Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Divê tavilê şandeyeke CPT biçe Îmraliyê

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê ya bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û bang li saziyên navneteweyî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin

Navenda Nûçeyan |

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîsî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Komploya navneteweyî ku 9’ê Cotmeha 1998’an di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd hat kirin, di sala 23’an de bi kîn û hêrseke mezin careke din şermezar dikin. Em Rêber Apo bi rêz û hezkirin silav dikin ku li dijî şert û mercên dîlgirtinê û komploya navneteweyî bi berxwedaneke bêhempa bersiv da û komplo pûç kir. Hevrêyên xwe yên şehîdên leşker ku li dijî komploya navneteweyî bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi fedayî li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir, careke din bi bîr tînin û bi rêz û minet bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em asta xwedîderketina li Rêber Apo ya gelê me yê welatparêz û dostên me silav dikin ku bîst û sê sal in li dijî komploya navneteweyî têdikoşin û li ber xwe didin.

Dewletên emperyalîst ên ku li cîhanê serdest in, di destpêka sedsala 20’î de kurd weke netewe û gelekî xwedî ziman, çand û nasname qebûl nekirin. Hebûna neteweyî ya kurdan red kirin û li derveyî sîstema netewe dewletê hiştin. Di encama peymanên ku di navbera xwe de çêkirin, cografyaya Kurdistanê tevî gelê li ser parçe kirin û stratejiyeke bi vî rengî meşandin. Parçeyê herî mezin jî ji netewe dewlet a tirk a mêtinger re hiştin. Netewe dewleta tirk a mêtinger jî xwe spart van peymanên navneteweyî û li ser gelê kurd nêzî sed salan siyaseta înkar û tunekirinê bi rêk û pêk meşand û ev pêvajo hîn jî bi giranî dewam dike. Yên ku li ber qirkirina kurdan a sed salî rabûn, îrade û rêxistinî nîşan dan û gihand vê serdemê Rêber Apo û tevgera azadiyê ye.

Daxwaza DYE’yê ya herî mezin a sedsala 21’an ku sîstema kapitalîst bi rê ve dibe, pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a Mezin e. Ji bo xistina meriyetê ya vê projeyê asteniya herî mezin a ji bo vê Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê dît. Ji bo vê xwest di sedsala 21’ê de dîsa kurdan bê rêxistin, bê nasname û statû weke geleke kole derbas bike. Li ser bingehê projeya Rojhilata Navîn a Mezin, berî destpêkirina mudaxeleyeke ya li dijî Rojhilata Navîn, Rêber Apo bi peymanên qirêj, lihevkirinê de, hiqûqa navneteweyî bin pê kirin, bi awayekî korsanwarî radestî dewleta tirk a mêtinger-qirker kirin. A bi vê komploya qirêj a navneteweyî kirin hedef; ji bo kurd di sedsala 21’ê de azad nebin, nebin gelek xwedî vîn û nasname bû. Bi vî awayî di serî de Kurdistan û erdnîngariya Rojhilata Navîn, li ser bingehê berjewendiyên xwe yên mêtinger û kapitalîst, dixwazin ji nû ve dîzayn bikin.

Rastiya ku li Rojhilata Navîn her tişt, wê bi xwastekên hêzên hegomon pêk neyên, di encama têkoşîna îro ji aliyê gelê kurd ve tê kirin, bi qasî pêwîst derketiye holê. Di rewşa heyî de, 23 sal li ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê re derbas dibe. Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Kurdistnaê tê kirin, ev şer hê jî didome. Di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de kurd bûn xwedî têkoşîneke mezin, di encama têkoşîna kirin de, destkeftiyên mezin bi dest xistin. Kurd îro, berovajî sedsala 20’î bi vîneke entellektuel a polîtîk; bûye gelek ku xwe rêxistin û bisazî kiriye. Li gorî berê ziman, çand, nasname, hêza rêxistina polîtîk a winda kirî, hê zêdetir pêş xistiye. Li ber dewlet-netewên mêtinger-qirker çok nadane, serî natewîne, bi zanabûn, rûmet, azadîxwaziyeke demokratîk bi seknekî têkoşîner derketiye holê.

Rastiya kurd a ji bênasnemabûnê heta koletiyê sekna xwe ya ‘an jiyanek azad an neman’ bilind bû, berhemê Rêber Apo ye. Rêber Apo civaka kurd ji ileta bêrêxistinbûnê rizgar kir, ji bo vê cihê wî di dil û mejiyê kurdan de bû. Bi zanabûna civaka rêxistinkirî, civaka azad e, kurdên hatî rêxistinkirin, li ser vî bingehî ket ser rêya jiyana azad ku jê nevegere. Tevgera Azadiya Kurd di vê wateyê de ji bo azadiya gelê kurd heta dawiyê têkoşiya. Di destê wan de çiqasî çekên moder hebe bila hebe, geleke welê ye ku ji bo jiyana azad amade ye hemû berdêlan bide, gihiştiye wê rastiyê ku êdî mehkûmî jiyana kole nayê kirin, mîna diyardekeye dîrokî derketiye ser dikê.

Ruhê ku Rêber Apo di nav gelê kurd de ava kiriye, ruhê biratiyê ya di navbera gelan e. Li ser axa Kurdistan û Rojhilata Navîn a ku pergala netewe-dewletên serwer dixwazin bikin yekreng, bi bîr û têkoşîna ku Rêber Apo ava kiriye, dîsa avadaniya xwe ya cewherî ya pirçandî bi dest xistiye. Ligel hovîtî û êşên mezin jî gelê kurd ê ku li ser xeta Rêber Apo dimeşe, êşên xwe dadiwerîne û ji bo ku wê bike çavkaniya jiyana azad û exlaqî her dem bi biryar tevgeriya.

Nasname û çandên li Rojhilata Navîn dîsa dest pê kirine ku bi azadî bi hev re bijîn, ev jî ji bo mirovayetiyê geşedaneke mezin e. Fikrên demokratîk ên li dijî nijadperestiyê yên Rêber Apo ev tişt pêk aniye. Geşedana herî mezin a ku Rêber Apo ji koleyên bêziman û bênasname îro xebatkarên hêviyê afirandiye, geşedana herî mezin e. Rêber Apo bi têkoşîna xurt û fikra nû, çandên li ber mirinê, jinên ku qîmeta wan nehatiye hiştin û zindîbûna xwezaya ku hatibû jehrîkirin, pêk aniye. Ji ber ku di pergala fikrê ya Rêber Apo de, vejîna çandan, bilindbûna jinbûna azad û yekbûna xwezayê ya bi mirovayetiyê re heye. Netewebûna Kurdan a Demokratîk a ku li derveyî dewletê wekî asta netewebûna demokratîkbûna nû, bûye temînata herî mezin a azadiya me. Berxwedana jinên kurd bi saya moral û hêza ku Rêber Apo daye, bûye sîleya herî mezin ku li rûyê tecawizkar ê pergala kapîtalîst hatiye xistin.

Fikrên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ên Rêber Apo roj bi roj tê fêmkirin, di nav beşên civakê de belav dibe û pê re jî xwedî lê tê derketin. Ji ber ku di pergala fikrê ya Rêber Apo de cihê faşîzm, nijadperestî, zayendparêzî, neheqî û bêexlaqtiyê tune. Ji ber vê jî parastina Rêber Apo, helwesta li dijî kapîtalîzmê ye. Tê wateya helwesta dijber a li hemberî nijadperestî, serweriya mêran û dijberiya li hemberî xwezayê. Parastina Rêber Apo tê wateya xwedîlêderketina li nirxên demokrastiya civakî, azadî û wekheviyê ya sedsala 21’an. Parastina Rêber Apo helwesteke antîkapîtalîst û sosyalîst û demokratîk e. Li ser banga ‘Înîsiyatîfa Azadî Ji Ocalan Re’ di 2’ê Cotmehê de li Strasboûrgê mîtîngek hat lidarxistin.

Di mîtîngê de peyamên ku gelê me û dostên me yên hêja dan, careke din derketiye holê. Jixwe ji ber vî tiştî mîtîngê dewleta Fransayê tehamulî konên li qadê nekiriye û wekî polîsên AKP û MHP’ê yên faşîst, polîsên xwe şandine ser çalakgeran. Dewleta Fransayê bi vê helwesta xwe careke din diyar kiriye ku ew piştevanê rejîma faşîst a Erdogan û Bahçelî ye. Ji ber vê helwesta wê ya siyasî ya ku alîgiriya faşîzmê dike, em dewleta Fransayê şermezar dikin. Em gelê xwe û dostên me yên ku tev li vê çalakiya demokratîk a li Strasboûrgê bûne û peyamên gelekî demokratîk ên watedar dane û vê çalakî û berxwedana wan a demokratîk pîroz dikin.

Neyarên me dixwazin wek gelê kurd û tevger me ji nû ve ji dîrokê jê bibe. Dixwazin nirxên hatin afirandin û deskeftiyên demokratîk a ku Rêber Apo û tevgera wî bi berdêlên ku mînaka wê tunebe, ji bo kurdan bidestxistî ji holê rakin. Armanca wan ew e ku kurdan paşde vegerînin pêvajoya beriya PKK’ê û derketina Rêber Apo. Têkoşîna me ya ku nêzî 50 salî bûye û destkeftiyên kurdan ên demokratîk ên ku têkoşîna me derxistî holê, tune dihesibînin. Kurdan mecbûrî rewşa wan a berê û çarenûsa berê li ser wan ferz dikin. Lê qet naxwazin bibînin ku ev êdî ne pêkan e. Jixwe armanca bingehîn a tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo dimeşînin jî ev e. Lewra nehatiye dîtin ku eger Rêberê gelekî êsîr û di bin tecrîdekê de be, ew gel azad bijî. Ji ber vê sedema ku gel û dostên wan her roj bi daxwaza ‘ji Rêber Apo re azadî’ derdikevin kolan û qadan, Gerilayê Azadiyê berxwedana bêhempa ya 38 salî û mafdar di lûtkeyê de didomîne, dewleta TC a qirker mêtînger û piştevanên wî, her roja ku diçe tecrîdê hê kurtir dikin. Hêzên hegemon ên navnetewî jî ji bo berjewendiyên xwe çavê xwe ji tecrîdê re digirin. Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên wekî Konseya Ewropayê, DMME û CPT’î çavên xwe hem ji tecrîda mitleq a Îmraliyê pêk tê hem jî ji polîtîkayên neyarê kurdan a dewleta mêtînger qirker a tirk re digirin, erka dikeve li ser milan jî pêk naynin û dibin hevkarê sûcên rejima şerê taybet a AKP- MHP’ ya faşîst. Çawa ku her çalakî û aktivîteyên gelê kurd û dostên me bi hev re dikin, anîna ziman li aliyekê, divê Konseya Ewropa û saziyên Mafê Mirovan û yên girêdayî wê xebat dikin; li dijî tecrîda mutlaq a li Îmraliyê, pêkanînên qirker ên hikûmeta şerê taybet a rejîma AKP-MHP’ê ya li ser gelê kurd êdî, bi rola kor, ker û bêziman berdin.

Konseya Ewropa û saziyên mafê mirovan ên girêdayî wê, gelê cîhanê û civaka kurd saziyên xwedî rûmet dibînin. Ji bo vê ji bo rakirina tecrîda hiqûqî, siyasî û mirovî ya li ser Rêber Apo,  divê teqez rola dikeve ser milên van sazî û rêxistinên mafê mirovan ên navneteweyî teqez pêk bînin; tavilê bendewariyên Gelê Kurd û dostên wan ên bi nirx ên vê derbar çareseriyên pratîk peyda bike. Li ser sedema çareseriya pratîk li ku derê ye jî, gelê me û dostên me yên bi nirx, her rojê li kolan û qadan tînin ziman. Li gorî vê divê tavilê şandeyek CPT biçe Îmraliyê, der barê rewşa Rêber Apo û 3 hevrêyên me yên din ên li Îmraliyê rehîn hatine girtin, agahî bide gelê me, tevger û raya giştî ya demokratîk, parelelî vê jî parêzer û malbat Rêber Apo bi rêkûpêk hevdîtin li gel bikin.

Her wiha dewleta tirk a mêtinger-qirker cara ewilê ji bo Rêber Apo ceza bike ‘Cezayê Mûebet a Girankirî’ ku hilberand û piştre li ser dehan girtiyan da pêkanîn, a li dijî hikûmê DMME û PMMA ye, ji Qanûna Ceza ya Tirk bê rakirin, di serî de Konseya Ewropa û hemû saziyên di bin sêwana vê komîteyê de kar dikin xwedî li vê biryarê derbikevin û erk û berpirsyariyên xwe yên di vê mijarê de bi cih bûnin.

Ji bo bidawîbûna komployê di têkoşîna salvegera 23’an rol û mîsyona mezin dikeve ser milê ciwan û jinên kurd. Li ser vî bingehî divê di serî de bang li ciwan û jinên kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelê em yê welatparêz û dostên em ên binirx; bi biryardariya şikandina tecrîda mutlaq û têkbirina komployê, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, têkoşîna li dorî dirûşma ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bilind bike, rêxistin mezin bike, hêza xwe mezin bike, berxwedan û çalakiyan xurt bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar