Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Azadiya Rêbertiyê hedef û armanca me ya esasî ye’

Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’î û PAJK’î têkildarî komploya 9’ê Cotmehê daxuyanî da û wiha got: “Di sala 24’an de ji bo serketinê em ê berxwedana xwe ya zindanan mezin bikin, bang li gelê xwe û her kesê dibêje ‘ez mirov im’ li dorî Rêbertiyê bibe yek, li ser pradîgmaya wî tev li yekitî û têkoşînê bibin.”

Navenda Nûçeyan |

Girtiyên PKK’î û PAJK’î, têkildarî salvegera 23’yemîn a komploya navnetewî ku di sala 9’ê Cotmeha 1998’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat, daxuyaniyek da.

Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya diyar kir ku armancên komployê pir alî ne û wiha got: “Emperyalîzmê armanc kir ku bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) herêma me ji nû ve ava bike. Sedem ev e ku pergala kapîtalîst a navneteweyî qeyranek binesazî ya kûr dijî û rewşa kaosê serdest e. Ji ber vê yekê, pergala navendî, ya ku nikarîbû xwe bi rê ve bibe, ji nû ve avakirinê, rêveberin kir armanc. Di gotinê de çiqas bêjin ‘em ê demokrasiyê bînin jî’ qeyrana ku modernîteya kapîtalîst dijî, bingeha netew dewletê bû. Hêzên navnetewî ji bo ku ji qeyranê derkevin ewilî pêwistî li Rojhilata Navîn bi vesazkirina netewe dewletê dît.”

Yekemîn welatê neolîtîkê Kurdistan e

Kaya destnîşan kir ku ji bo ku ev pergal têk biçe divê pergala şaristaniya demokratîk pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şert û mercên ava bûne. Dîrok xwe dubare dike. Yekemîn welatê neolîtîkê Kurdistan e. Ya rast, wê xwe di kesayeta PKK’ê û Rêbertiyê de pêk anî. Şaristaniya dewletparêz ketiye nav kaoseke kûr. Sedema bingehîn a Sêyemîn Şerê Cîhanê ev e. Ji bo ku hebûna şaristaniya dewletparêz bê parastin, divê Rêbertî û partiya me PKK were pelçiqandin û îmhakirin. Wê li ser vê bingehê, di şexsê Rêbertî de gelê kurd ê têkoşer tasfiye bike. Ji ber ku partiya me di şert û mercên dîrokî û heyî de wek nûnerê şaristaniya demokratîk derdikeve pêş û nêzik bûye ku nakokiya bingehîn an girêka dîrokê ya Gordiyonê qut bike. Dixwaze wê pelçiqîne. Ji ber vê yekê, her çend komploya 9’ê Cotmehê êrîşek li dijî Rêbertî be jî, di heman demê de tê armanckirin ku di şexsê wî de rastiya berxwedêr a gelê kurd bişikîne û hêviya mirovahiyê ya ji bo jiyaneke azad a demokratîk ji holê rake.”

Tecrîda mutlaq a 23 salan

Denîz Kaya bal kişand ser kûrbûna komployê û wiha domand: “Bi êrîşa komployê ya li ser Rêbertî, tê xwestin ku serkeftina şaristaniya navendî were mîsogerkirin. Lê belê nûjenkirina hebûna civakî ya kurd, nûjenkirina PKK’ê û Rêbertî, wateya wê, berhevkirinên ku bi berxwedana pênc hezar salî ya dîrokî hatine afirandin û hişmendiya ku bi hêrsê hatî bidestxistin, tama serkeftinê nedaye pergala şaristaniya cîhanê. Di salvegera 23’yemîn a komployê de, her çendî hêzên komploger bi tevahî nehatibin têkbirin jî, parçebûnek cidî, lehî û serketin şensê pêkanîna hêzên şaristaniya demokratîk zêde kir. 23 sal in, hewl didin Rêbertî di bin tecrîda mutleq û pergala îşkenceyê de zindî bimîne.”

Êrîşeke navneteweyî

Kaya komploya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke ‘Êrîşeke navnetewî’ bi nav kir û wiha pêde çû: “Bi taybetî di şeş salên dawîn de, Girava Îmraliyê cihê ku herî zêde êrîşên bi navê ‘Plana Çokdanînê’ lê kom bûne ye. Armanc diyar e; Ew baş dizanin ku ew nikarin bi Serokatiyê çok bidin danîn. Berxwedan û helwesta dîrokî ya bêhempa ya Rêbertiya me ya 23 salan, nîşanî dijmin da ku komplo çawa bû, çawa pêk hat û tu encam bi dest nexist. Lê belê ji bo bandora Rêbertî ya li ser gelê kurd û mirovahiyê kêm bikin, tecrîda mutlaq pêk tîne. Bandora gotinên Rêbertiyê yên ser civakê nayên niqaşkirin. Rêya yekane ya ku nehêlin ew gotin bigihije derve, îzolasyona mutleq e.”

Serkeftin ya me ye

Her wiha Denîz Kaya daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Ev tecrîda ku li ser Rêbertiyê tê ferzkirin di tevahiya civakê de, bi taybetî jî di zindanan de xwe dide der. Ji ber pandemiyê, van du salên dawî li zindanan tecrîdek bêkêmasî tê meşandin. Hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzerên wan re qedexe ye. Telefon pir kêm têne kirin. Dîsa, xistina zindanan a hemû materyalên çapemeniyê ku bêhna azadiyê jê tên, qedexe kirine. Name şandinên me hema hema ne gengaz e. Têkiliya bi derve re pir kêm e. Dîsa, axaftinên navxweyî û aktivîteyên werzîşê yên ku berê hebûn, bi hinceta pandemiyê hatin qedexekirin. Ji ber vê yekê, girtî di nava xwe de jî tecrîd kirin. Dîsa, şewitandinên înfazê ku li dijî qanûna heyî ya Komara Tirkiyeyê ne tên kirin. Înfaza girtiyên 30 salî yan ku cezayên heta hetayê, dişewitînin. Bi paşguhkirina biryara dadgehê ya 30 salan, hewl didin ku girtî bi şewitandina înfazê şeş salên din jî di girtîgehê de bimînin. Ew qanûnên xwe bi xwe jî pêk naînin. Ev êrîş li dijî me girtiyan e. Hêvî şikandine. Tevî ku di rêziknameyê de hatiye nivîsandin ku ew ê piştî 30 sal cezayê girtîgehê werin berdan jî lê nayên berdan. Ceza diqede jî lê girtî nayên berdan. Berdana wan tê betalkirin.

Dema ku em li bendê bûn, ji hêla rewşenbîrî, hestyarî û psîkolojîkî ve werin berdan, rewşa nehiştina berdanê, aşkera ye ku li dijî kesayetiya mirov e. Em, wekî şopdarên kevneşopiyek xurt û mezin dibêjin ku bi van pêkanînên faşîst nikarin dilsoziya me ya girêdayî kevneşopiya berxwedan û çanda me biceribînin. Bila baş were zanîn ku em weke girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ji sekna xwe ya bi rûmet tavîz nadin û azadiya Serokatiya me armanc û hedefa me ya bingehîn e. Ev rewş êrîşa lûtkeyê ya pergala faşîst, qirker a dewleta tirk e. Bê şik, ev êrîş ne tenê ser girtîgehan in, li derve jî hewl didin ku herêma Kurdistanê dagir bikin û gelê kurd tune bikin. Ji ber ku T.C di hewldanên dagirkeriyê yên li Qadên Parastinê yên Medayayê de ji aliyê gerîla ve tê şikandin, xwe bi PDK’ê ve girê dide. Bi têkiliyên aborî û yên din ên xirab ên ku bi Xanedana Barzanî re hatine danîn, tê xwestin ku encamên xiyanetê bi dest bixin. Sîstema hegemonîk a tirk ev stratejî gelek caran pêk aniye. Di sedsalên 19 û 20’an de, bi ‘Qirkirina kurdan a bi destê kurdan’ encam girt. Lê belê di encama berxwedana partiya me ya PKK’ê ya 50 salên dawî de, ev polîtîkaya dijmin di asteke mezin de bêbandor hatiye hiştin. Tenê baskek ji xanedana Barzanî maye. Vî baskî jî hemû pêşeroja xwe bi faşîzma AKP û MHP’ê ve girê daye. Wê bi berxwedanê, ev îxanet bi temamî di dîrokê de bê veşartin, astengên bingehîn ên li pêşiya azadiya gelên herêmê, bi taybetî jî ya gelê kurd, dê bên rakirin.

Di sala 24’emîn a komployê de, hemû êrîş û komployên li dijî Rêbertiya me, hatin şikandin. Ji niha û pê ve, şert û mercên bidestxistina serketinê bi mezinkirina berxwedanê ji her demê zêdetir gengaz in. Paradîgmaya Rêbertî, li ser pirsgirêkên mirovahiyê, nemaze li Rojava, îlham û hêvî dide. Bi coş û heyecana pêngava ‘Dem dema bidawîkirina tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê ye, dem dema misogerkirina azadiyê ye’ û ya KJK’ê ‘Dema parastina jinên azad û civakê li dijî komkujiya jinan’, em bawer dikin ku wê serkeftin di 24 saliya xwe de bigihe encamek teqez. Hêviya me ji her demê mezintir e û zindîtir e. Berxwedan li ser vê bingehê ye. Serkeftin wê li ser vê bingehê bi dest bikeve. Bi vê bîr û baweriyê, em girtiyên PKK’î û PAJK’î komployê bi tundî şermezar dikin, dizanin ku em li ber serkeftinê ne û dijminê ku mirina wî nêz dibe ji ber vê yekê êrîşkar bûye. Lê ji wê zêdetir, em ê teqez berxwedana xwe ya di zindanê de ji bo serketinê, mezin bikin. Em gelê xwe, her kesê ku dibêje ‘ez mirov im’ li dora Rêbertî û paradîgmaya wî, vedixwînin yekîtî û têkoşînê. Serkeftin ya me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar