Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî Komploya Navneteweyî Berxwedana Sedsalê – 13

Şert û merc her çendî giran bin jî ez ê hewl bidim ragirim. Di jiyana xwe ya li Îmraliyê de, hilberandina sebrê, maneyê û wêrekiyê wê ji min re ne zehmet be. Zehmetiyên fizîkî li derveyî vîna min e

Beriya pêvajoya Îmraliyê bi rengên cuda min nîşan dabû ku gera li aştiyê ji bo min ji geşkirina şer zêdetir binirx e. Gelek caran min ev hêl diyar kirin. Di pêvajoya Îmraliyê de zêdetir li ser aştiyê kûr bûm.

Min ev ne di ber tawîzeke de wiha kir, min ev bi peywireke mirovî û siyasî fêhm kir. Teorî û pratîka aştiyê bi kêmanî bi qasî teorî û pratîka şer lazimiyek e. Aştî heke sînordar be jî, heke ji pêngavên azadiyê re vekirî be, ji wan şeran ku destkeftiyên pir mezin bi dest mirov ve tînin, divê bêhtir were hilbijartin. Ez bawer im ku hîs, hiş û vîna aştiyê zêdetir berz û xurt e. Ez bawer dikim civakeke ku aştiya xwe bi azadiyê bi cih aniye, her demê rêxistinî û bîrewer e û mafê xwe jî bi aştiyê bêtir bi rehetî wê bikaribin bi dest ve bînin.

Dogmayên milliyetgir, derbirînên demagojik

Tu gumanê jê nabim ku aştî ne qelsî xurtiyek e. Bi radestbûna nav dogmayên milliyetgir, li ser navê ‘welatê pîroz-al-dewletê’ derbirînên demagojîk ên ku têne nîşandan, bi rengê derewên faşîst şîrove dikim. Bi baweriya min, niştimanperweriya herî hevgirtî bi wê ye ku mirov hurmetê bide hemû hebûnên çandî. Ez ê min im, ên ku dixwazin herî pir ji neteweya xwe re sûdewar bin, bi qasî ku hurmetê didin çanda xwe, bi hurmetdayîna çandên hemû gelan dikarin vê pêk bînin. Sedsala 21’ê wê bibe şahidê aştiya kurdan.

Hewldanên min diyarker e

Pêvajoya jiyana min a li Îmraliyê, tu guman jê nîn e, keda xwe tê de heye ku li ser diyardeya aştiyê zêdetir kûr bibim. Bi qasî derfet û delîveyan min hewl da ku ez vê der bikim. Di nermbûna rewşê de ya van du salan a li Tirkiyeyê, rista van hewldanên min diyarker bûye. Bi taybetî, elîta siyasî, parlamento û hikûmet gavên ku ji wan dihat payîn, ji ber ku neavêtin, nehiştin ku rê zêdetir vekin û fersend nedan aştiyeke mayinde. Ez ne ku ji mirinê ditirsim bi vê helwestê me. Ez dizanim ku ev ê tu sûdê neyîne û nebe çare. Lê bi girîngî hewceyî pê dibînim ku diyar bikim, gavên ku bi hewcehiya nasnameya xwe ya îdeolojîk diavêjim bi şaşî neyên şîrovekirin û li ser vê hesabên şaş nayên kirin.

A ku li ser min tê ferzkirin, pergala rizandinê ye. Jixwe tê zanîn bê ka ez bi komployeke çawa anî me vir. Ji bo ku zêdetir fersendê bi dest armancên komlogeran ve neyînim, yên li ser Anatoliyê, Mezopotamyayê û Tirkiyeyê, ji bo ku zêdetir fersendê bi dest derdorên şowen ve neyînim ku siyasetê di ser xwînê û şer re dikin, ez biryardar im ku helwesta xwe ya li ser aştî û azadiyê, ya di berjewendiya hemû gelê Tirkiyeyê de ye, bidomînim.

Planeke her hêzê heye

Her wiha, min diyar kiribû ku îmhakirina min tenê bi şexsê min re ne sînordar e, heke wiha bûya, min ê ev zêdetir venekiriba û nekiriba mesele. Lê ji ber sedema ku komplo hê jî sazkar e û baş pê dizanim ku îmhaya min mîna xelekê wê ji bo îmhaya, hemû hevrêyan, dostan, gelê me yên dirûst, dilsoz ê welatparêz bi rengê destpêkekê were şixulandin, dema ku îhtîmaleke wiha hat rojevê û dema ku bi rengê talokeyekê derkete holê, haziriya giştî, raperîn û hatina ber bi pergala berevaniya rewa ve, weke mecbûriyeteke xwe nîşan dide.  Ji wan kesan ku ji bo aştiyê gavên herî maqûl navêjin, her tişt dikare were hêvîkirin. Pûçkirina komployê zêdetir kêferatê hewce dike. Divê mirov baş bihesibîne be ka şêwaza rizandinê dixwazin bi ku derê ve bibin. Destpêkê rengê xwekuştinê li ser min hatibû ferzkirin. Ji bo piştî min gelek plan hatibû girêdan. Ya Talabanî tenê yek jê ye. Planên bi ser Barzanî ve jî hene. Her hêza têkildar û xwedî îdîa bi planekê ye. Ev plan nehatin rakirin, tenê bi demê ve hiştin. Hîç nayê zanîn bê ka şêwaza çareseriyê ya Tirkiyeyê çi ye.  Lê aşkera ye ku hewl dide birizîne, li bendê ye ku bi demê re alternatîfên herî pir li berjwendiyên wê tên xwedî bike.

Ji bo aştiyê jî pêwîstî bi hêzeke parastinê ya rewa heye

Şêwaza me tê zanîn. Şert e ku hezên berevaniya rewa, di nav çar dewletên cîran de, bi qasî ku bikaribe aştiyê û çareseriya yekitiya demokratîk bi cih bîne, xwedî hejmareke zêde be û bi vê wesfê ve.  Aştiya herî mutewazî jî, hewcehiyê bi hêza berevaniyê ya xurt û rewa dibîne. Kîjan dewlet êrîşê tîne ser bila bîne, divê di wê rewşê de be ku li dijî hemûyan, bi plan be, hazir be û bicihbûna wan bi hemû kûrahî û berfirehiyê be. Tenê ku pergaleke berevaniyê ya rewa ya ku bikaribe li bara her cure êrîşê xwe ragire li pişt hebe, aştî û çareseriya demokratîk dikare çêbibe.

Dîsa dibêjim; berevaniya rewa ji bo dewletan jî hewce ye. Bi vê çarçoweyê pêdivî bi xebata civaka sivîl a berfireh û bi xebata siyasî heye, ya ku xwe dispêrê hevalbendiya hêzên çareseriya demokratîk. Aştiyê û çareseriya demokratîk bi esasî wê xebatên civaka sivîl û hêzên hevalbendiya demokratîk bi cih bînin. Derveyî welat û hêzên berevaniya rewa tenê bi qasî ku vê xebatê û hevalbendiyan xurt bika geşdan dikarin erênî û bilez bin.

Ez ji sedî 90 bar hildigirim

Şert û merc çendî giran bin jî ez ê hewl bidim ku ragirim. Di jiyana xwe ya Îmraliyê de, hilberandina sebrê, mane û wêrekiyê wê ji bo min ne giran be. Zehmetiyên fizîkî ne bi vîna min e. Ya herî çaktir, hem dîroka giştî û hem jî dîroka Tevgera Azadiyê, bi hêza hîs û ramanê ya li Îmraliyê ez ê gelek caran binirxînim. Ez ê plansaziya hin xebatên wêjeyî bikim. Dikarim vê diyar bikim: Têgihiştina hêza hîs û ramana min a qonaxa Îmraliyê wê me bibe wê rewşa ku mirov bi girîngî û hêzeke derasayî be. Mezinahiya dîrokî û mezinbûn, bi wê ve ye ku rastiya min a li Îmraliyê were parvekirin û bi xurtî were temsîlkirin.

Jiyîna dîrokê û ya rojane ya bi vî rengê bêhempa û têra xwe kûr, bi avaniyeke weke ya min çavdêriya li vê û encam ji vê derxistin, ji bo kesên bi xwe bawer bi qasî ku hêzê dide wan, peywirên giran jî li wan bar dike. Ez hez nakim ku zêde xwe binepixînim.  Lê ji bo rûberîhevkirinê mirov gelek caran li Îsa, Paulus, Muhammed, Lenîn, Stalîn û mînakên piştî wê binêre wê sûdewar be. Ez bawer dikim ev dahurandina vê şêwaza parastinê, wê bandoreke wiha bike ku asoyê li ber mirov veke, di hêla raman û hîsê de mirov dewlemend bike û ji bo hewcehiyan bi asteke girîng bibe bersiv. Lê heke ji bo xwe aştiyeke birûmet û jiyaneke azad dixwazin, her kes li gorî serdemeke derasayî divê hewldana xwe lê zêde bikin.

Hê jî barê dewletê, PKK’ê û gel, ji sedî 90 ez radigirim. Ez vê ji bo xwe mîna rûmetê dibînim. Lê yên ku nikaribin bar hilgirin, ne xwedî wê siûda ne ku berz bibin û mezin bibin. Ji bo vê jî pêdivî pê heye ku mirov xwe bide şêwazeke xwe dayînê, wêrekiyê û serkeftinê. Serdemên wiha, bi giraniyeke wiha ne ku dikarin dused salî diyar bikin. Bi vî rengî şîrovekirina vê, wê nehêle ku sedan sal ecûckî bimînin; serdemên ku mirov dikare jê re bibêje şayanî dîrokê ne, rê li ber heyina hêzên berz û bixisletbûnê vedike. Dema ku ev siûd neyê bikaranîn, ne li ser navê xwe, li ser navê her kesî xemgîn dibim.

Mezinbûna hêviya min xurt e

Diviya ev xakên ku dibû ku bihişt li ser bihatana avakirin, ne wiha hoveber bûna, ne wiha di nav kavil û xirbeyan de bûna. Mezinbûna hêviya min ji her demê xurtir e. Kêmparvekirinê û temsîlnekirinê li ser navê hevrêyan û li ser navê hemû mirovên bîrbir weke windahiyekê û kana xemgîniyekê dibînim. Min hîç maneyek jê re nedît ku mirovên ev qasî li pey rastiyê ne, ev qasî ketiyê azweriya jiyana azad in û li pey spehîtiyê ne, çilo nebûne xwedî serkeftinên mezin. Ji bo vê jî, hêviya min a her dem a serkeftinê û çareseriyê mezin e.

*Ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin

Çavkanî: ANF

Li dijî Komploya Navneteweyî Berxwedana Sedsalê – 12

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar