Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Li dijî Komploya Navneteweyî Berxwedana Sedsalê-1

A rast her tişt li ser mirina min hatibû eyarkirin. Bi giranî dixwazin ku bi fizîkî û heke ev nebe jî ji hêla maneyê ve min tune bikin

Şertên dema darizandina li îmraliyê, zûka pêşîlêgirtina  tundiya  wê girtina li ser hîmê komployê pêk hatî, fersendnedana hêviyên komplogeran û tiştên ku xwe dispartin ser û her wiha hewceya kirina  rast, pir sînordar jî be pir hewceyî bi hewldanên wiha didît ku keda xwe li çûneke ber bi aştiyê ve zêde bike. Nêzîkatiya herî pratîk a li vê ew bû ku parastinên ku têne kirin li ser hîmê aştiyê û çareseriya bi yekİtiya demokratîk e. Qet nayê jibîrkirin ku di van şertan de hewaya lînca siyasî hat serwerkirin.

Hawîrdora biryareke bi tenduristî nebû yan jî pir sînordar bû. Komplo bi esasî bi avêtina pakêteke ji banî ve ya bi asta hîsterîk a ji bo şowenîzmê, lîstika Romayê ya li arenayekê ya danxwarina bi şêran a sedsala 20’an hatibû hazirkirin. Li vir mijar ew bû ku tundiyeke kor were raxistin ku ji hemû armancên PKK’ê jî wêdetir bû û dijberî armancên wê bû. Mixabin hemû hêzên dijber êrîşên întîxarwarî û berxwedan weke mafekî meşrû didîtin û hatibûn ser rêya ku ji vê bawer bikin.

Di rewşeke wiha de ku yek ji mezintirîn îxaneta vê qirnê hê jî we weke dost û alîgirê azadiyê nîşan dida, yên xwedî helwesta herî mezlûm û lehengî dê bi dilnerehmî bihatana tunekirin û bidana jibîrkirin. Meydan wê ji her cure xayîn û nokeran re bihata vekirin ku di kemînê de bûn û gelek caran di rewşên wiha de derdiketin holê.

Li dijî komployê hewceyî bi rabûna pêşverû ya mirovahiyê hebû

A rast her tişt li ser mirina min hatibû eyarkirin. Bi giranî dixwazin ku bi fizîkî û heke ev nebe jî ji hêla maneyê ve min tune bikin. Li gel ku pir li ser fikirîm jî ez texmîn nakim ku ji bilî vê hedefek hebe. Komplo hingî kûr û nediyar bû çirandina vê bi rast jî bi nirxê mûcîzeyî hewceyî bi rabûneke pêşverû ya mirovahiyê hebû.

Hemû cîhan kiribûn aliyê dijber, her tişt li gorî bawerî û nirxên moralê yên dost û hevrêyên nêz jî ji ‘mirineke bi şeref’ pê ve tiştek nedipan hatibû danîn. Mantiqa vê qirnê ev bû. Mantiqê dost û dijmin jî ev bû. Cihê ku hîs û bawerî lê cemidîn ev der bû. Her tişt li tenêtiyeke giran mehkûm kir. Li gorî vê rêgeza şer ‘lêreşandin’, ez ê nebêjim cezayekî pir dûr e, li gel ku weke heqekî dihate dîtin, ev heq ji bo min nedihate dîtin. Şaristaniyê bi rengekî din dixwest ku tolê hilîne.

Min tu caran xwe li ber qehremaniyê re nekiriye. Bi qasî ku tê zanîn ne wiha wêrek im jî, li gel ku çawa bim, min dixwest wiha werim naskirin jî ez baş pê dizanim ku min di hevalên xwe yên herî nêz de jî ev nedîtiye. Lê aliyekî min hebû ku min ê bêbextî li vê nekira: Ez ê tim bibûma ew zarokê ku bêbextî li xeyalên xwe nekirî. Min ê xwedayên şaristaniyê nas nekira, di saziyên wan de neheliyama, nebûma mêrê jinên wan. Diyalektîka kesayatiya min geşedaneke wiha pêk anîbû. Mesele êdî ne nakokiyeke navxwe ya basîd a Tirkiyeyê bû. Pozîsyona min hema bêje ez mehkûmî Promethustiya hevdem dikirim.

Ên ku li benda helwesteke cuda ne, heke rastiyê ji hemû aliyan ve fêhm nekin û heta bi mêjiyê hestiyên xwe hîs nekin dê nikarbin encamên ramanî û moralê jê derînin. Lê di çarmîxa sedsala 20’an de ku hêzên qederê li min fesilandibûn ez ê bi tena serê xwe û bi bêdengiya goristanê bisekiniyama. Heta ku dilê min lêbida û biça dawî ya bîra xwe jî min ê ji bo mirovahiyê bixebitanda, min ê ev weke xewneya xwe ya sereke û maneya xwe ya sereke bidîta û bi dest ve berdaya.

Helwesta herî dîrokî

Dema ji bo yê ku dixwazin rewşa min a Îmraliyê fêhm bikin bi kurtasî pênaseya wê dikim a ku wê pêk were ne rexne û rexnedayîneke ji rêzê, ne jî bendewariya efûyê û bi rengên din e. Geşedanên bi vî rengî nikarin bibin maneya jiyana min. Bêdudilî, her çendî pir sînordar jî be, ji ber ku gumanê jê nabim ku dê sîsika helwesta aştî û xwîşk û biratiyê be, min ê hewlesta siyasî ya ku divê di rêza duyemîn de bûya nedaya pêş, ez ê jî ji bendewariyên hevgirt ên rast û çep re zêde nebûma bersiv û xwe nekiriba amûr.

Ez ê li vir li berziyê bigeriyama, li bara şaristaniya hevdem a bêqidoşe têk neçûma. Heke wê cih bidaya aştiya birûmet ku di azadiyê de diçe û cih bidaya jiyana hevpar a bi biratî min ê nirx bidaya her nêzîkatiya siyasî. Weke her carê bi qasî yekitiya li ser zorê, ez ê neketama nav cihêkariyê jî û min ê helwesta watedar bidomanda.

Hazirbûna ji şer re jî

Helwesta min ew e, weke ku dê sibe bibe her gav ji aştî û lihevkirina demokratîk re hazir be û her wiha weke ku wê sibe dest pê bike, li dijî şerê îmhayê jî bim û her demê bi bawerî, biryardarî û haziriyê bersiva vê bidim. Ji bilî vê ne min jiyan nas kiriye û ne jî jê fêhm dikim.

Hate xwestin ku derbeke giran li hêvî û baweriya gelê me bidin

Di vê pêvajoyê de bi sedan mirovên dost û welatparêzan xwe şewitand. Bi pêşpropagandeyeke ku bi mîsogerî ez ê bême darvekirin hat xwestin ku ev hêviya mirovan were şikandin. Ji bo ku min têxin rewşa mirovekî basît pir hewl didan, pir dilebikîn ku li ber çavê gel min kêm bikin. Hedefa sereke ya pergala zextê ku bicihdianîn ew bû ku bîreweriya siyasî ya gelê welatparêz tune bikin û nîşanî wan bidin ku tu doza wan nîne.  Strandina stranekê ya ji bo min, an jî xwendina helbestekê ji bo ku werî lînckirin bes bû. A jê xirabtir heke pêvajoya xwekuştinê ya ku ez kiribûm navê, heke bi cih bihataya, vê dê pêvajoyeke wiha bidaya destpêkirin ku bibûya sedema mirina bi deh hezara mirovan. Ji ber vê mîna pakêtekê radestkirina min a Tirkiyeyê ji hêlekê ve piştî Japonyayê, ji Helepçeyê gelekî wêdetir dê bandora bombeya atomê nîşan bidaya.

