PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HPG: Li Zapê derb li helîkoptereke êrîşê hat xistin

HPG'ê diyar kir ku li herêma Zapê derb li helîkoptereke êrîşê ya dagirkeran hatiye xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

22’ê îlonê saet di 17:40’î de hêzên me li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin lê hejmar nehat zelalkirin.

22’ê îlonê saet di 23:10’an li herêma Zapê helîkopterên êrîşên yên xwestin derdora qada Kûnişkayê bombe bikin bûn hedefa hêzên me. Di encamê de derb li helîkoptereke êrîşê hat xistin.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

22’ê îlonê saet di 22:00 de artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.

22’ê îlonê saet di 09:30’î de qada Sîda ya herêma Zapê bi balafirên şer hat bombekirin.

22’ê îlonê saet di navbera 09:30-23:20’î de li herêma Zapê qadên Girê Cehennem, Girê Rûbar, Saca, Sîda, Şikefta Birîndaran, Karker û Tîpa T bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Heman rojê bi şev jî helîkopter li ser qadên Koordîne û Kînyanîşê geriyan.

Ji şeva 22’ê îlonê heta sibeha 23’ê îlonê li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman helîkopter geriyan. Heman demê Geliyê Basya, Qartal, Girê Silêman, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Rizgar bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Artêşa tirk a dagirker ev demeke bi çekên giran bombeyan li qadên Dola Bizina, Qartal, Girê Lanet û Geliyê Basyayê dibarîne.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar