Selahattîn Erdem |
Hat ragihandin ku ji koma nivîskaran a rêzeromana dîrokî ya bi navê ‘Vejîna li welatê rojê’ Îrfan Guler (Adil Ûrfa) û M. Saît Uçlu (Ferat Pîr) li Rojava ji ber nexweşiyê şehîd bûne. Ji bo agahî û belgeyên nû kom bikin çûbûn Rojava. Karê xwe jî bi giranî temam kiribûn.
Bêguman mîna her kesên ku ew nas dikirin, bi bihîstina vê agahiyê dilê me jî êşiya. Bi gotina Rêber Apo, mîna ava kelanî bi serê me ve hate rijandin. Bêguman ya ku dikeve ber dilê me û êşa me sivik dike, pirtûkên wan ên hêja ye.
Ji ber ku ruh, hest û nêrînên xwe li pirtûkên navborî neqişandibûn û ji bo em bixwînin, hîn bibin ji me re hiştin. Beriya her tiştî van herdu şoreşgeran, van herdu şervanên azadiyê yên mezin, herdu Apoyiyên xurt, herdu wêjevanên rasteqîn ên şoreşgerî bi rêz û hezkirin bi bîr tînin û êşa hezkiriyên wan parve dikin. Em dibêjin ku di şerê azadiyê û karên wêjeya şoreşgerî de em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.
Weke ku tê zanîn koma Apoyî ya bi pêşengiya Rêber Apo piştî sala 1976’an li nava bakurê Kurdistanê belav bû, bi sedan şoreşgerên ciwan tev li nava refan bûn û tevger zû mezin bû, bû partî.
Îrfan û Saît du ciwanên şoreşger bûn ku wê demê Tevgera Apoyî nas kirin û bêteredût tev li bûn. Herdu jî ji Rihayê bûn, yanî ji bajarê ku Rêber Apo lê ji dayik bû û mezin bû. Di navbera salên 1976-80’î de bi rengekî çalak tev li karê şoreşgerî bûn. Îrfan Guler yek ji milîtanên çalak ên berxwedanên Hîlwan û Sêweregê bû. Li Sêweregê ku lê ji dayik bûbû, agir berda koka mêtingeran û nokerên wan.
Piştre jî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î, jiyana giran a li zindanê û berxwedana dîrokî hat. Îrfan û Saît ji aliyê rejîma cûnta ve hatin girtin û bîst salan li zindanên dewleta tirk a faşîst-qirker li hemberî her cûre îşkenceyê li ber xwe dan. Bûn ew şoreşger ku di bin fermandariya Mazlûm Dogan, M. Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr meşiyan û şer kirin. Cihê xwe di nava şervanên leheng ên berxwedana dîrokî ya li zindanan de girtin ku rejîma leşkerî ya faşîst-leşkerî têk birin.
Di destpêka salên 2000’î de piştî ku ji zindanê derketin demeke kurt li qada legal karên şoreşgerî kirin. Îrfan bû yek ji afirînerên sîstema perwerdeya akademîk. Saît jî di nava tevgera kedê de xwedî kedeke mezin bû. Piştî ku zextên faşîst-qirker ên rêveberiya AKP’ê zêde bûn, berê xwe dan çiyayên azad û xwe gihandin gerîlayên azadiyê. Sala 2014’an li Dibistana Zagrosê bûn şagirt û perwerdeya partiyê wergirtin. Saît li ser dewreya xwe ya perwerdeyê nivîsî û Dibistana Zagrosê bi raya giştî da naskirin.
Fikrê nivîsandina romana vejîna gelê kurd piştî vê perwerdeyê derkete holê û serpêhatiye dîrokî bi vî rengî dest pê kir. Piştî hin civînên li Dibistana Wêjeyê ya Şîlan Baqî û nîqaşên hatin kirin, di çarçoveya planekê de tevgeriyan. Rahiştin cîhaza qeydkirinê, makîneya wêneyan û kamera, berê xwe dan bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li qadeke berfireh geriyan, agahî û belge kom kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ku ve çû be, bi kê re axivî be, li ku ma be, ji bo azadiya kurdan çi kar li ku kiribe; ji bo van agahiyan kom bikin bi mehan bi tena serê xwe xebitîn. Di encamê de jî agahî û belgeyên ku têra dibistana wêjeyê bike kom kirin û arşîveke gelekî hêja ava kirin.
Heman tişt li çiyê û Rojava jî kirin. Di vê demê de her wiha dest bi nivîsandina romanê jî kirin. Saît pirtûkên yekemîn û şeşemîn ên rêze romana navborî bi şeş bergan amade kir. Îrfan jî sê bergên rêze romanê nivîsand.
Lewma bûn du nivîskarên herî hilberîner û zû dixebitin ên Koma Romanê. Di vê navberê de li ser berxwedana lehengî ya gerîla û gelê kurd agahî kom dikirin û ji bo nivîsandina pirtûkên nû kar dikirin. Ji ber ku veguherîbûn hêz û danheviyeke mezin a agahiyan. Ji bo wan êdî rawestan tune bû.
Heta niha pênc pirtûkên destpêkê yên rêzeromana dîrokî ya bi navê ‘Vejîna Li Welatê Rojê’ bi 13 bergan hate weşandin û gihîşte ber destê xwendevanan. Pirtûkên şeşemîn û heftemîn ên hatine plankirin, li ber qedandinê ne û wê di demeke nêz de bigihêje ber destê xwendevanan.
Her kes zane û tîne ziman ku pirtûkên hatine weşandin gelekî balê dikişînin. Di vir de ev yek dikare bê gotin; Rêzeromana dîrokî ya ‘Vejîna Li Welatê Rojê’ weke amûra bingehîn a şoreşa zîhniyetê ya li civaka kurd bi rola sereke rabûye û bûye yek ji berhemên bingehîn. Her kes wê vê rastiya dîrokî bi rengekî şênber bibînin.
Dema ku bi kelecaneke mezin li benda dîtina vê pêşketina dîrokî bûn, dema hewl didan berhemên nû biafirîne, şoreşgerên 45 salî Îrfan û Saît êşeke giran li pey xwe hiştin û şehîd bûn. Erk û wezîfeya afirandina pêşketinên navborî ji hevrêyên xwe re hiştin. Bûn nivîskarên şehîd ên Vejîna Li Welatê Rojê ku ji aliyê Rêber Apo û şehîdan ve hat pêkanîn. Ji bo azadiyê diyalektîka berxwedanê wiha bû û ya ku li wan dihat jî ev bû.
Li Kurdistanê ku jê re ‘Welatê Rojê’ tê gotin, bêguman vejîneke dîrokî pêk hatiye. Civaka kurd ku jê re dihate gotin ‘miriye’ û hêvî jê hatibû birîn, bi pêşengiya Rêber Apo berxwedaneke wiha dîrokî ya azadiyê pêk anî û vejiya. Di vir de pêşengiya Rêber Apo, fedakarî û wêrekiya ciwan û gelê kurd, dilsoziya azadiyê ya jinên kurd û berxwedêriya wan, lehengiya gerîlayên kurd diyarker e. Ev pêşketina dîrokî ku ji fikrê heta polîtîkayê, ji rêxistinê heta çalakiyê bi rengekî hevgirtî pêk hat, îro jî veguheriye hêviya rizgariya bindestan û li tevahiya cîhanê belav bûye.
Di vê pêşketina watedar a dîrokê de gelek xusûsan roleke girîng lîstibin jî rola diyarker bêguman a Rêber Apo û şehîdên leheng e. Yên ku kurd ji nû ve vejand ev hêz bûn. Yên ku Kurdistan ji paşverûtiyê rizgar kirin û kirin qada berxwedan û azadiyê ev hêz bûn. Destana vejîna dîrokî li ser xeta lehengiyê ji aliyê van hêzan ve hate nivîsandin. Hêviya azadiyê ya mezin a dîrokê ji aliyê van hêzan ve hate şînkirin.
Diyar e, rastiya ku vejîn li welatê rojê pêk aniye, rastiya Rêber Apo û şehîdan e. Rastiya hebûnê û jiyana azad a kurdan ev e. Îrfan Guler û M. Saît Uçlu tevî hevalên xwe yên din, karê nivîsandina rastiya Rêber Apo û şehîdan dan ser milê xwe û ev yek jî bi rengekî serketî bi cih anîn. Bi şehadeta xwe jî xwe kirin parçeyek ji vejîna dîrokî û vê rastiyê.
Karên Rêber Apo û şehîdan ji aliyê şoreşgerên li ser xeta şehadetê ve hatine nivîsandin. Li ser şopa Hakî û Halîlan, Mazlûm, Kemal û Hayriyan, Egîd, Bêrîtan û Zîlanan, Viyan, Nûda, Sara û Delalan meşiyan.
Jixwe wekî din nedibû. Karên meşa Rêbertî û Şehîdan a dîrokî tenê ji aliyê yên li ser şopa wan dimeşin ve dikarîbû bihata nivîsandin. Encam jî bi vî rengî bû. Îrfan Guler û M. Saît Uçlu bûn neferên bênav ên artêşa şehîdan ku li ser xeta lehengiyê meşiyan.
Em careke din wan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û dibêjin ku em ê armanca wan bi ser bixînin û bi vî rengî xwedî li bîranîna wan derkevin!
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka