Hêzên PDK’ê bi hinceta bangeşeya hilbijartinê xwest bi hevkariya Iraqê hêzên çekdarî derbasê Şengalê bike. Lê ev hewldana PDK’ê li rastê nerazîbûnên gelê Şengalê hat.
Ji serê sibehê ve gel li asayîşên Borik û Guhbel kombûn û destûr nedan hêzên PDK’ê bikevin Şengalê. Hêzên çekdarî yên Iraqê û PDK’ê tevî hemû hewldanan nekarîn barîkata gel bişikînin û bikevin Şengalê.
Li ser israr û berxwedana gel hêzên PDK’ê neçar man ku ji herêmê vekişin. Peyamnêrê ajansa Rojnewsê ragihand ku ji bo aloziyek rû nede Rêveberiya Xweser a Şengalê ketine navberê û rê dane ew hêz bi awayeke ewle ji herêmê dûr bikevin.
Piştî hêzên Iraqê û PDK’ê paşve vekişiyan, gel serkeftina berxwedana xwe bi gerandina govendê pîroz kirin. ŞENGAL