Bi encama hewldana lihevkirina demokratîk û aştiyê ev atmosfera şowen ji aliyekî ve hatiye şikandin. Civakê bi rengekî rasteqînî dest bi dîtina nakokiyên xwe kiriye. Pêvajoya jiyan û mirinê ya li Îmraliyê hem hebûna vê hewcehiya veguherînê zelal kiriye û hem jî rê û rêbazên bê ka divê çareserî çawa be berbiçav kiriye. Helbet di vê de dilsoziya PKK’ê û kurdan a bi Rêbertiya xwe re bi roleke sereke rabûye. Kurd di dîrokê de cara pêşî li bara komployeke herî berfireh a bi koka xwe li derve û hundir berbelav nebûne, berevajî bi rengekî derasayî li hev asê bûne û helwesta xwe ya lihevkirina demokratîk nîşan dane.

An xwekuştin an jî mirin hat ferzkirin

Lê li gel hemû dijwariyan jî pûçkirina pêvajoya xwekuştinê, plangerên ku bi bandora bombeyê danîbûn pûç kirin. Hemû hesab ew bû ku ez li bara van şertên giran xwe negirim, dest bi rojiya mirinê bikim, an jî, bi demanceya ku sefîrê Yewnan ji min re hiştibû, li min hatibû ferz kirin ku dawî li jiyana xwe bînim. Di vê rewşê de encam wê bibûya bi hezaran çalakiyên fedayî, kûrbûna pêvajoya tundiyê ya domdirêj û xwînî ya ji ya xeleke tundiyê ya Isralî û Filistînê wêdetir. Berpirsyariya exlaqî ya li bara gelên me, dostan û hevrêyan û helwesta şexsiyeta min a alîgirê aştiyê hewce dikir ku ez nekevim nav vê lîstikê.

Min lîstika li ser xwînê bi dawî kir

Encama wê çi dibe bila bibe  min xwe qanih kir heta ku ji dest min were ez bijîm dê baştir be, min ev lîstik xira kir. Komplo esasî bi vê helwesta min asteng bû û nema bikêr hat. Min nehişt ku li ser xaka Anatolyayê û Mezopotamyayê lîstika şer a ku wê bi salan dom bikira, pêk were. Polîtîkaya ku danîbûn weke kurteya van dused salên dawî ye. Sîsika vê polîtîkayê ew e ku pêşî kurdan ber bi serhildanê ve bikişînin, piştre wan bê destek bihêlin û piştre ji tirkan re bibêjin ‘li wan bidin’. Bi gotinek din lîstika ‘kîvroşk bireve, tajî zevt bike’ dihate lîstin. Aşkera ye ku polîtîkayeke pir dilhişk dihat lîstin.

Komplo ne tenê li dijî kurdan li dijî tirkan jî hatibû kirin

Nenîşandana serhildana bi korîtî ku dihate payîn, berevajî vê helwesta bi nerm, xwîşk û biratî û lihevkirina demokratîk, bûye asteng ku ev komplo bi serkeftî biçe serî.

Komplo di şexsê de min ne tenê li dijî kurdan li dijî tirkan jî hatibû kirin. Rengê teslîmkirina min û niyeta yên ku di vê de rola wan hebû ne bidawîbûna terorê lê kûrkirina lihevkirinekê bû ku sedsalekî din jî bidome. Têkilî komployê ji bo dagirkeriya DYE’yê û hevalbendên wê ya li ser Rojhilata Navîn ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ were gotin dibe ku hinekî vê bide mezinkirin. Lê dema ku mirov tevgera li ser min bi vê çarçoweyê binirxîne em ê bikaribin bigihêjin maneya rastîn. Li bara ‘Sirbistanê ya Şerê Cîhanê yê Pêşî’ mirov dikare bibêje ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a Kurdistanê.’

Biryara mirinê ya li dijî min hat dayîn, 28’ê Hezîrana 1999’an hat dayîn. Ev dîrok (1925) salvegera darvekirina lîderê raperîna kurd Şêx Seîd bû. Ya ji vê jî girîngtir, 15’ê Sibatê yanî roja radestkirina min, roja destpêkirina raperîna bi pêşengiya Şêx Seîd bû. Her du roj jî bi zanebûn hatin hilbijartin. Yanî xwestin vê yekê ji gelê kurd re bêjin: “Hûn çiqasî serî rakin jî dê encam neguhere!” Serokkomar Suleyman Demîrel di axaftineke xwe de wiha digot: “28 caran serî rakirin, hemû hatin têkbirin. Aqûbeta ya dawî jî dê bi heman rengî be.”

