Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, berxwedana gerîla, hewlesta dijminane ya PDK’ê ya li hemberî gerîla, bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya dewletên navneteweyî nirxand.
Sozdar Avesta di destpêka axaftina xwe de hêzên ku tev li komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû bi tundî şermezar kir û di şexsê Halît Oral, Rotînda, Kurdê, Taylan, Rojbîn, Ozgur de şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ gihîştin asta şehadetê bi rêzdarî û biryardarî bi bîr anî.
Avesta anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê di nava şert û mercên giran de bi berxwedan û têkoşîna xwe ya dîrokî bû mînak ji tevahiya cîhanê re û wiha got: “Ne em ne jî gelê me dê vê komployê tu carî ji bîr neke. Gelek sedemên komployê hene. Hêzên ku tev li komployê bûn xwestin ku Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn bikin. Ji ber ku Rêber Apo û tevgera azadiyê li pêşiya xwe weke astengî dîtin, komployek navneteweyî kirin. DYE, Israîl, Yekitiya Ewropa û hêzên xayîn ên li herêmê tev li komployê bûn û Rêber Apo dîl girtin.”
Ocalan tevî tecrîdê jî ji bo gelan xebitî
Avesta diyar kir ku rewşa niha ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna îdama li rojan belavkirî ye û 23 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û wiha domand: “Rêber Apo 23 sal in rojekê jî gilî û gazin nekiriye, negotiye ‘şert û mecên tê de me gelekî giran e, lewma nikarim tiştekî bikim’. Ji bo gelan kar kir, ji bo mirovahiyê xebitî. Li hucreya ku lê tê hiştin, nefesgirtin jî zehmet e. Niha di nava tecrîdeke giran de ye. Tevî vê yekê jî hewl dide ku mirovahiyê ji nava krîz û kaosê derxîne. Ev yek jî nîşan dide ku hêzên komploger çima komployek wiha kirine. Rêbertî got, ‘Nebêjin ku tenê ez li Îmraliyê li çarmixê hatime xistin, hûn jî li vê derê bi min re ne’. Ev yek rastiyekê nîşan dide. Armanca hêzên komploger îzlekirina Rêbertî li Îmraliyê bû, astengkirina gihîştina dengê Rêbertî ji bo gel bû. Rêbertî li hemberî vê yekê di nava berxwedaneke mezin de ye.”
Bikaranîna çekên kîmyewî
Sozdar Avesta têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û têkoşîna gerîla ya li dijî van êrîşan bi vî rengî nirxand:
“Beriya her tiştî gerîlayên azadiyê, bi taybetî lehengên Apoyî yên di Pêngava Cenga Xabûrê û Pêngava Bazên Zagrosê de bênavber li ber xwe didin, pîroz dikim, silavên xwe ji wan re radigihînim. Ew destanê dinivîsînin, dîrokê dinivîsînin. Heta niha berxwedaneke bi vî rengî ya mezin nehatiye nîşandan. Me jî gerîlatî kir lê belê mînaka berxwedana niha di dîrokê de nîne. Berxwedana Zendûra, Mamreşo û Girê Sor bi tîpên zêrîn li dîroka mirovahiyê û Kurdistanê hat nivîsandin. Ya ku çokên Bahçelî û Erdogan lerizand berxwedana gerîlayên azadiyê ye. Gerîlayên HPG û YJA Starê desthilatdariya faşîst anîn ber hilweşînê. Ji ber vê yekê bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwazin gerîla tune bikin. Çekên ku bi kar tînin di şer de qedexe ne. Eger ewqas çekên kîmyewî li cihekî din bi kar anîbûna wê dinya rabûya ser pêyan, heta niha wê dest lê bihata werdan. Çima ev nayê kirin? Ji ber ku bi ser NATO’yê ve ne. Piştgiriyê ji NATO’yê werdigirin.”
Hêzên navneteweyî piştgirî didin siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk
Di berdewama nirxandina xwe de Sozdar Avesta da zanîn ku hêzên navneteweyî vî sûcê dewleta tirk ji nedîtî ve tên û wiha pêde çû: “Divê em çi bikin? Ev hêz piştgiriyê didin siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk a li dijî gelê kurd tê meşandin. Divê gelê me vê bibîne û helwestê nîşan bide. Divê xwedî li gerîlayên azadiyê derkeve û saziyên navneteweyî bixe nava liv û tevgerê. Em dibînin ku dema gelê me li qada navneteweyî nerazîbûnê nîşan dide dibe hedefa êrîşan. Li Strasbourgê gelê me xwest ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî û tecrîdê çalakiyê li dar bixe lê belê polîsan êrîş kirin. Dewleta tirk a faşîst ji vê yekê hêzê werdigire. Yekitiya Ewropayê bi vî rengî xwedî li dewleta tirk derdikeve. Fransa çalakiyên demokratîk ên gelê kurd qedexe dike lê belê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk ji nedîtî ve tê. Ev yek bêexlaqiyeke mezin e.
Gelê Kurdistanê, gelên Tirkiyeyê, dostên me, hêzên enternasyonalîst û dijberên faşîzmê, divê dengê gerîla bibihîzin û li dijî dewleta tirk bikevin nava liv û tevgerê. Divê dewleta tirk û Edogan-Bahçelî yên faşîst li dadgehên navneteweyî bêne darizandin. Ji bo vê divê bikevin nava liv û tevgerê. Gerîlayên azadiyê bi îrade, têkoşîn û sekna xwe careke din ispat kirin ku tu hêz nikare bi gerîla. Gerîla çawa li ber xwe dide divê gelê me jî vê berxwedanê dewam bike. Ez di wê baweriyê de me ku gerîla wê bi têkoşîna xwe dijmin ji vê xakê biavêje.”
Helwesta PDK’ê helwesteke dijminan e
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta der barê êrîşên PDK’ê de yên li dijî gerîla û bi taybetî yên li hemberî Şengalê ev nirxandin kir:
“PDK ji mehên biharê ve li dijî gerîla di nava helwesteke neyînî de ye. Ji bo tunekirina gerîla piştgiriyê dide dewleta tirk. Vê yekê jî bi rengekî aşkera dike. Mînak dema ku Berxwedana Zendûrayê mezin bû, dor li Metînayê girt. Gerîla ji bo şerek neqewime hêzên xwe yên li Zendûrayê vekişand. Di dema vê vekişînê de 6 heval şehîd bûn. Piştre 3 gerîlayan xwestin derbasî qadeke cuda bibin. Gerîla ye, bêguman wê biçe. 35 sal in li vê cografyayê tevdigere. PDK’ê ev 3 heval xiste kemînê, aqûbeta wan hîn jî nayê zanîn. Li heman xetê 7 hevalên din jî xistin kemînê. Piştî helwesta gelê kurd, PDK’ê li hemberî daxuyaniya gerîla got ‘tiştekî bi vî rengî nîne’. Lê em zanin ku heye. Bi rastî jî helwesta PDK’ê helwesteke dijminane ye. Eger tu xizmetê ji dijmin re dike, wê demê tu bi dijmin re yî.
Rewşa ku PDK tê de ye xizmetê ji yekitiya neteweyî, xizmetê ji gelê kurd û Kurdistaneke demokratîk re nake. Xwe weke kurd dibîne lê her kesên li derveyî xwe jî dijberê kurd dibîne. Lê belê helwesta ku nîşan dide berevajî vê yekê ye. Tu eleqeya xwe bi kurdîtiyê re nîne. Divê dest ji vê helwesta xwe ya dijminane berde. Ewqas bang lê hat kirin. Mînak, meha hezîranê dostên kurdan, enternasyonalîst, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar ji Ewropayê hatin civîn kirin. Lê belê wan sozên ku dan bi cih neanîn. PDK dixwaze li Kurdistanê çi bike? Kê çi soz dane PDK’ê? Çima ewqasî di bin bandora hêzên navneteweyî û dewleta tirk de dimîne? Divê gelê kurd vê bibîne. PDK bi dorpêçkirina gerîla dixwaze bênefes bihêle. Dixwaze gerîlayên ku di nava şert û mercên ewqasî giran de li ber xwe dide, tasfiye bike. Divê PDK dest ji vê yekê berde. Pêkhatina yekitiya neteweyî ya kurd bi kêrî PDK’ê jî tê. Eger îro PKK bê tasfiyekirin, PDK mehekê jî nikare li ber xwe bide. Ji ber vê yekê divê dest ji polîtîkayên dijminane berde.
Şengalî baweriya xwe bi van hêzan nîne
9’ê Cotmehê salvegera peymana navbera hikûmeta Iraq û PDK’ê ya li ser Şengalê ye. Xelkê Şengalê li dijî vê peymanê saleke bi rengekî mezin û bi rûmet li ber xwe dide. Xelk sibê, êvarê li ser pêyan e; xwedî li nirx, çand, ked û baweriya xwe derdikeve. 73 fermanan nekarî xelkê êzidî tune bike, Peymana Şengalê jî fermana 74’an e. Bi rêya vê peymanê dixwazin êzidiyan tune bikin. Xelkê êzidî li hemberî vê li ber xwe dide. Şengalî baweriya xwe êdî bi van hêzan nîne. Sala 2014’an PDK’ê ev xelk hişt û reviya. Niha jî bi bahaneya hilbijartinê dixwaze bikeve Şengalê. Lê belê wan hêzan dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirin, ji Şengalê reviyan. Ji qeymeqam heta hêzên leşkerî hemû reviyan.
Rojên dawî ji ber hilbijartinê bi bahaneya ‘Em namzetan tînin Şengalê’ hêzên xwe yên pêşmerge da pişt xwe û bi hin nokerên xwe hewl didin li Şengalê provokasyonê bikin. Hewl didin lihevkirina 9’ê Cotmehê bi vî rengî bixin meriyetê. Ev kiryara wan li dijî civaka êzidî sûcek e. Çi ji civaka êzidî dixwazin? Jixwe bi sed hezaran mirov li kampên Başûr dîlgirtine, tenê ji bo deng bidin wan. Ji ber ku zanin bi vî rengî encama dixwazin nikarin bi dest bixin, bi hêzên leşkerî dixwazin Şengalê dagir bikin. Divê êdî destê xwe ji ser vê civakê vekişînin. Ev provokasyon xizmetê ji dijmin re dikin. Ji ber ku sîxur li wê derê bi cih kirine, dewleta tirk her roj êrîşî xelkê êzidî dike. Meha derbasbûyî bi dehan mirov qetil kirin. Xelkê êzidî bêguman êdî xelekekî têgihiştî ye. Li hemberî van êrîşan li ber xwe dide.
Xelkê êzidî jî dixwaze hilbijartineke demokratîk pêk were. Kî wê ji bo wan bi kêr bê, kî wê wan û xaka wan biparêze û diparêze, kî xizmetê ji civaka êzidî re dike, dê li gorî wê biryarê bidin. Sedema êrîşên dawî jî ev e. Berxwedana sala dawî ya xelkê êzidî ya li dijî vê lihevkirinê gelekî girîng bû. Bi vê wesîleyê xelkê Şengalê silav dikim. Di hilbijartinê de jî wê li gorî vê yekê helwestê nîşan bide.” BEHDÎNAN