Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Li Werxelê 2 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li leşkerên tirk ên dagirker xistin ku dixwestin êrîşê bibin ser Werxelê. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

2’yê cotmehê saet di 10:30’î de li dijî dagirkerên ku xwestin êrîşê bibin ser qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê, hêzên me çalakî kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakiya serketî ji bo silavkirina berxwedêrên Werxelê hat kirin ku bi îradeyeke mezin li dijî dagirkeran şer dikin.

2’ê cotmehê saet di 13:30 û 3’ê cotmehê saet di 06:40’î de li herêma Zapê, li dijî dagirkerên li qada Şehîd Serxwebûn, hêzên me 2 caran bi çekên giran çalakî kirin. Di her du çalakiyan de bi rengekî serkeftî li hedefên hatin diyarkirin, hat xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

2’ê cotmehê saet di navbera 20:20-21:00 de hêzên me li helîkopterên êrîşê xistin ku van helîkopteran dixwestin bombeyan li gundên Hirorê û Kêste bibarînin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên êrîşê neçar man ji herêmê biçin.

1’ê cotmehê ji danê êvarê heta sibeha 2’ê cotmehê, li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Sor, Girê Silêman, Girê Spî, Mervanos û Tabûra Ereban geriyan. Di heman demê de qadên Tabûra Ereban, Geliyê Basya û gundê Dirê bi helîkopterên êrîşê û hawanan hatin bombekirin.

2’ê cotmehê saet di navbera 19:00-22:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Serarû, Êdinê, Dêşîşeyê; qadên Koordîne û Qela Qûmriyê, saet di 10:20’î de jî gundê Bankayê bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer hatin bombekirin.

2’ê cotmehê saet di 16:15’an de qada Girê Cûdî ya herêma Zapê bi balafirên şer, şeva heman rojê jî ji qereqolên li ser sînor bi obusan hat bombekirin. Sibeha 3’ê cotmehê qada Zêvê bi obus û hawanan hat bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

2’ê cotmehê saet di 14:44’an gundê Yekmalê yê li herêma Bergarê ya ser bi navçeya Amediyê ya Duhokê bi balafirên şer hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar