Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Dewleta tirk a dagirker gundên Başûr bombardûman dike

HPG'ê ragihand ku êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser qada Werxelê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin û diyar kir ku li Kanî Masî sivîlek di encama bombardûmana dagirkeran de bi giranî birîndar bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

“Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Werxelê;

Êvara 25’ê îlonê artêşa tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

25’ê îlonê saet di navbera 22:10-00:00 de li herêma Avaşînê li qadên Girê Silêman, Girê Sor, Girê Spî, Mervanos, Tabûra Ereban, Banistayê liv û tevgera helîkopteran hebûn. Di heman demê de Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Întîkam û Mamreşo bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

24’ê îlonê saet di navbera 09:00-10:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Edînê û Serarû ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hat bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê xisara madî li mal û baxçeyên xelkê me yê başûrê Kurdistanê bû û xelkê me neçar ma ku gundên xwe biterikînin.

25’ê îlonê saet di navbera 22:30-00:30’î de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman saetê qadên Koordîne, Qela Qumriyê, Kêste, Girê Şehîd Çiya, Dola Derarê û zeviyên gundê Êdinê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

25’ê îlonê ji saet 18:00 heta sibeha 26’ê îlonê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê zeviyên Hirorê, Kêste û Qela Qumriyê ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê xisar li malên xelkê me bû.

Di encama van êrîşên nemerdane yên artêşa tirk a dagirker de ku yekser li dijî xelkê me yê sivîl tê kirin, welatiyekî me yê sivîl ê li gundê Hirorê bi giranî birîndar bû.

25’ê îlonê saet di navbera 21:30-22:50’î de li herêma Zapê qada Çemço bi qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar