Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK li ser bikaranîna çekên kîmyewî nameyek ji civaka navneteweyî re şand

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk, nameyek ji nûnertiya welatên rojavayî yên li Hewlêrê, Sekreterê Giştî yê NY'ê, Yekitiya Ereb û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re şand

Navenda Nûçeyan |

Bi navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem nameyek ji nûnertiyên DYE, Almanya, Fransa, Kanada, Îngilistan, Hollanda, Rûsya û gelek welatên din ên li Hewlêrê, nûnertiya Yekitiya Ewropayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Yekitiya Ereb û partiyên siyasî yên li herêmê re şand.

Di nameyê de bi berfirehî qala sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê ku dewleta tirk hat kirin û bêhelwestiya hêzên pêwendîdar a têkildarî van sûcên dewleta tirk hat rexnekirin.

KCK’ê xwest ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk bêdengî û bêhelwestî nebe û hişyarî da ku êrîşên dagirkeriyê herêmê nearam dikin, ger tedbîr neyên girtin wê encamên metirsîdar ji bo her kesî bi xwe re bîne.

KCK’ê bala civaka navneteweyî bi rengekî lezgîn kişand ser ‘Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve’ û bi taybetî wiha bang li Neteweyên Yekbûyî kir: “Bikaranîna van çekên ku ji aliyê saziya we ve hatiye qedexekirin, bi rengekî aşkera li dijî pîvan û peymanên OPCW’ê ye.

Demê berê dema ku welatên Rojhilata Navîn mîna Sûriye û Iraqê çekên kîmyewî bi kar anîn, me dît ku saziya we, gelek hikûmet û raya giştî ya navneteweyî bi lez û bez, bi rengekî xurt nerazîbûn nîşan dan. Mixabin dema ku ev çekên qedexekirî ji aliyê dewleta tirk ve li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê bi rêk û pêk hatin bikaranîn, me heman helwest nedît.”

Di nameyê de hat bibîrxistin ku Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê fosfor a spî hate bikaranîn, gelek sivîl birîndar bûn û hat ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî piştî vî sûcî Tirkiye şermezar nekir û ceza nekir.

KCK’ê diyar kir ku ev bêdengî ji bo dewleta tirk bû ‘teşwîq’ ku ji 23’ê Nîsana 2021’ê û vir ve li başûrê Kurdistanê li dijî HPG’ê û sivîlan çekên kîmyewî bi kar tîne û ragihand ku li tunelên berxwedanê yên gerîla û derdora bi dehan gundên nêzî van herêman pênc meh in êrîşên dagirkeriyê têne kirin û di van êrîşan de çekên kîmyewî bi rêk û pêk têne bikaranîn û wiha domand: “Mixabin em neçar dimînin ku vê bêdengiya dewletan û Neteweyên Yekbûyî weke encamek ji hevkariya bi Tirkiyeyê re şîrove bikin. Ji ber vê yekê ewqas sûcên dewleta tirk heta niha ji nedîtî ve hatin û li dijî vî welatî tiştek nehatiye kirin. Hikûmeta AKP-MHP’ê mîna bikaranîna çekên kîmyewî gelek caran sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kir lê tevî vê yekê jî weke welatekî normal ê demokratîk weke muxatabekî rewa tê dîtin.”

KCK’ê bi vê nameyê re raporeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) pêşkêş kir ku têkildarî sûcên dewleta tirk hate amadekirin û wiha got: “Ji ber ku gelek sûcên Tirkiyeyê bi berfirehî hatine belgekirin, dem hatiye ku ev welat êdî bi rengekî aşkera bê şermezarkirin û wezîfedarên dewleta tirk ên berpirsyar bên darizandin.”

Di dawiya nameya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de wiha hat gotin: “Em pê zanin ku hûn weke Neteweyên Yekbûyî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve û bandora giran a êrîşên dagirkeriyê yên li ser xelkê sivîl ji nêz ve dişopînin. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo ev sûcên dewleta tirk bêne rawestandin hûn ê hewldanên xwe zêde bikin. Baweriya me pê heye ku hûn ê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve şermezar bikin, gavên ku hûn biavêjin wê yekser jiyana mirovan rizgar bike, baweriya bi rêxistina we zêde bike û bandora peymanên navneteweyî mezin bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar