Endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dema bi mêhvandarî serdana malbata siyasetmedarê kurd Gûngor Alp kirin, li gel endamên malbatê hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên destpêkê Nûnerên HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, endama HDP’ê Rûken Nûcan, Gûngor û Gûlcan Alp di serdegirtina malê de hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnewsê ji endamekî HDP’ê girtiye, her 5 kes birine asayîşa Raperîn û lêpirsîna wan dewam dike.
Peyamnêrê ajansê jî li gel asayîşa Giştî ya Hewlêrê peywendî girtibû û asayîş jî îdia kiribû ku wan tu endam û nûnerên HDP’ê binçav nekirine. HEWLÊR