Şer, koçberî, dagirkerî, tecrîd bandorek neyînî li tevahiya Kurdistanê dike. Zarok jî herî zêde ji vê neyînîyê bandor dibin. Zarokên kurd çavên xwe di nav şer de vedikin, bi şer mezin dibin, hewl didin ku di nav şer de ji xwe re jiyanek ava bikin lê di nav wan şertên xerab de jiyîn, xwe naskirin, keseyeta xwe pêşxistin ne evqas hêsan e.
Zarokên kurd jî wek hemû zarokan xwedî xeyal in, xeyalên wan ên pêlîstoka lîstin, bisîklet ajotin, di kolanan de bi hevalên xwe re kêfkirin hene. Li gundê xwe di nav mêrg û zeviyande bigerin, bilêyzin, pezên xwe biçêrînin û bi tiştên biçûk şabibin.
Ew jî dixwazin bê tirs biçin dibistanê, bigerin, ji dikanek çîkolateyek bikirin. Hûn dizanin çiqas zehmet e ku heger kesek çîkolata nexwaribe hûn tema çîkolatayê pê bidin fem kirin. Heya bi xwe nexwe wê tema çîkolatayê nizanibe.
Zarokên welatê me di xewnên xwe de azadiyê dibînin lê dema hişyar dibin mîna li Roboskiyê, bombe li wan tên barandin, mîna Ceylanan bi fîşekên hewayî yên polîsan bedenên wan tên parçe kirin. Wek Mîraçan bi panzeran tên perçiqandin. Ji bo çûyîna nan wek Berkîn Elvanan tên qetilkirin, mîna Ugur Kaymazan tên gulebarankirin.
Ceylan Onkol jî wek Ugur Kaymaz tenê 12 salan emir kir, bi wan re xeyalên wan hatin kuştin. Ceylan ji dayika xwe makarna xwestibû lê wê ew makarna qet nexwar. Dayika Ceylan parçeyên bedana wê di bin daren gûzan de berhev kir û di pêşa xwe kom kir. Wê dayika bi dil êş dîsa dev ji gotina aştiyê berneda û bi qêrîn got: “Ji bo xwedê, Ceylana min çû, da ku Ceylanek din neyê gulebarankirin, zarokek din divê neyê kuştin, divê êdî xwîn neyê rijandin.”
Di nav 16 salên dawî yên desthilatdariya AKP’ê de herî kêm 365 zarok ji ber pevçûn û bûyeran hatine kuştin.
Zarokên kurd li her çar parçê Kurdistanê hatin qetilkirin û tên qetilkirin. Li Şengalê ji hêla DAIŞ’ê ve hatin revandin, bi destê zorê hatin misilmankirin, zarokên keç di bazara koletiyê de hatin firotin.
Li Rojava bi çekên kîmyewî hatin şewitandin. Li Maxmûrê di hembêza dayikên xwe da hatin bombebaran kirin. Li Îranê hatin darvekirin. Zarokên kurd bi travmayan mezin dibin. Li ber çavên wan gund û warên wan hatine xirakirin, xaniyê wan hatine rûxandin. Zarokên ku di nav şer de mezin dibin êdî zaroktiya xwe najîn.
Zarok nîşanên nexweşiya stresê ya piştî travmayê wekî raman û wêneyên dubare, berfireh û xemgîn nîşan didin. Van zarok bûyerên tengahiyê xeyal dikin û wan di şiklê çîrokbêjî yan lîstikê de vedijînin. Depresiyon û nexweşiyên xofê di nav zarokên ku di nav şer de mezin dibin çêdibin.
Pêku zarokên kurd jî wek hemû zarokên cîhanê bikaribin bêtirs di bin ezmanê şîn de bileyzin. Bê wan têlên axa û me ji hevdu qetandî, bigerin. Li axa Kurdistanê ji her çar parçeyan zarok, govenda azadiyê bigerînin, dibê pêşî xiyanet di nav kurdan de çênebe.
Kurd bibin yek, ji bo vê yekitiyê jî gerek jinên kurd dîsa pêşengtiyê bikin. Beriya dema şer di nav kurdan de derdiket jinan laçika xwe ya spî diavêtin erdê û ew şer didan seknandin. Êdî dem dema yekitiyê ye, dem dema azadiyê ye. Azadî dê bi pêşengtiya jinên kurd were vê axê.