Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Başûr ji bo çalakvanên parçeyên din ên Kurdistanê bûye çalek tirsanek’

Çavdêrên Siyasî û Mamostayên Helebceyê şehîdkirina Şukrî Serhed ji bo baweriya di navbera welatiyên başûrê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê de windahiyek mezin dibînin û got ku ji bo çalakvanên parçeyên din ên Kurdistanê Başûr bûye çaleke tirsnak

Çavdêrên Siyasî û Mamostayên Helebce têkildarî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ku di 17’ê Îlonê de li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê endamên MÎT’a dewleta tirk a dagirker ve hat şehidxistin, ji Ajansa Rojnewsê re axivîn.

Mamosta Mihemed Heme Reza diyar kir ku mixabin di vê deme de bûyerek bi vî rengî metirsîdar e û wiha got: “Ji Zaxo heta Xaneqînê dibin parçeyek metirsîdar. Eger xelk li pêşiyê negirin, wê karasatên gelek mezin rû bidin û dibe ku bi yek carî dengê azad bixeniqîne.”

‘Şehîdkirina Heval Şukrî zengek metirsîdare’

Mamosta Mihemed Heme Reza da zanîn ku bûyerên li Silêmaniyê diqewimin, peywendî bi têkiliyên partiyek başûrê Kurdistanê ya li gel dewleta tirk a dagirker ve heye û ev tişt anî ziman: “Di dîrokê de weke zîncîrekê berdewam dikin. Lewma destê dagirkerên Kurdistanê di şehîdkirina Yasîn Bulut de heye. Dagirkeran qet dest ji lêdan û tunekirina gelê kurd bernedaye. Li her ku derê be kurdan malwêran dike. Berevajî kurd bi xwekuştin û aloziyên navxweyî ve mijûl in. Ev yek jî zemînê ji bo wan çêdike ku berdewam hestên xwe li vê qadê bi tewilînin.”

Reza bal kişand li ser erîşên li ser têkoşerên kurd û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha qetilkirina her têkoşerek li ser kîjan hêz û aliyekê be, derbek mezin e li Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurd. Şehîdkirina Heval Şukrî zengek metirsîdar e. Eger helwesta me nebe, wê destê wan bigihe hemû malên Kurdistanê.”

Bêhelwestiya hikûmeta başûrê Kurdistanê

Çavdêrê Siyasî Hadî Hemereşîd jî diyar kir ku ji bo çalakvanên parçeyên din ên Kurdistanê başûrê Kurdistanê bûye çalek tirsanek û wiha axivî: “Sûcên hêzên herêmî yên nava Kurdistanê û lawazbûna îradeya hikûmeta Iraqê, alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo  welatên herêmî, wiha kiriye ku  welatên derve û herêmî di nava Herêma Kurdistanê û Iraqê de sûc bikin û welatiyên parçeyên din ên Kurdistanê şehîd bixin.”

Hemereşîd bal kişand ser bêhelwestiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ya di dijî êrîş û bombebaranan û ev tişt anî ziman: “Daxuyaniyên hikûmet û partiyên başûrê Kurdistanê didin, ne tişteke û çavê xwe jêre girtine. Tiştên bi navê sazî û dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, yek ji neserbixwe ne û girêdayî 2 partiyên diyar ên Kurdistanê ne. Ew jî li ser bi hêzên derve ne. Heval Şukrî ji bo tedawiyê hatibû Silêmaniyê. Serdana wî medenî bû. Lewma şehîdkirina wî ji bo baweriya di navbera welatiyên başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê ziyanek mezin çêdike.” HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar