Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Komîteya Em ê Bimînin û Vegerin: Dawî li dagirkeriyê bînin

Komîteya Em ê Bimînin û Vegerin a ji welatiyên bi darê zorê koçber bûne hatiye avakirin, bang kir ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker bê xistina nava lîsteya terorîstan û dawî li dagirkeriya herêmê bê anîn

Komîteya Em ê Bimînin û Vegerin a koçberên Serêkaniyê di salvegera duyemîn a dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê de duh pêngaveke çalakiyan ragihand.

Çalakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê li qada kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê destpê kir.

Endamê komîteyê Ciwan Îso axivî û wiha got: “Komîte armanc dike dagirkeriya li Serêkaniyê bi dawî bibe û vegereke ewle ya şêniyên dabîn bike. Her wiha fişarê li civata navneteweyî Rûsya û Amerîkayê jî di nav de bikin da ku erkên xwe bînin cih û komkujiyên li dijî şêniyên herêmê pêk tên bi dawî bikin.”

Piştî bidawîbûna axaftina Ciwan Îso Hevserokên Komîteya Em ê Bimînin û Vegerin Nûra Mihemed û Mehmûd Cemîl daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Du sal li ser dagirkirina Serêknaiyê derbas bû û dagirkeriya tirk, çeteyên wê yên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê’ ya girêdayî hêzên Îtîlafê, rêzesûcan li dijî şêniyên Serêkaniyê pêk tînin, da ku wan bidin koçberkirin û şêniyên ji herêmên din li şûn wan bicih bikin. Bi vê yekê dixwazin demografiya herêmê biguherînin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên ku li dijî nîştecihên li herêmên dagirkirî mane hat kirin û wiha hat domandin: “Yên ku li bajar mane di mercên zor û zehmet re derbas dibin. Li bajar û gundewarên wê rojane binpêkirin ji aliyê komên çete yên tundraw ve têne kirin ku siyasetên hovane, tirsandin, revandin, kuştin, îşkencekirin û ferzkirina baceyan dimeşînin. Ev hemû sûc bi awayekî plankirî bi desteka dewleta tirk û hêzên îtîlafê tên kirin.”

Bêdengiya navneteweyî

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku koçberên Serêkaniyê yên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî sînor dimînin, rojane sûcên bi zanabûn ên hovane yên li dijî şêniyên Serêkaniyê yên mayî tên kirin dişopînin û bi hêvî ne ku piştî ev zilm û dagirkerî bi dawî bibe vegerin warên xwe.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên li Serêkaniyê tên kirin hat şermezarkirin û wiha hat destnîşankirin: “Ruxmî raporên navneteweyî ku van binpêkirinan piştrast dike û ruxmî ku hemû binpêkirin û karesat li ber çav û guhê civata navneteweyî tê kirin lê xwe bêdeng dike.”

Hewl didin dagirkeriyê tune bikin

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê armanc dike xizmetê ji şêniyên Serêkaniyê û gundewarê wê re pêşkêş bike, vegereke ewle ji şêniyan re peyda bike, bi hemû rêbazan hewl dide dagirkeriyê tune bike, aştiyê û ewlehiyê li herêmê peyda bike û hat gotin ku divê fişar li civata navneteweyî were kirin ku Amerîka û Rûsyayê jî di nav de da ku erkên xwe li hemberî komkujiyan û sûcên şer ên li herêmê tên kirin bînin cih.

Dê belge bên komkirin

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkeriya tirk, xistina komên çeteyan û rayedarên dewleta tirk ên leşkerî û siyasî yên ku êrîşa li dijî Serêkaniyê plan kirine, nav lîsteya komên terorîst hat kirin. Her wiha hat bang hat kirin divê xebat ji bo vegera ewle ya şêniyan ji warên xwe re, werin kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de komîteyê bernameya xwe aşkera kir ku dê di rojên bê de destpê bike, da ku belgeyan berhev bike û peywendî bi rêxistinên herêmî û navneteweyî re ava bike ji bo vê dozê ragihînin qada navneteweyî. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar