Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Li dijî dagirkeran çalakiyên gerîlayên YJA Starê

Gerîlayên YJA Starê li Heftanîn û Werxelê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de çeperek artêşa tirk hate îmhakirin û derb li kepçeyekê hat xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

3’ê cotmehê saet di 11:20’î li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên ku li qada Girê Koordîne ya Pîrbilayê rê çêdikirin, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encama vê çalakiya serketî de çeperek hate îmhakirin, derb li kepçeyekê hat xistin.

4’ê cotmehê saet di 15:40’î de li qada Girê Azad a herêma Metînayê cîhazeke wênekişandinê ya artêşa tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hat desteserkirin.

Li herêma Avaşînê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

4’ê cotmehê saet di 17:30’î de li qada berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê li dagirkeran xistin. Çalakî bi çekên giran hat kirin û li hedefên hat diyarkirin bi rengekî serketî hat xistin.

5’ê cotmehê saet di 08:00 de li Mervanoyê li dijî dagirkeran bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve çalakî hat kirin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehat tespîtkirin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

4’ê cotmehê heta danê şevê artêşa tirk a dagirker bi çekên giran û helîkopterên êrîşê bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Di sibeha 5’ê cotmehê de careke din bi çekên giran bombardûman li qada berxwedanê hat kirin.

3’ê cotmehê li herêma Metînayê ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan bombe li qada Koordîneyê hat barandin. Di encama vê bombardûmanê de agir bi qadê ket û şewat dewam dike.

4’ê cotmehê saet di navbera 19:35-00:10’an de li herêma Avaşînê li qada Mervanos, Geliyê Basya, Girê Sor û Tabûra Ereban liv û tevgera helîkopteran hebû. Heman demê qadên Geliyê Basya û Girê Kartal bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

4’ê cotmehê saet di navbera 21:30-23:00 de li herêma Avaşînê li ser xeta Qaşûrayê helîkopter geriyan. Heman demê gundê Dêşîşê, qadên Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

4’ê cotmehê saet di 17:30’î de li herêma Zapê qada Çiyayê Reş bi balafirên şer hat bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar