Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yasîn Bûlût an jî şoreşgeriya jidil û devbiken

Şerê dijkurd ê qirêj ji refên şoreşger û tevgera fedayiyan lehengek dîsa bi awayekî qehpe ji nav me kêm kir. Yasîn Bûlût (Şûkrû Serhat) li başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê bi destê MÎTa tirk hat şehîdkirin. Dijminê gelê kurd weke salên nodan dîsa bi nemerdî, ji pişte ve kemînan datîne û lehengên kurd cangorî dike.

Ew çend qehpetî rûyê xwe tim veşêre jî gelê kurd û pêşengên wî rûyê wî nas dike û di bîra xwe de qeyd dike. Ev bû çendîn kuştin li dijî pêşengên gelê kurd hatin pêkanîn, ne bi serê xwe bi alîkariya hevkarên kurd. Çiqas lehengiya fedayiyên gelê kurd pêş dikeve, hevkarî û xiyanet serê xwe derdixe û dibêje va ye em jî li vir in.

Yasîn Bûlût-Şûkrû Serhat bi heman rêbaza hevkariya MÎT û alîkariya xayînan hate şehîdkirin.

Dema şoreş li qadên Kurdistanê belav bû, serê pêşîn di nav ciwan û xwendekaran de kok berda. Li Serhedê jî kom bi kom ciwanên welatparêz û şoreşger di nav refan de cih girt. Pêşengên wan Akîf Yilmaz, Îdrîs Omen, Ahmet Guler û gelekên din bûn. Yasîn Bûlût jî di nav vê koma şoreşger û welatparêz de bû. Li Qaxizmanê, Qulpê û Îdirê rehekî xurt ê şoreşê hebû û Yasîn Bûlût jî di nav wan de şoreşger û dildarê welat ê jidil bû. Li navçeya Qaxizmanê di refên şoreşa kurd de têkoşiya û bi cûntaya 12ê Îlonê re hat girtin. Di dezgehê îşkence û tehdeyên cûntayê re rû bi rû ma. Di sala 1991î de, piştî 11 salan serbest hat berdan. Bê dudilî ew, Mîhralî Yilmaz, Hûseyîn Makal careke din beşdarî refên şoreşê bûn. Hûseyîn Makal di sala 1997an jî 98an de, Mîhralî Yilmaz di sala 2002-3yan de ketin nav refê nemiran. Yasîn Bûlût bê navber heta roja şehadeta xwe di nav refên şoreşa Kurdistanê de barên giran girt ser milên xwe, bi cur bi cur peywirên tevgera azadiyê bê sekin û bê westan meşiya.

Em bi hev re salên dûvedirêj di zîndanê de man. Me jiyaneke êş, tehde û coş bi hev re derbas kir. Me bi qulên dîwarên zîndanê yên nepen re gelek nivîs û amûrên şoreşe parve kirin. Sekna wî her tim refên şoreşê yên bibiryar bûn. Welatparêz û şoreşgerekî dildar, dilsoz, mutewazî, jidil û hêvîxurt bû. Hevalekî wisa bimoral, devbiken û kerhatî bû ku mirov dixwest wî di nav dilê xwe de xwedî bike. Her tim kaniyeke moral û kêfxweşiyê bû. Li der û dorên xwe sînerjiyeke mezin belav dikir.

Çû şoreşê, dû xwe nenêrî û nehat. Gelek kesên bi wî re derketin riyeke din tercih kirin lê wî şoreş û fedayîtî tercih kir. Bû hevalê pêşengan, fedayiyan, fedakaran, lehengan û li ser wî karê xwe kûr bû. Piştî derketina xwe tam bîst salan di nav gelî, dol, çiya û bajarên Kurdistanê ji bo hêvî û mebestên şoreşê tevgeriya. Ez berfireh jiyana wî ya wê derê nizanim. Hevalên behsa wî kirine nirxeke gelek bilind danê. Helbet ew hêjayî wan nirxandinan e.

Carek duduyan ji wan çiyayên bilind, ji wê axa pîroz min silavên bê nav û bê navnîşan girtin. Lê min ew nav û navnîşana manewî dizanî ku ew e, ew nas dikir.

Dijminê gelê kurd û hevkarên xayîn ên kurd weke bi dehan pêşengên nemir ew jî tevî refên şehîdan kir. Yasîn Bûlût bû mêvanê hevalên xwe yên ji zîndanê derketin û malxwê wê axa pîroz in. Bû mêvanê Fûat Aslan, Sûat Şahîn, Ahmet Tosûn, Cemîl Dûman, Nizametîn Şik, Yûsûf Adet, Mîhralî Yilmaz, Hûseyîn Makal û yên din.

Ez jiyana Yasîn Bûlût-Şûkrû Serhat a bîst salên dawî nizanim, ne şahid im lê ez pê bawer im ku her kesê ku ew nas kiriye ji dil ji wî hez kirine. Ew şoreşgerekî wisa bû, yê hezkirinê bû. Şoreşgerên jidil nayên jibîrkirin.

Dewleta xwînrij û qatîl çawa şerê qirêj ê li hember tevgera kurd li Hewlerê, Dihokê û Zaxoyê belav kiriye dixwaze li Silêmaniyeyê jî belav bike û gel û alîgirên wê derê bi van qetliyaman biçewisîne. Ketiye qeyraneke giran lê dest ji van cinawiriyan bernade. Wê tu car bi ser nekeve û dawiya ku heq dike xwe jê xilas neke. Yasîn Bûlût, Diyar Xerîb, Mam Zekî, Qasim Engînên şoreşa Kurdistanê wê her hebin û xewa dijminên xwe û hevkaran biherimînin.

Yasîn Bûlût û cangoriyên din di dilê me dijîn. Bi kuştinê, bi qetliyaman nikarin gelê şoreşê û têkoşîna wî biçewisînin, armancên xwe yên pûç û paşverû nikaribin pêk bînin.

Gelê kurd bi cangoriyên şoreşê serbilind e, ew misogeriya dahatûya gelê kurd a azad in.

Nûçeyên Têkildar