Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

HPG: Xiyanet dê tu carî bêceza nemîne

HPG'ê ragihand ku wan kontrayê bi navê Abdulbakî Taşdemîr ceza kirin ku sala 1996'an destê wî di şehadeta 3 gerîlayan de hebû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Kontra Abdulbakî Taşdemîr ku sala 1996’an di şehadeta 3 hevrêyên me de destê wî hebû, bi rengekî çalak sîxurtî ji dewleta tirk a dagirker re dikir û ji bo dejenerekirina civaka me karê fûhûş û narkotîkê dikir, ji aliyê hêzên me ve hat cezakirin. Ev kontrayê ku xizmet ji dagirkeran re dikir, li nêzî gundê Dêrkamê yê li qada Şehîd Kendal a Amedê 16’ê îlonê hat cezakirin û tola şehîdên me hat hilanîn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Artêşa tirk a dagirker 25’ê îlonê li qada Geliyê Reş dest bi operasyonek ji bo dagirkirinê kir. Heman rojê yekîneyeke operasyonê bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me. Di encama vê çalakiya serketî de 2 dagirker hatin cezakirin.

Dewleta tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe ya şerê taybet nûçeyên derewîn weşand û îdîa kir ku ev leşker di encama qezayekê de mirine. Gelê me bila bi van nûçeyên derewîn û propagandaya qirêj a dewleta tirk a dagirker bawer neke ku ji bo veşartina windahiyên xwe dike.

28’ê îlonê saet di 08:30’î de li Girê Şehîd Şahan û 30’ê îlonê saet di 07:30’î de jî li Girê Karker hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di van her du çalakiyan de bi rengekî serkeftî li hedefên hatin diyarkirin hat xistin.

Hêzên me yên li Xakurkê bi armanca silavkirina Berxwedêrên Werxelê ev çalakî kirin. Di encamê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

29’ê îlonê saet di 17:30’î de li qada Goşînê ya Xakurkê li derdora Girê Şehîd Hawar hêzên çekdar ên PDK’ê gule li hêzên me reşandin ku hêzên me li herêmê bi erka xwe radibûn.

29’ê îlonê saet di 18:40’î û sibeha 30’ê îlonê li herêma Avaşînê li qadên Girê Sor, Girê Silêman, Girê Spî, Mervanos û Tabûra Ereban helîkopter geriyan. Heman demê qada Kartalê bi balafirên şer hat bombekirin.

29’ê îlonê bi şev li herêma Zapê qadên Tîpa T û Girê Şehîd Sîmko bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

29’ê îlonê saet di 18:10’an li nehiya Çemankê ya navçeya Amediyê ya Duhokê gundê Karawayê bi balafirên şer hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar