Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ma Silêmaniyê cihê MÎT’ê ye?!

Dewleta tirk li her devera Kurdistanê di nava tevgereke ber bi çav de ye û bi her awayî kurdan dike hedef.

Hemû kurdên ku mafê xwe dixwazin hedefa dewleta tirk in û dema li ber pençên vê faşîzmê bikevin dê werin qetilkirin.

An raste rast êrîşan pêk tîne yan jî bi rêya sîxur û balafirên bê mirov komkujiyan pêk tîne. Lê ji bo van êrîşan pêk bîne jî bingehek û guh û çav ji bo wê lazim in.

PDK’ê niha başûrê Kurdistanê kiriye hêlîna îstîxbarat, sîxurî û leşkerên tirk û deverên din jî dixwaze vê yekê pêk bîne. Ew dever deverên di bin destê YNK’ê de ne.

Ji ber helwesta li dijî dagirkeriyê li herêma Silêmaniyê, dewleta tirk weke ku li Hewlêrê tevdigere, li van deveran nikare tevbigere.

Ji ber van helwestên niştimanperwerî, di 4’ê tebaxa 2017’an de li herêma Dûkan a başûrê Kurdistanê rêveberên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn ji aliyê Yekîneyên Hêzên Taybet ên HPG’ê ve hatibûn girtin. Vê yekê dewleta tirk û dezgeha wê ya sîxurtiyê tevizand û hişt hesabên xwe careke din ber çavan re derbas bike.

Di demên dawî de dewleta tirk rêbazekî din bi kar anî û dest bi operasyonên berfireh li Qadên Parastinê yên Medyayê kir. Ev rêbazê nû jî ew bû ku bi hevkariya PDK’ê be û PDK’ê hêz bişîne qadên gerîla û dora şervanan tengav bikin. Ev jî di çarçoveya ku hêzên Başûr li dijî PKK bikevin nava tevgerê de bû. Tevî van hemû êrîşan jî bergiriya gerîla li van qadan ji 23’ê Nîsanê ve didome.

Der barê şandina PDK’ê yên hêza xwe bo qada gerîla de Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî daxuyaniyek da û got ku ew ê wekî YNK’ê tu carî tev li şerekî kurd bi kurd nebin.

Ev helwesta Lahor Şêx Cengî, rastî nerazîbûna PDK’ê hat û plana dewleta tirk lewaz kir.

Piştî vê bi demekê, agahî hatin parvekirin ku pirsgirêk di nava herdu hevserokên YNK’ê de derketine û berpirsê hêza îstîxbaratê ji aliyê Bafil Talabanî ve hatiye guhertin, da ku Lahor bê bandor bike. Wê demê jî hat gotin ku ev pirsgirêk çêkiriye û ji aliyê dewleta tirk û PDK’ê ve hatiye organîzekirin û armanc lewazkirina Silêmaniyê ye da ku plana xwe li Başûr rihet pêk bînin û bibe qadeke serbest a MÎT’a tirk.

Di vê bûyerê de hat xuyakirin ku çawa  Bafil Talabanî ketiye xefika tevlihevkirina Silêmaniyê ku plana wê dewleta tirk danî bû û PDK’ê organîzatorê wê bû.

Bûyera di 17’ê îlonê de pêk hat ku Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût hat hedefgirtin jî, di esasê de derbeyeke ji YNK’ê û Silêmaniyê re bû û plana hatibû danîn zelal kir.

Ger ev pirsgirêk di nava YNK’ê de nehatibûna xulqandin, belkî ev endamên MÎT’a tirk ku Bûlût şehîd xistin, wekî payebilindên MÎT’ê Aydin Gunel û Erhan Pekçetîn niha di destê hêzên HPG’ê de bûna.

Nûçeyên Têkildar