Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Tu jî ji bo Serok tweetekê parve bike!

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê ku ji bo azadiya Ocalan kampanya da destpêkirin, armanc dike ku di 8'ê Cotmehê de ji bo Ocalan milyonek tweet bên parvekirin û ji bo vê bang kir: "Di 8'ê Cotmehê de 'Tu jî ji bo Serok tweetekê parve bike.'"

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê di 23’yemîn bi minasebeta salvegera 23’emîn a 9’ê Cotmehê bi dirûşmeya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ li ser medyaya dîjîtal kampanyayek da destpêkirin. Kampanya ji 8’ê Cotmehê heya 10’ê Cotmehê didome û li gor saeta Amedê 20.00 û li gor a Ewropayê jî 19.00 dê xebatên hastagê bên kirin.

Meclisa Medyaya Dîjîtal a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: “Em ê paradîgmaya Birêz Ocalan, hêviya me ya ji bo pêşerojeke hevpar bi rêya palatformên medyaya sanal bigihînin milyonan. Em ê meha cotmehê ku destpêka komploya navneteweyî ye, em ê veguherînin meheke berxwedanê.”

Aktivîstê meclise Ecevît Altûn behsa armanca meclisê, xebatên dike û kampanaya ‘Azadî ji bo Ocalan’ kir ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re kir.

Altûn diyar kir ku 8 meh berê dest bi xebatên Meclisa Medyaya Dîjîtal kirine û piştî li gelek deverên cîhanê bikarhênerên medyaya dîjîtal tev li wan bûne, meclisa xwe ragihandine. Altûn ji bo armanca avakirina meclisê jî anî ziman ku têkoşîna li hemberî manîpulasyon û propagandayên reş ên di demên dawî de li hemberî Abdullah Ocalan û gelê kurd tên kirin.

‘Dixwazin Serok bidin jibîrkirin’

Altûn da zanîn ku rojeveke meclisa wan kampanyaya ‘azadî ji bo Ocalan’ e û wiha got: “9’ê Cotmehê nêz dibe. Me starta kampanyayê jî di vê rojê de da. Em hevalên li medyaya sanal jî biryar da ku em ê li hemberî vê bêdeng nemînin. Ev mijareke jiyanî ye. Konsepta 22 sal berê hê jî li Îmraliyê didome. Dixwazin Serok bidin jibîrkirin. Dê gelê kurd musade neke.”

Mecliseke enternasyonal

Di axaftina xwe de Altûn destnîşan kir ku di dema xebatan de ji gelek welatan xwe gihandina gelek mirovên cuda û kesên hay ji paradîgmaya Ocalan hene, tev li kampanyayê bûne û wiha pêde çû: “Ev cihê kêfxweşî û hêviyeke mezin e. Ji Awustiryayê, Japonyayê heta Afrîkayê gelek kesan got dê tev li kampanyayê bibin.”

Ji bo Ocalan milyonek tweet

Her wiha Altûn diyar kir ku armanca wan milyonek tweet e ji bo azadiya Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo vê çalakiyê em bang li gelê xwe, hemû xwendekar, hunermend, siyasetmedar û kesên di vî warî de çalak dikin; Tu jî ji bo Serok tweetekê parve bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar