Di dîrokê de hinek roj reş in, hinek jî xweş in. Ev 9’ê Cotmeha 1998’a jî, rojek reş ji rojên ên dîrokê ye. Çima? Ji ber ku roja destpêka Komloya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan bû.
Divê em rewşa cîhanê ya wê serdemê, bi kurtayî bînin bîra xwe. Bi hilweşandina Yekitiya Sovyetê re Peymana Varşovayê jî hillweşiya. Bi vê bûyera mezin a asta cîhanî re, serweriya cîhanê kete destê DYA û Peymana NATO’yê.
Vê serweriya yekane ya nû ya cîhanê, bêgûman diviya ji bo temendirêjiya desthilatiya xwe, dizaynek nû bida cîhanê. Di piraniya dewletan de, ji bo vê sererastkirinê çêbike, diviya asteng û kelemên pêşiya vê plan û projeya xwe rakirina. Li gel hinek keleman, yek ji van ê girîng jî tevgera hemdemî ya Azadiya Kurdistanê û Rêberê wê Ocalan bû.
Senaryoya vê plangeriya navdewletî, dibe ku bi nehînî hatibe nivîsandin û plan-programa wê hatibe amadekirin. Lê hem di kiryarî de hem jî di axaftinên rêveberên dewleta tirk û DYA’yê de yên li ser dîlgirtina Rêber Apo, gelek aşkera li ber kamereya hat xuyakirin ku ev plangeriyek navdewletî ye.
Li ser axaftina gefxwar a Serokê Leşkeriya Erdê ya Tirkiyeyê Orgeneral Atîla Ateş a li Hataya ser sînorê Sûriyeyê di roja 16’ê îlonê de, Demîrel û hemû rêveberên yekemîn ên dewletê, yek li pey yekî piştgriyên xwe nîşan dan. Her wiha trafîka dîplomasiya Husnî Mibarek ê Misrê û Hafiz Esad a bi lezgînî destpê kir. Hema hêj heyvek derbas nebûbû di ser wê gefxwarina Atîlla Ateş re, di 9’ê Cotmehê de, Rêber Apo ji Şamê derket û êdî senaryoya plangeriya navdewletî kee warê kiryarî.
Axaftinên li ser dîlgirtina Rêber Apo yên Madeleine Albright a Wezira Derve ya DYA’yê ku digot ‘me nizanibû ku gel ewqas bi vî Rêberî ve girêdayî ye’ û gotina Bulent Ecevît ê serokwezîrê tirk ku berî mirina xwe bi şeş mehan got ‘heta niha jî ez nizanim DYA ji bo çi Abdullah Ocalan radestî me kir?’, ma piştî van gotînan, gelo êdî ne zelal e ku ev plangeriyek navdewletî ye?
Armanca bingehîn bi vê komployê yek; vê tevgerê bê serî bihêlê û hilweşîne yan teslîm bigire, dudu; bi destê dewleta tirk vî Rêberî ji holê rake û şerekî mezîn di nava kurdan û dewletê de derxe, dewletê jî lawaz bixe da ku hîn xurtir bikeve xizmeta projeya wan a dizaynkirina cîhanê û bi taybetî Rojhilata Navîn.
Lê belê weke tê zanîn Abdullah Ocalan, rêberiya xwe careke din, hîn mezintir û xurtir di zindanê de jî nîşan da û ev plangerî ji armanca wê ya sereke dûr xist.
Piştî pêkanîna komployê di 15’ê Sibata 1999’an de, gav bi gav dest bi projeya xwe ya dizayna cîhanê kirin. Dagirkirina Afganistan, Iraq, Libya û hwd.
Helbet li Kurdistanê jî alternatîfa Rêber Apo û tevgera wî amade kiribûn; bi pêşengiya PDK’ê rêveberiya Başûr.
Li ser vê Plangeriya Navdewletî ku 23 sal derbas bûye, gelek şîrove hatine kirin û êdî naveroka wê, ji aliyê raya giştî vê tê zanîn. Mirov dikare, weke bingehîn van xalan ji nav bi neqîne û her dubare bike:
Gelo li gel ku dilgirtin pêkhat e jî ma ev plangerî gihişt armanca xwe ya bingehîn û ma dawî li vê plangeriyê hat û êdî xem û xeter neman?
Na xêr, ev plangerî negihiş armanca xwe ya bingehîn. Lê Tevgera Azadiyê derbeyên xedar xwar, xiyanetek mezin rûda û gelê Kurdistanê jî gelek xembar bû.
Belê di serî de, bi berxwedan û afirêneriya Rêber Apo a li zindanê, her wiha bi wî ve ew girêdana di asta evîndariya herî mezin de ya heval û hogir û gelê welatparêzê Kurdistanê ve, ev birîna mezin zû hate dermankirin. Her wiha, tola wan siyaset û wan xiyanetên dijwar hat wergirtin. Şûna wan çalakiyên canbexşane ku Madeleine Albright jî mehtel hiştibû, çalakiyên bi hişmendiya felsefe û siyaseta nûjen bûyî ya Reber Apo ve hat dagirtin.
Her çendîn, pêşî bi xurtî li vê komploya malxerab hat birîn û li ser vê hişmendiya nûjen, weke mînaka li Rojava têkoşîn gihiştibe asta şoreşê jî lê dîsa kes nikare bêje ew plangerî dawî lê hatiye xwe bixe nava şaşîtiyê û xemsariyê. Jixwe êdî bi giranî diyalektika zanistî ya têkoşînê jî hatiye naskirin; erênî û neyînî bi hevre dijîn. Lê helbet, kîjan alî xwe bêhtir bi rêxistin bike û bi hişyarî tevbigere ew alî li pêş e û serkeftî ye.
Li gorî rewşa heyî ya cîhanê, gelê herê bi rêxistinkirî û xwedî serpêhatî û serwext e û bi Rêberê xwe ve girêdayî ye, yek ji wan gelê Kurdistanê ye.
Lewma, ger ji aliyê stratejîk bêhtir ji aliyê taktîkî ve şaşî û xelitiyên mezin neyên kirin, gelê Kurdistanê dê her serkeftî be û her wiha êdî tu plangerî û lîstokên neyaran nikare ji rêya rast dûr bixe û ew ê nikaribin birûxîn e.