Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şandeya MSD’ê bi rayedarên Amerîkayê re civiyan

Şandeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Washîngtonê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û Berpirsê Dosya Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich re civiya

Navenda Nûçeyan |

Li gorî malpera fermî ya MSD’ê alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û berpirsê dosyaya Sûriyeyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich, şandeya MSD’ê li avahiya Wezareta Karên Derve ya li Washîngtonê pêşwazî kiriye. Her du aliyan dosyaya Sûriyeyê û rêbazên çareserkirina aloziya li welêt nîqaş kirine.

Her wiha di malperê de hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji şandeya MSD û Rêveberiya Xweser ya bi serkêşiya Îlham Ehmed re piştrast kiriye ku hevkariya di navbera Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA’yê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam in heta ku teror bi temamî tune bibe û ewlehî li herêmê mayînde bibe.

Joey Hood di civînê de behsa erkên hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku hêzên welatê wî dê li Sûriyeyê bin û hevkariya wan a bi HSD`ê re dê heta bi dawîkirina DAIŞ`ê û çareserkirina aloziya li welêt berdewam bike.

Li gorî malperê herdu aliyan çareseriya siyasî û xebatên navneteweyî yên ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê gotubêj kirine. Hood di civînê de pêwîstiya amadekirina zemîneke guncaw û aramkirina herêmên nakok, ji bo pêkanîna pêşketinekê di çareseriya siyasî de, piştrast kir.

Hood got ku DYA gelek proje ji bo ji nû ve avakirina binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desteka aborî ji Rêveberiya Xweser re danîne da ku ewlehî li herêmê peyda bibe û herêm bi pêş bikeve.

Ev cara yekem e ku Ethan Goldrich bi şande û nûnerên Sûriyeyê re dicive piştî ku di 20’ê îlonê de dest bi erka xwe kir. Her wiha hat bibîrxistin ku di civînê de nûnerê Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê ya li Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê David Bronstein jî amade bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar