PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Gelo muxatebê tirk heye?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Pirsa ‘muxatabê kurd heye’, di van rojên dawî de bi xurtî ketiye rojevê. Piştî ewqas salan Kiliçdaroglu derket û got ‘erê em HDP’ê weke muxatebê kurd nas dikin û navenda çareserkirina vê pirsgrêkê jî parlamento ye.’

Piştî ewqas sal dibêje, ji ber ku temenê partiya Kiliçdaroglu û temenê komara tirk yek e; wate hema mirov dikare bêje 100 sal e.

Di nava van sed salan de, ne ji bo çareserkirina pirsgrêka kurdan, belê ji bo qirkirina kurdan, ji bo jenosid-ji kokê ve qirkirina kurdan, bi dehan û bi sedan êrîş û hewldan hatine kirin ji aliyê dewleta tirk ve. Weke tê zanîn xwediyê dewletê, ji destpêka damezrandinê ve hat îro jî her CHP ye.

Ev dîroka xerab a vê partiyê, nayê wateya ku her çi bêje jî xerab e yan divê bi xerabî û bi niyeta nebaş were dîtin. Erê divê ev dîroka reş were dîtin û neyê jibîrkirin û paşê sedem û egerên vê pêşniyazên weke ya Kiliçdaroglu were şîrovekirin û nirxandin.

Berî her tiştî divê were dîtin ku vê dewleta qirker, li dijî doza gelê Kurdistanê her cûre siyaset û kiryarên hovane da meşandin û bi ser neket. Berovajî, li hember berxwedana Tevgera Azadiyê û bi giştî ya gelê Kurdistanê, ne rêveberiya AKP-MHP’ê tenê, dewlet bi giştî ber bi hilweşandinê ve diçe.

Sedema sereke ya CHP anî vê qonaxê û ev pêşniyaz xist rojevê ev e. Ji alîkî ve, niyet çi dibe bila bibe, ji aliyê xwe ve rasyonel/rasteqînê hizir dike û weke xwediyê dewletê divê bi peywira xwe ve rabe û dewleta xwe ji vê qeyrana hilweşandinê rizgar bike.

Divê li aliyê din, helwest û nerazîbûna desthilatdariya AKP-MHP’ê jî were dîtin û sedemên wê were naskirin. Nerazîbûna wan, ji ber ku berjewendên kesayetî û komên xwe yên talanker, li ser ên dewletê digirin. Ji ketina dewletê bêhtir, ketine derdê ketina xwe. Li gorî zihniyeta xwe ya faşîzan, hizir dikin ku bikaranîna hemû hêzên dewletê û bi şêwazên kotekî û zordariyê, ew ê karibin hem xwe û hem dewletê li ser pêyan ragirin.

CHP, dibîne ku êdî gel bi giştî lê bi taybetî gelê kurd, nema qayil dibe bi serweriya vê zihniyeta zilmê ya dewletê û dijberiyek xurt û berfireh derketiye holê. Ji bo vê hêza dijber, di bin sîwana xwe de bi rêxistin bike û bi vî awayî desthilatiya AKP-MHP’ê birûxîne, destê xwe dixe bin bar. Her wiha dizane ku hêza herî ji dil, xwedî rêxistin û berxwedêr û kilît e, hêza gelê Kurdistanê ye. Bi gotinek din, bi vê hêzê tirsa xwe şikand û ji vê hêzê wêrekî stand. Bila were bîra me, CHP’yiyan, newêrîbûn wêneyên wan û HDP’yiyan bi hev re were dîtin!

Li vir mijarek din a girîng jî pirsa “muxatab kî ye”? Ev pirsa xelet tê pirsîn. Ji ber ku muxatebê kurdan aşkera ye û mezin bûye. Lê belê yê tunebû heta niha, muxatebê tirk bû. Erê yên tirkan jî hinek derket in lê sixtekarî û rûreşiya wan zû aşkera bûn; yê herî dawî jî R.Erdogan bû. Niha va ye Kiliçdaroglu û partiya xwe CHP derketin. De ka em ê van jî bibînin!

Rêberê Gelê Kurdistanê Ocalan, hîn 25-30 sal berê, bi dehan caran ji rojnamevanan re, bi dengê bilind digot, ‘EZ LI MUXATEBEKÎ’ digerim. Her wiha dîsa di dema ‘pevajoya çareseriyê’ de, bi dehan caran, hem muxateb hem alî û cihê fermî û zagonî jî gelek zelal nîşan dida. Rola her hêzan, her saziyan, her partiyan, her kesan û hwd. yek bi yek destnîşan dikir. Ew tiştê ku niha Kiliçdaroglu dibêje ‘cihê çareseriyê parlamento ye’ Rêber Apo, hîn wê wextê, pirî caran û bi rijd/bi israr, hem parlamentoyê hem rêyên fermî û yasayî hemû nîşan dida.

Îca gelo muxatebê kurd an yê tirk ne diyar e? Ma hîn jî zelalî jê re divê gelo? Ji aliyê kurdan ve şik û gûman nemaye, ger ji aliyê tirkan ve şik û gûman mabe, êdî ew jî bila pirsgrêka wan be û bila ew zelaltir bikin!

Nûçeyên Têkildar