Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Şengalê hewldana provakasyona PDK’yê

Gelê Şengalê li dijî hewldanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya Hewlêr-Bexdayê û bi taybet jî PDK’ê daketin ser rêyên sereke û dest bi çalakiyên rûniştinê kirin

Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê ji serê sibehê ve hêzên çekdarî yên PDK’ê bi hevkariya hêzên Iraqê hewl didin bikevin Şengalê.

Duh jî Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihandibû ku ger PDK li dijî Şengalê bikeve nava hewldaneke bi vî awayî dê li ber xwe bidin û parastina xwe bikin.

Li gorî agahiyan ji serê sibehê ve di serî de li Rabîa, Zaxo û gelek nuqteyên kontrolên yên di navbera başûrê Kurdistanê û Şengalê de hêzeke zêde ya çekdarên PDK’ê kombûne û dixwazin bikevin Şengalê.

Li hember van hewldanên PDK’ê gelê Şengalê ji bo parastina xwe hemû rêyên Şengalê girtin û di van kêliyan de li piraniya nuqteyên kontrolê çalakiyên rûniştinê dane destpêkirin û li derdora Meclisa Gel a Şengalê kombûne.

Çi bibû?

Salek berê yanî di 9’ê Cotmeha 2020’î de PDK’yê û hikûmeta Iraqê bêyî naskirina îradeya gelê Şengalê di navbera xwe de peyameke îmze kiribûn ku vegerin Şengalê. Lê gelê Şengalê li dijî vê peyamê derket û diyar kir ku hêzên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyabûn û bibûn sedema komkujiyên mezin, nikarin bikevin Şengalê. Ev salek e bi saya berxwedana gelê êzidî hêzên komploger nikarin planên xwe pêk bînin. Lê niha heman hêzên ku ji Şengalê reviyabûn dixwazin bi hinceta hilbijartina Iraqê ku dê di 10’ê cotmehê de pêk bê, bikevin Şengalê û peymana Şengalê ku gelê Şengalê wek fermaneke nû bi nav dike, pêk bînin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar