Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî Komploya Navneteweyî Berxwedana Sedsalê – 3

Heta ku şoreşa zîhniyetê û wijdanê neyê kirin, şoreşgerî li aliyekî, mirov nikare bibe mirovekî xwedî exlaq

Doza min ku cewhera pirsgirêka kurd e, ji vejîna rastiyeke civakî ya di nava reseniya xwe de ji gelek aliyan ve parçe bûye heta pêşketina wê, pêwendiya xwe bi pêşveçûn, têkilî û nakokiyên xwe yên di çarçoveya şaristaniyê de heye. Analîzên rewşa civakî û çînî ya bi pîvanên hemdem tên kirin, dest nadin ku rastiya kurdan rast bê fêhmkirin. Nirxandin bi vî rengî werin kirin jî, dê ne dîtbar bin û rê li ber gelek encamên şaş ên polîtîk vekin. Ji ber ku pirsgirêk ji nava sînorên Rojhilata Navîn derketiye û ketiye rojeva hêzên hemdem bi taybetî Ewropayê, ferz e ku di çarçoveya dîroka şaristaniyê de were nirxandin. Heta ku pirsgirêk li ser bingeha rastiya esasî neyê nirxandin, dê encamên rast ên hiqûqî jî neyên afirandin.

Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) saziyên herî dawî yên hiqûqa demokratîk in ku ji aliyê şaristaniya Ewropayê ve hatin avakirin. Ne cihê nîqaşê ye ku nûnertiya serwer û şareza ya şaristaniya serdema heyî bi pîvanên nirxên Ewropayê diyar dibe. Rewşeke îronîk e ku kurdên niha li ber deriyên Ewropayê li çareseriya pirsgirêkên xwe digerin, çavkaniya vejînê ya vê şaristaniyê ne. Dayika ku gelekî pîr bûye, ji ewladên xwe yên ku bi hezaran salan di dergûşa xwe de mezin kiriye û li wan welê hatiye ku nema wê nas dikin, daxwaza edaletê dike. Gelo ev şaristanî dê mafê dayika xwe radestî wê bike? Pirsgirêk li vê rastiyê asê maye.

Piştperdeya şanoya Îmraliyê

Hêza civakîbûnê û hêza takekesiyê li ber hev rabûne. Rojhilat û Rojava, Asya û Ewropa, Anatolî û Grek mîna şanoyekê bûne piştperdeya şanoya Îmraliyê.

Mirovekî ji rêzê yê karibe bi baldarî li rewşê binêre, dê bibîne ku ev şanoya dadweriyê ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin, rolên sereke bi çi rengî hatine dabeşkirin, aktor û fîguran kî ne û peyamên bi çi rengî ji temaşevanan re tên dayîn. Eger DMME doza min bi çarçoveyeke teng û şexsî binirxîne, dê gelek rastî neyên dîtin. Ji bo rewşeke wiha rû nede, saziyên hiqûqa demokratîk ên encama pêşketina dîrokî ya bi xwîn, îşkence û giran e, biryareke adilane nedin jî, bi hêviya ku wê rê bide nirxandineke azad, ez ê dîroka qirêj, bi xwîn û bê şens a li pişt vê dozê ronî bikim. Vê yekê ji bo xwe weke wezîfeyeke bingehîn dibînim.

Nirxandinên ku dixwazim bi şêweya beşên sereke bikim, ji aliyekî ve dê ji bo parastinê be, ji aliyê din ve jî dixwazim bêjim; ji ber ku derfet gelekî kêm in û bi salan li hucreya yekkesî hatim hiştin, dibe ku kêm bimînin. Dozên dîrokî, bi van sedeman nirxandinên dîrokî ferz dike. Ji bo ev doza ku êş û windahiyên wê mezin e ji her kesî re bibe dersên pêwîst û qezenckirinê, divê berpirsyar jî wezîfeya xwe ya daxuyaniyê bi serketî bi cih bînin. Ya ku hêjayî dozên dîrokî ye û pêwîst e, ev e. Ev wezîfe çiqasî bi rengekî watedar bi cih were anîn, doz bi xwe jî wê hêjayî rastiya xwe ya dîrokî be.

