Rojnameger Ayşe Kara di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tê darizandin. Bi îdiaya ku Kara ‘endama rêxistinê ye’ doz lê hatiye vekirin û li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê darizandin. Dozgerê Komarê ku li dosyeya Kara dinêre, mutalaya xwe amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger dixwaze Kara heta 15 salan were cezakirin. Dozger îdia dike ku Kara di nava xebatên KCD’ê de cih girtiye û di çarçoveya xebatên ‘rêxistinê’ de kar kiriye û dozger îdia dike ku Kara ‘sûcê rêxistinî’ kiriye. Dozger endamtiya Ayşe Kara ya Cemiyeta Rojnamegeran a Azad (OGC) jî wek sûc dîtiye.
Dozger bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ xwest Kara ji 7 sal û nîvan heta 15 salan bi cezayê hefsê were cezakirin. Danişîna doza der barê Kara de hatiye vekirin dê di 9’ê mijdarê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. AMED