Rêhevala Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ku di êrîşek çekdarî ya dagirkeran de li Silêmaniyê şehîd bû, li ser kesayeta wî nivîsek nivîsand.
Nîvîsa rêhevala Şehîd Şukrî ya bi navê Zozan wiha ye:
“Bifikirin; bêhnek din şoreşgerek bi silava serkeftinê ku nureh ji rûyê wî dibare, bi sekna xwe ya esîl a mîna çiya qayîm dikeve hundir. Ev şoreşger bi hatina xwe re aramiyeke ku hawirdora xwe geş dike, dibe çavkaniya moral û manewiyatê belav dike. Her axaftineke wî tijî wate, her henekek wî lêpirsînek kûr, her rabûn-rûniştineke wî rêzdarî û hezkirinek mezin ava dike…
Gelo însan çawa bi wate dijî û dide jiyandin? Her kes vê pirsê dike lê kes nikare wekî rêheval Şukrî bi sekna xwe, bi hebûna xwe, bi xebat û têkoşîna xwe bersivek rast bide. Were 43 salên dirêj ji temenê xwe yê pîroz bêhesab, bêberdêl di xizmeta gel û welatê xwe de bi zanist û biryardariya jiyana azad, bi girêdana rêhevaltiyê feda bike! Ev jiyanek çawa bû, ev dilek çawa bû ku li hemberî hemû hêzên modernîteya kapîtalîst heta 64 saliya xwe jî tim wekî ciwanek 18 salî bi coş, bê westan kar dikir, li hemberî hemû êrîşên dijmin bi cesaretek mezin pêşve diçû? Elbet di vê jiyanê de fikir û zanistek kûr, biryardariyek mezin hebû.
Di felsefeya Apocî de heqîqetek heye ku ji bo şoreşger sînorê têkoşînê nîn e. Şoreşger li ku derê dibe bila bibe, di nav çi rewşê de dibe bila bibe ew mîna aveke zelal her rêya xwe dibîne, ji bo vê hemû astengiyan dişkîne, derbas dike û ber bi armancê ve diherike. Rêheval Şukrî ku salên dirêj di zindanên dewleta tirk a faşîst de girtî bû, ew wek rêhevalê Mazlûm Doganan, Sakîne Cansizan her berxwedêr bû. Li çiyayên Amedê, Serhedê, Qendîlê wek fermandar Cemîlan şerker bû. Di qadên civakî de bêhesab xebatkar û xizmetkarekî dilsozê gel û welat bû. Jixwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî rêheval Şukrî her di nav kar de bû. Rast e nexweş bû lê wî qebûl nedikir tenê li cihekê rûne û bi tenduristiya xwe re mijûl bibe. Dema hinekan digot ‘heval Şukrî xwe biparêze, nexweşiyên vegir hene’, wî her bi rûkenî digot; ‘xeman nexwin, şehadeta min bi nexweşiyê çênabe!’ Ji ber ku wî rêya xwe dizanî. Ji bo wê, di roja îro de ku gelek kes ji tirsa şewba korona xwe dixin malê û ji dewrûber îzole dikin, rêheval Şukrî her li derve, di nav gel de bû. Dema diket nav civatekê muheqeq sohbetek li gel dayikan, sohbetek li gel bavan, sohbetek li gel zarokan, sohbetek li gel ciwanan dikir. Yanî di nav her civatekê de wextê xwe dida her kesî, parek ji wateya fikir û jiyana xwe li cem her kesî dihişt. Lewma îro her kesê yek car jî rêheval Şukrî dîtine, ew dîtin ji wan re bûye hesret û keder.
Yek ji xebata bi eşq dikir jî, taybet ji bo malbatên şehîdan ên rewşa wan di tengasiyê de tim alîkarî kom dikir û belav dikir. Wî hemû malbatên şehîdan wek malbata xwe didît, wisa hewl dida wek kurekî wan xizmeta wan bike, nehêle malbatên şehîdan muhtacê destê kesî bibin. Ew însanek ewqas giranbuha bû ku yek carê jî ji bo şexsê xwe tiştek nexwest lê ji bo malbatên pêwîstiya wan heye, li her deriyekê dixist. Û di vê xebata xwe de jî rêheval Şukrî serkeftî bû. Lewma îro gelê me yê başûrê Kurdistanê, taybet malbatên şehîdan dibêjin, ‘me nimûneya milîtaniya Apoyî di şexsê rêheval Şukrî de li ber çavên xwe dît, me ew wekî xwediyê xwe dît…’
Şoreşgerên Apocî ku her kêliya jiyana xwe nimûne ne, şêwazê jiyan û têkoşîna rêheval Şukrî jî tijî nimûneyên dilpakiyê ne. Hêja ye bi bîr bixim ku şêwazê silavdana rêheval Şukrî bi nîşana serkeftinê bû, yanî di wateya silavdanê de her du tiliyên xwe yên serkeftinê bilind dikir, wisa bi germahî mirov pêşwazî dikir. Dema cihek pak dikir û hevalan pirs dikirin ku hevalê Şukrî çi dike; wî digot ‘ez ferasetan pak dikim!’ Rast bû, ferasetên şaş dihêlin dewrûber qirêj an jî belav bimîne. Wisa dikir ku her kes dewrûbera xwe pak bigire, kom bike, bi dîsiplîn bijî. Pêşiyên me gotine, şêr ji cihê rabûn û rûniştina xwe diyar e ku şêr e! Yanî bi qasî dîsiplîna xebatê, di nav jiyanê de jî dîsiplîna xwe nimûne bû. Bi qasî xebata xwe pak bû, dorhêla di nav de jî pak bû. Rexmê xwediyê keda 43 salan û kesayetek binirx bû, her digot ‘ez jî kesayetekî Serhedê yê nebes im’. Yanî tu caran xwe bes nedidît, wek şoreşgerek hemdem tim hewl dida bi ked û xebatê xwe bigihîne asta milîtaniya kamil.
Îro jî ger rêheval Şukrî bûye hedefa êrîşên dijmin, aşkera bûye ku ew li hemberî planên dagirkeriya dewleta tirk a faşîst û hêzên xayîn-xwefiroş bûye kelemek mezin. Bi vê êrîşê re belku dijmin hewl da şopa Şoreşgerekî Mezin tune bike lê berevajî, Stêrka Şoreşgerê Mezin Rêheval Şukrî Serhed a li welatê me geştir û bilindtir bû. Şehadetê rûmet û serfiraziya xeta azadiyê mezintir kir. Lewre wek nimûneya herî aşkera ya fedayîtiya PKK’ê ya hemdem çawa ku heta roja îro hemû jiyan û hebûna xwe bêhesab xist xizmeta azadiya kurd û Kurdistanê, ji roja îro û şûn ve jî ew wek Stêrka Azadiyê ya welatê Medya wê geştir bibiriqe, rêya rast nîşanî tevahî gelê me û rêhevalan bike.” Çavkanî: Rojnews