Min li Îmraliyê xistin nava darbestê

Bi destpêkirina darizandina li DMME’yê re, ji bo min xwedî wateyeke cuda ye ku analîzên wiha bikim. Rastiyeke ku dema li Rojhilata Navîn li maf digeriyam, bi nêta lihevkirina emperyalîzma zext dikir re min berê xwe da Ewropayê. Li şûna ku berê xwe bidim çiyê ku vê yekê dê rê li ber mirina hîn bêhtir mirovan vekira, min hewl da di nava pîvanên wan ên demokratîk de li derfeteke maqûl a çareseriyê bigerim. Halbûkî çiya timî xewn û xeyala min a rastî bûn. Ji bo derkevim serê çiyê min çil salan sebir kir. Lê belê derketina serê çiyê ku wê ji bo hevalên min û gelê min bibûya sedema rûdana êşên girantir, nedibû ku bibûya tercîha min a şexsî. Feraset û exlaqa min a berpirsyariyê rê nedida vê yekê. Rast e, min texmîn nedikir ku rêwîtiya min a ber bi Ewropayê ve dê rê li ber encameke trajîk veke. Rast e, min hesab nedikir ku xiyanet û berjewendîparêzî wê li pêşberî vê rewşê rabe ser pêyan û aqlêselîm ji dest biçe. Pîvandin, wezinandin û bi namerdî û xayinî ez avêtin welatê barbaran ê li Afrîkayê. Qaşo xapandin û bi hostatî ez li Îmraliyê li darbestekê bi cih kirin. Bi vê yekê re berjewendiyên xwe yên metirsîdar ewle kirin. Eger li Ewropayê hiqûq hebe, ev yek li hiqûqê nayê.

Biryardariya kûrkirina şoreşa îdeolojîk

Ji bo min girîng e ku ez helwesta dadgehê weke pîvaneke şaristaniyê bibînim. Lê belê ji vê jî wêdetir a ku girîng dibînim ew e bû ku weke kesekî teslîmî Ewropayê bibe çûbe, dikare cih bibîne. Ji ber ku ev yek ji bo min pêk nayê, ger min karîbûya antîtez bidîta dikarîbûm bi Ewropayê re têkiliyê deynim. Ev yek jî bi afirandina antîtez a Rojhilata Navîn a li pêşberî şaristaniya Ewropayê dibû. Min hewl da vê yekê analîz bikim û derxînim holê. Bawer im ku kêm jî be di vê de bi ser ketim. Pê bawer im ku min bersiveke giştî da nêrîn û rexneyên gelek dost û hevalan. Ev pêwîst bû. Gelek kêmasiyên xwe hebin jî, ez pê bawer im ku min berpirsyariya xwe bi cih anî.

Nêrîn û pêşniyarên min di asta parastinê de ne û li nava sîstema qawîşa şexsekî de bi bandora komployeke giran hatine amadekirin. Di beşekê de jî hewl didim bi giranî mijarên; pirsgirêkên rêbazê yên dîroka kurdan, têkiliyên kurd-tirkan, çareseriya demokratîk, pêkhatina komployê, wateya wê, hiqûqa Ewropayê û nirxên DMME’yê binirxînim. Rexneyên bên kirin dê hêzê bidin min. Girîng e ku mijarên ez dinirxînim ji rastiya xwe û nêzîkatiya zanistî neyên dûrxistin. Bi baldarî li ser aliyên wan ên hînkar sekinîm. Min hewl da rêbazekê biafirînim. Pêwîstî hîn bêhtir bi mejiyên dizanin bifikirin heye. Xusûsên ku girîng dibînim min bêhtir cih da wan û bawer im ku wê rê li ber encameke erênî veke.

Dibe ku hin nirxandinên min ên li ser ol û xweda hinekî ji rastiya xwe dûr bên nirxandin. Lê belê divê ji niha ve destnîşan bikim ku herî zêde di vê mijarê de xurt im û bi biryar im ku şoreşa îdeolojîk kûrtir bikim. Ez şoreşa zîhniyetê gelekî girîng dibînim. Divê diyar bikim ku pê bawer im wê piştre wijdanê azad û dikare pê bihese, dê biafire. Heta ku şoreşa zîhniyetê û wijdanê neyê kirin, şoreşgerî li aliyekî, mirov nikare bibe mirovekî xwedî exlaq. Dilê min rehet e ku ji gelê xwe re, ji her kesî re bûme bersiv.

*Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin

Çavkanî: ANF

Li dijî Komploya Navneteweyî Berxwedana Sedsalê-2

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar