Rawêje ku mirov bi tena serê xwe dikarin bijîn ji hêla zanistî ve dibe ku ji bo celebê mirov ê beriya 7 milyon sal rast be. Dîsa ji hêla zanistî ve tê qebûlkirin ku wê demê jî bi rengên komikên biçûk, bi pergaleke lîstikê dijiyan.
Bi hêsanî dikare were dîtin ku ji wê demê û vir ve asta civakî pir geş bûye, takekes geş bûne, li derî civakê mane jî tê maneya mirinê. Di parastina xwe de li ser vê rawestiyam. Sedema vê ev bû: Ez weke ‘cinawirekî terorîst’ ê ji ezmanan hatî, bi fermanên taybet û veşartî yê kovboyê dawî yê şefê mezin ê DYE’yê, bi desteka hemû hêzên ‘leheng’ û mezin ên cîhanê, di serî de îstîxbarat ji hêla yekîneyên emniyetê ve hatim girtin, di vê girava asê de, di Girava Îmraliyê de ya li Deryaya Marmarayê bi tevdîrên jidiyayî bi tena serê xwe kiribûm tabûtekê.
Propagandayeke kêm hatiye dîtin
Ez di rewşeke wiha de me ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin, ‘terorîstê herî mezin in ku bi kêmanî 30 hezar kes kuştî’. Gelek tişt hatin gotin, nivîsîn û pêkanîn bê ka divê ez çawa werim daliqandin, çawa ku min parçe parçe jî bikin têrê nake, li şûna ku min bikujin her kêlî min birizînin wê bêhtir xizmetê ji armancê re bike û li vir heta ku yek dostê min jî nemîne divê werim bikaranîn û polîtîkayên taybet divê li ser min werin kirin.
Ji bo ku ez nirxandina wê bikim ku darizandina min a li Îmraliyê bi giştî ne li gorî hiqûqê, bi taybet jî ne li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) ye, min parastina xwe berfireh girt. Pêşî nirxandina, ‘Ez jî mirov im, ez jî mirovê civakê me’ ku min hewl da di parastina xwe de biçespînim, ne ji bo fantaziyekê hatiye gotin. Li pêşberî me cîhaneke wiha heye ku min mîna mirovan û gelê me jî mîna gelan qebûl nake, li pêşberî me cîhaneke rûpoşkirî heye ku bi derewên nixumandî û mînaka wê nîn e, dimeşe. Heke ne wiha bûya, şanoya herî trajîkomîk a hiqûqa bi rengê Îmraliyê pêk nedihat.
Her wiha ev ne tenê ji bo dema niha wiha ye, rastiyeke wiha ye ku şaxên wê digihe kûrahiyên dîrokê. Heke em bi mirovî û civakî bihatina hesibandin û wiha wekheviya hiqûqê ya ji bo her kesî heye heke ji bo min jî û gelê me jî hebûya, bi teqezî ev şanoya trajîkomîk a bi rengê hiqûqa Îmraliyê wê pêk nehata. Pirsgirêk ne ji ber wê tê ku bi şertên pir giran tême darizandin û bi rengê binpêkirina gelek xalên PMME’yê pêk tê.
Ev xal her çendî girîng bin jî têkilî çarçoweya giştî tenê dijberiyên jirêzê ne. Rêgeza sereke ya hiqûqê objektîvî ye. Hiqûq xwe naspêrê niyetan, îdîayên taybet. Dema ku ez vê dibêjim ne behsa hiqûqê dikim. Naxwe diyar e ku wê ji fermanên dewletê ya bi reheke hiqûqa îlahî re hiqûq nikaribe were gotin. Ji bo vê jî mirov nikare behsa hiqûqê bike lê mirov dikare behsa dagirkirin, tunekirina wê ramana zordar û derewîn bike ku xwe mîna bi reheke îlahî dibîne.
Dixwazin kesayetiyek û civakeke bênirx ava bikin
Darizandina min a li Îmraliyê ne tenê tunehesibandin û kuştina hiqûqê ye, her wiha hatiye xwestin bikin amûra tunekirinê ya rastiyek e ku biya min ev armanca herî taloke û veşarî ye. Ne tenê dema ku ez li Îmraliyê bûm, di pêvajoya Ewropa û Kenyayê de, gavên wan ên ku her yek jê şokek bû, bi wê armancê bûn ku rasteqîniyên dîrokî û mirovî ji bo min û gelê min bêhikim bikin. Dixwestin li şûn me karakter û civakeke bênirx a bi asta ajalan ku li paryayên hîndê tê dîtin, ava bikin. Ev rewşeke pir kambax bû. Hêla herî giran jî bi tunekirina bîreweriya min dixwestin vê encamê pêk bînin.
Dixwestin pê re heta ku dostekî min nemîne min tune bikin û pêvajoya rehabîlîtastonê ji kûr ve û bi berfirehî pêk bînin. Mirov nikare bibêje ev taloke bi temamî rabûye. Rast e, li dadgehê min got, îşkenceyeke qebe nehatiye kirin di ser de min behsa pêvajoyeke lêpirsînê ya bi hurmetdayîna dualî kir. Lê ev xal tenê nixumandina vê pêvajoyê ye. Rastiyên wê li devereke din e.
Tirk jî têra xwe ne agahdar in
Dema ku mirov dijberiya li hiqûqê û PMME’yê tenê bi hiqûqa tirk, bi rêveberiya wê û Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) şîrove bike ev ê nêzîktêdayîneke pir berteng be. Fikra min ew e ku tirk jî, gel û dewlet têra xwe û bi rengekî rast ji ya ku dibe ne haydar in. Ji bo vê jî, min rast nedît ku xwe bispêrim ser antî-tirkitiyeke erzan. Bi qasî ku mirov hay ji rastiyan heye mirov zanibe ku rastî li gelek deveran e, min ev nêzîktêdayîna bi berpirs û zanistî bi girîngiyeke jiyanî ye. Ji bo vê min parastineke pirreng da.
Ev komploya sedsalê ye
Neqenciya herî mezin a li hiqûqê û darizandinê were kirin ew e ku mirov ji hîsa rastiyê fêhmkirina rastiyê bêpar bimîne. Ji ber van sedaman, heta pêvajoya ku dema destgîrkirinê dest pê kirî, heta ji dest min hat min hewl da ku rastiyan bibêjim.
Heke serokê hêza herî mezin a cîhanê DYE’yê Clînton bi fermî bibêje ‘min ferman da’, serokê hêza herî mezin a duyem a cîhanê yê Rûsyayê Prîmakov, dema ku ji Ewropayê derketim, li ser min got, dengê xwe li hemû Civakên Dewletên Serbixwe kiriye ku ‘bila neyê welatê we’, li Îtalyayê ji hêla li gel ku mafê min ê serbestbûnê hebû jî, bi zexteke zêde ya psîkolojîk hatibim revandin û rêveberiya Yewnanistanê ya ku min bawer dikir ku dost be, bi asta hikûmetê soz dabe min û derba kuştinê li min dabe, di bin van hemû helwestan de, heke berjewendiyên aborî û siyasî yên ne mafdar hebin û herî dawî dîsa bi asta wezîrtiyê hatibe gotin, ’em we dibin Hollandayê’ bi rengekî ku di hiqûqê de tu cihê wê tune ye, min teslîmî yekîneyên ewlehiyê yên taybet ên tirk kiribin, mirov nikare vê tenê weke binpêkirina hiqûqê bibîne, zelal e ku em bi komployeke wiha re hevrû ne ku mînakên wê pir kêm in.
Îxaneta giran a li pîvanên hiqûqa demokratîk
Pirsgirêk ne ew e bê ka ez sûcdar im an na. Pirsgirêk bi wê re têkildar e bê ka bi kîjan niyet û berjewendiyan bi asta Ewropayê, ev qasî ketine nav tevgerên dijberî PMME’yê. Di ser şexsê min re îxaneteke giran a li pîvanên hiqûqê û demokrasiyê yên Ewropayê kirin. Di nav wan sînoran de ku PMME lê serdest e xala ku ji bo min bihata bikaranîn têkilî îltîcaya siyasî ye. Jixwe li Îtalyayê Dadgeha Îstînafê ya Romayê mafê min ê îltîcayê qebûl kiriye. Di vê rewşê de bi rêbazên ku mînakên wê kêm in, di wê pêvaoyê de, ya derxistina min a ji sînorên Ewropayê de, hemû saziyên dewletê û nûnerên wan sûc kirine.
Zelal e ku destgîrkirina ji hêla wan kesên ku sûc kirine, li dijî xala 5’an a PMME’yê ye. Ji bo vê jî ya pêşî divê biryar li ser were danîn divê betalkirina vê destgîrkirina derî hiqûq û girtinê be. Divê vê mijarê bi berfirehî vebêjim. Bi rengekî ku dadgeh jî bi hêsanî dikare bibîne, divê baş were tespîtkirin bê ka çima ez ji mirovan nehatime hesibandin û çima gelê me jî ji gelan nehatiye hesibandin. Ev mijar girîng e. Ji bo vê sedemê, ji bo ku ji dadgehê re bibe alîkar, min bi berfirehî û li ser zemîneke zanistî vegot bê ka ez mirovekî çawa me, weke qurbanê gerdîşeyên giran ku ji dîrokê ve têne sepandin, çawa hatime heta vê demê.
Ji ber ku ya ku li ser min hatî kirin li ser cinawiran jî nakin. Her wiha hewldanên tunehesibandina gelê me li ser qebîleyên herî paşdemayî jî nehatiye kirin. Dema ku dibêjim hiqûq objektîvbûnê ji bo xwe esas dibîne qesta min jê, ev e. Ji bo ku ev doz li gorî rêgezên gerdûnî yên hiqûqê bimeşe ku ji dengên digihin Dadgeha Berz jî diyar e ku bi milyonan mirov têkildar dike, tenê ku mirov heqê van rastiyan bide, pêkan e.
Bi rengekî zelal divê vê bibêjim: Li gel ku were dîtin ku şertên darizandinê yên li Îmraliyê dijî PMME’yê ne jî, biryarek were dîtin ez ê vê mîna parçeyek ji komployê bibînim. Ev nikare were qebûlkirin. Heke ez vê biryare qebûl bikim, di dîrokê de û niha li gel ku gelê me hurmeteke mezin daye min jî, ez ê bibim yek nokerên xayîn ê di nav gelê kurd de. Li dijî van nokeran ku zarîkerên sereke yên nehiqûqiya li dijî gelê me ne, ji bo ku werin ser rêya birûmet a hiqûqê tim têkoşiyam. Lê di darizandina Îmraliyê de her hewldana ku wê were qurpandina komployê, wê were maneya ku lîstika nokeran bi ser ketiye.
Ya ku divê were parastin vîn û hêviya azadiyê ye
Heke em vê neheqiyê bikin, dadgeh bibe amûrê ve û ez jî vê biqurpînim, bila tu guman jê nebe, ev rewş heta ku ji nav gelê me yek mirovê paqij nemîne wê ev rewşa berdest bidome. Dîtina vê rastiyê belkî di şertên Ewropayê de zehmet be. Lê ya ku tê darizandin, tekane ye bi şeref, vîna azadiyê û hêvî ye ku gelê me di ber de xwe şewitand, li dijî hêzên êrîşkar ku mînaka wê nehatiye dîtin heta bi hilma xwe dawî li rûmeta mirovahiyê xwedî derketin û li ber xwe dan.
Her çendî min bi layiqî ev vîna temsîl nekiribe jî, ez fersendê nadim ku ev nirx hem di şexsê min de û hem jî li bara hihqûqê derbê bixwe, qels bibe û ev ji vê re nabim amûr jî. Ez pir girîng û dîrokî dibînim ku bi binpêkirina hiqûqa Ewropayê, hêz û pergala ku ez ne tenê bi komployekê, bi komployê li pey hev revandim, bi rengekî rast werin pênasekirin û Dadgeha Berz pêşî ser vê mijarê ronî bike û biryarê bide.
Revandina min û destgîrkirina min ne bûyereke jirêzê ye. Tenê ji bo ku vê bûyera bêqidoş şermezar bikin ji gelê me bi sedan mirovî xwe şewitand û çûnê mirinê. Xwestin ku derbeke giran li hêvî û baweriya gelê me bidin. Jê kambaxtir heke pêvajoya xwekuştinê ya ku dihate xwestin ku min têxin navê, heke pêk bihata, teqez e ku wê rê li ber pêvajoyeke nû vekira ku bibûye sedema mirina bi deh hezaran mirov. Ji bo vê jî bi rengê pakêtekê dayîna min a Tirkiyeyê ji hêlekê ve wê bandora bombeya atomê nîşan bida ku ziyana wê piştî Japonyayê dê ji ya Helepçeyê pir mezintir bûya.
Ez neketim lîstika ku wan danî
Li gel hemû dijwariyan jî pûçkirina pêvajoya xwekuştinê, kesên ku plana bandora bombeyê kirin pûç kir. Hemû hesab li ser wê bû ku ez ê nikaribim li bara van şertên giran xwe ragirim an bikevim rojiya mirinê yan jî bi demanceya ku sefîrê yewnan ji min re hiştî xwe bikujim û dawî li jiyana xwe bînim. Di rewşeke wiha de jî wê bi hezaran çalakiyên xwekujî bibûna, pêvajoyeke domdirêj a bi xwînê û tundiyê, ya ji ya Israîl-Filîstînê mezintir bibûya. Berpirsyariya exlaqî ya ku li bara gelê xwe, dostan û hevrêyan û karakterê min ê alîgirê aştiyê hewce dikir ku nekevim vê lîstikê.
Komplo bi ser neket
Encam çi dibe bila bibe, heta ku ji dest min hat, min xwe qanih kir ku jiyana min wê rastir be û min lîstik xira kir. Komplo bi esasî bi vê helwesta min bi ser neket. Min pêşî lê girt ku xakên Anatoliyê û Mezopotamyayê bikeve nav lîstikeke bi xwînê ya ku wê bi salan dom bike.
Polîtîkaya ku hatî danîn mîna kurteya van du sed salên dawî ye. Kurteya vê polîtîkayê ew e ku pêşî kurdan bikişînin ber raperînê û piştre xwe ji pişt wan vekişînin û piştre jî tirkan bînin rewşa ‘lêxin’. Bi gotineke dî lîstika li hev sorkirinê dihate lîstin. Diyar e ku polîtîkayeke pir dilhişkî dihate kirin.
*Ji parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin
Çavkanî: ANF