîla jî, zindaniyan jî sivik bikin. Civak rabe, ji xwe tim gerîla û zindan amade ne. Lê em dibînin, me piranî kar li ser milên wan hiştiye. Lê em jî qadeke ya têkoşînê ne. Ji bo wê herî zêde derfetên me yên berxwedanê yên cihêreng hene.

Gihandina serkeftinê tenê bi aliyê eniyekê hiştin, wê nerast be; gerîla û zindan ji gel ne cuda ye. Gel jî ji gerîla û zindanê ne cuda ye. Dema di çarçoveya giştî de lê binêrî temamkerê heman wêneyê ne. Ne tenê bi gerîla û ne jî tenê bi gel û zindanê dibe. Bi hev re hevdu temam dikin. Tevî ku ev rastî bi dehan car hatiye gotin û di kiryar de jî diyarkerbûye, lê pir carî em xwe weke eniyeke cuda dibînin.

Îro berxwedan li Zap, Metîn û Avaşînê tê kirin. Eger em bi çalakiyên xwe yên bajaran, bi xwerêxistinkirina jin û ciwanan ji bo wan nebin pal û pişt, serkeftin fê dereng pêk were. Eger em civak biqasî pêwîst bibin alîkar û bi erka xwe rabin, wê tovê xiyanetê nema li vî welatî şîn bibe. Eger em baş di nava civakê de xwe rêxistin bikin, dê dîrok û hafizeya (bîra) gelê kurd ên mîna Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukru Serhed li nava bajarek kurdan Silêmanî bi destê MÎT’ê şehîd nebûya. Wê ciwanên kurd li kolan û bajaran bi destê sîxûran neyê xistin û bikaranîn.

Ji bo wê erkekî zêdetir dikeve ser milê jin,ciwan û giştî hemû beşên civakê. Çerxa civakê mezintir, baştir dihêre, li xwe zêde dike. Em bi vê rabin, teqez wê girtî jî azad bibin, gerîla jî wê dagirkeran ji xaka Kurdistanê biqewitîne û wê xiyanet li vî warî mehkûm bibe.

Nûçeyên Têkildar