Sedema esasî ya komployê

Aşkera ye ku senaryo ji berê ve hatiye plankirin. Piştre hîn bûm ku Îsraîl, DYE û Yewnanistan sala 1996’an tev li vê senaryoyê bûne. Dibe ku armanc û bendewariya wan cuda bû lê belê li ser têkbirina min li hev kiribûn. Min bandora van hêzan a li ser kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd gelekî kêm kiribûm. Hemû razemeniyên li ser nokerên xwe kiribûn pûç bûbûn. Ji ber vê yekê hemû bi hêrs bûn. Di serî de Barzanî û Talabanî, li her parçeyên Kurdistanê di nava 40-50 salî de razemenî li ser bi sedan kes û koman kiribûn lê belê ji ber min razemeniyên wan bêkêr bûbûn. Ev yek jî sedema esasî ya komploya li dijî min bûn.

‘Amûra Kurd’ di destê wan de timî weke pêwîstiyeke jiyanî ye. Tu carî qebûl nedikirin ku ji ber min ji vê yekê bêpar bimînin. Li ser vê bingehê bi rêveberiya tirk re li hev kirin. Têkbirina Apo bi kêrî hemûyan dihat. Bi Sûriyeyê jî gelekî giran bû. Alîkarê Serok Abdulhalîm Haddam ji rojnameyeke tirk re gotibû ‘Abdullah Ocalan bandorê li Kkurdên li Sûriye, Iraq û Îranê jî dike. Ji ber vê yekê me ew avêt, me jî ew nedixwest. Di mijara PKK’ê de em li ser heman xetê ne.’

Ez jî divê destnîşan bikim ku min bi xwe jî tam biryar li ser rastiya mirin û jiyanê nedabû. Ev mijar gelekî aşkera ye; ger bi rastî jî veguherîbim kesayetiya kolektîvîzmê, lehengiya şexsî û rabûna li ber mirinê ya şexsî dê nebûya rêbaza min a çalakiyê ku yekser serî lê bidim. Mirina min bi rastî jî rewşeke nediyar bû. Ev rewş veguherîbû kozeke mezin a siyasî.

PKK’ê û kurdan dîroka xwe ya nû ya îsyanê li gorî encamên biryara darvekirina min hazir dikirin. Derdorên paşverû û şowen ên tirk bicihanîna biryara darvekirinê ji bo xwe weke veberhênana hilbijartinê didîtin. Hemû hêzên derve encamên biryareke pêkan dinirxandin. Aşkera ye wêdetirî fikarên takeksî diviya bi berpirs tevbigeriyama. A herî rast ew bû ku her roja ku dijîm li gorî lihevkirina aştî û lihevkirina demokratîk binirxînim. Wê ne siyasî û exlaqî bûye ku min giranî bidaya berjewendiya şexsî. Bi vê mebestê min nedikarî peyamên wiha bidim derdorên me yên ku li benda îşaretekê bûn. Bi taktîkên basît min nikarîbû PKK’ê rê ve bibim. Ji bo hesabên wiha berteng hem derfet nebûn û hem jî ev ê bibûya helwesteke şaş.

Fêmkirina mirinê jî

Li dijî mirinê, ez hewl da bibim xwedî helwesteke ku mirov dikare bibêje helwesta Sokrates: Watedarkirina mirinê, dîtina felsefeya mirineke çawa û ji bo çi! Di rewşa berdest de, bi qasî ku min texmîn nedikir dijîm. Li bara vê mirina ku mîna şûrê Demokles li ser serê min kil dibe, rabûna mezin a giyên, rabûna mezin a wateyê bi xuşiyekê pêşwazî dikim. Jiyaneke wiha ku mirov nikarîbû çend hefteyan ragire û kevir jî bûya wê biheliya hatibû watedarkirin. A rast ne mirinê ez dahurandibûm, min ew dahurandibû. Biryara mirinê ez bêkêr nekiribûm, min biryara mirinê bi şêwaza wê ya bêyom û kirêt bêkêr kiribû.

*Ji parastinên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hatiye berhevkirin.

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar