Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rastiya huner û gerîla

Bêrî Dêrsimî |

“Civakek bê huner nikare were fikirandin. Divê huner ne weke ku ya çîna jor be bê dîtin, berovajiyê wê divê weke zimanê ku bersiv dide felsefe, ol û mîtolojiya gelan bê dîtin. Pênaseya ew fikir û exlaqa ku bi bîreweriyek mezin û ji hêla vînek mezin ve hatiye pêşxistin ku ev jî dihêle di nav gel de  bi awayek hêsanî û di nav guncaniyekê de were fêmkirin û qalib bigire. Bi çêbûna kesayet re afirîneriya huneran jî digihêjin cûreyên xwe. Huner û kes hevdu diafirînin. Dema yek çêdibe ya din jî pêra dibeze. Huner bi baskbûna bîr û ruh e. Êdî şûna meşê mirov difire. Fir, ji bo civakek, ji bo şaristaniyek tê wateya gihiştina hêza cewherî û meşa ber bi serkeftinê ve.”   Rêber Abdullah Ocalan

Huner bi xwe, rê û rêbazeke lêgera heqîqatê ye. Ger li ser vê esasê em heqîqata huner û hunermend bigerin dest, em ê bigehêjin rastiya civakbûn û mirov. Di vî warî de, ev rastiya zelal e ku huner bi şaristaniya navendî ve destpênekiriye. Di dema şaristaniyê de huner ji bo ku şaristanî xwe mezin û bi îhtîşam bide nîşandan, zanist û fêlbazî bikaranîne. Huner, di şaristaniyê de ji bo berjewendiyên şaristaniyê hatiye bikaranîn. Jixwe di şaristaniyê de cih û girîngiyeke kes û civak nîne. Jin ji xwe nîne. Lê helbet, ger îro hîn em dikarin behsa civak û mirov bikin, ew çi dide nîşandan? Ew jî me dide nîşandan ku li beramberî vê pergala kapîtalîst a dagirker, çanda civaka demokratîk û komînal jî, li ser pergala şaristaniya demokratîk her têkoşîn û hebûna xwe daye berdewam kirin. Herî esasî jî ev têkoşîn û parastina xwe jî bi rêka hunerê pêşxistiye. Yanî, huner di rastiya civakan de, sedêmên hebûn û mayîna wan e. Huner di vê warî de rista bîra civakan dileyîze. Civakên ku di nava pergala desthilatdar de neheliyane, berxwedane xwe spartine hunerê. Bi rêka hunerê, dîrok û çanda xwe bi hezaran sala meşandine, hîn jî dimeşînin.

Huner yekgirtina hest û ramanê ye

Der barê huner de em dikarin gelek pênaseyan bikin: Huner, tiştên ku hatine afirandin, manedayîna wan e. Huner azad fikrandin e. Û ji bo civakê di hêza hebûn û parastinê de rola sereke dilêyîze. Huner hest û ruh e. Maneviyat e… Giyan e… Fikir e… Ango yekgirtina hest û ramanê ye. Huner ji bo mirovahiyê qada herî yekem a afirandinê ye. Yekem zimanê xweîfadekirinê ye, huner. Civakbûn çandîbûn e, çandîbûn jî huner e. Ev jî di destpêka mirovahiyê de hatiye hunandin. Çandîbûn jî bi hunerê watedar û manedar dibe. Huner, xweşikbûna jiyanê tacîdar dike. Huner, bi kes, bi civak û bi koman tê kirin. Huner, watedayîne jiyanê ye, bi çavekî, bi hestekê, bi tevgerekê ifadekirin e. Huner, nasname û forma civakan e.

Huner bingeha xwe ji awayê jiyana gelan digire

Huner manedayîn e, ferqkirin û femkirin e. Bi qasî ku mirov wate dide xwezaya xwe, fem dike ku ger ew nebe, ev bi xwe jî nabe, wê demê ji bo xwe pîroz dibîne. Totem ava dike. Dar, ber, çiya, kanî, heyvan, hwd… tişten ku jê sûd wergirtine, ango xwe pê parastine, ji bo xwe pîroz dîtine û jê bawer kirine. Di wê wateyê de em dikarin bibêjin ku huner, baweriya yekem e. Tişta ku edî nas dike, fem dike ku ji bo vê sûd dide, pêwîstiyên wê pêk tîne, li hemberî wan şahî, kêfxweşî û mîneta xwe pêşkeş dike. Ayînên, rîtuelên civak û mirovên destpêkê hemû muzîk, dans, şano, resîm û hwd… em dikarin bibêjin ku di vê wateyê de derketine holê. Yanî destpêkirina hunerê ne. Yekem nimûneyên esasî ne. Çiqasî fem kiriye, kiriye mijara şahiyê; çiqasî fem nekiriye, wate nedaye jî, ew jî bûne mijara tirs û gûmanan. Ji bo xezeba wan re rûbirû nemîne jî rîtuel, qurban, ayîn û hwd. tiştên bi hunerî ji wan re peşkeş kirine. Deng, dans, resîm, efsane, mîtolojî, beşên ku di destpêka hunerê de hatine bi karanînin. Em dizanin ku wê demê huner çawa hatiye honandin. Di çanda gelan de huner, bi têkilî û çavderiya ku mirov bi xwezaya xwe re dike ve pêşdikeve, heta dibe nasname ya wê civakê. Mînak; di govenda Amedê de, leyîstoka ‘perçiqandina tûpişkê’, li hemberî desthilatdariya axa û began, serî netewandineke, berxwedayînekê temsil dike. Bablekan, bandora heywaneke ku li Kurdistanê dijî dibe ku li ser jiyana civakê pir bandor kiriye û wisa bûye çandek, hunerek û leyîstoka civakekê. Horon leyîstoka gelê behra reş a gelê laz e. Ji ber ku gelên wê heremê, debara xwe ji behrê, bi girtina masiya derdixin, tevger û taybetmendiyên masiyan jî li ser çanda wan bandorek mezin kiriye. Hemû tevgerên wê leyîstika horonê jî yên masiya hemsiye. Ji wir derketiye, bûye nasname û çanda civakekê. Di rastiya hemû leyîstok û çanda gelan û di encam de hunera ku derdikeve holê jî bingeha esasî terzê jiyan û xwezaya ku tê de dijîn e. Di vî warî de em dikarin bi rehetî bibêjin ku huner, di destpêka civakbûnê de zimanê yekem a xwezaya yekem e. Her çiqasî di roja me de weke zimanê xwezaya duyem be jî, di destpêkê de tekîliya bi xwezaya yekem re ku li ser çavdêriyan hatiye avakirin e. Çima?

Mirov bi rêya hunerê hevseniyê di navbera xwe û xezayê de ava dike

Mirov bê civak nikare bi tena xwe li hember xwezaya yekem bijî. Li hember xwezaya yekem, ji bo ku bikare xwe biparêze, têr bike, biyanîbûna xwe derbas bike, pêwistiya xwe bi civakbûnê dibîne. Di wir de jî di navbera xwezaya xwe û xwezaya yekem de hevsengiyek û ahengekê bi rêka hunerê ava dike. Ji bo ku bikaribin, hev fem bikin, hîs bikin, derd û daxweza xwe bi hevre bibêjin, pêwîstiya zimanekî xwe îfadekirinê derdikeve pêş. Di encama vê pêwîstiyê de, di navbera mirov û mirov, mirov û xwezayê de zimanekî nîşane derdikeve holê. Helbet ew, di demên pir dirêj de çêdibe. Bi rengan, hereketan, bi xetan, xîzkirinan, tesvîran, civakan derd û daxwazên xwe anîne ziman. Huner, di heman demê de çalakiyek e. Çalakiya ku jiyanê tîne asta ku dikare bê jiyîn. Rêbertî jî dibêje; “Huner, herî bi xweşik hatina ziman a heqîqetê ye.” Yanî di jiyanê de seranserbûnê û yekalîbûnê dide derbaskirin. Mirov ji bo ku bikaribe hîn xweşiktir bijî, bi rêka hunerê jiyana xwe dixemilîne. Asoya xwe zindî û estetik (xweşik) dike.

Berhemên yekemîn ên hunerî peykerên jin û dayikan in

Di destpêkê de, li hev civîna derdora jin-dayikê de jî bi vî awahiye. Dema nêçîrê de jî, çandinî û avakirina awahiyan de jî, di dîtina kokekê, şînahiyekê de jî wisa pêwistiya bi hev re ragihandin û parvekirin, şabûna xwe îfadekirinê dibînin. Tê gotin ku hezkirina yekem, a di navbera dayik û zaroka wê de ye. Ev girêdan, ked, parastin, xwedîkirin, baldarbûn, hestên cûrbecûr jiyîn, yekem car di tekîliya dayik û zarok de tê honandin. Di dîrokê de, berhemên hunerî ya yekem ku hatine dîtin, peykerên jin-dayikan in. Ew peykerên mezin û sembolên bereketê ne. Peykerên dayika çêkirin, ev bi me çi didin nîşandan? Baweriya wê demê, fikra wê demê me dide nîşandan. Ev dibe zihniyeta wê demê. Ev berhemên bi vî avahî yên hunerî, rastiya wê demê, zihniyet, nirx û exlaqê civakê yê dema xwe, dide nîşandan. Ya ku yekem tekîliya xwe bi xwezayê re çêdike, ji xwezaye re hevalbendiyê dike, ji xwezayê natirse ango li hemberî tirsa xwe tedbîran digire jin in. Di encama vê tekîliyê de, jin li derdora xwe mirovan kom dike, bi wan xwezayê û civakbûnê dide fêrkirin. Yanî civakbûn li derdora jin-dayikê de tê afirandin. Wê çaxê em dikarin vêya bi rehetî bibêjin ku afirandina civakbûna yekem jî hunera yekem e. A ku bi destê jin-dayik, li derdora wê çêdibe ye.

Desthilatdaran bi hêza hunerê hewldan civakan bitevizînin

Jin bi axê re hîn zêdetir mijûl dibe, ev tekîlî bi xwe re keddayînê, hezkirinê, girêdan û nirxdayînê ava dike. Jin jî xwezayê, ji bo xwe weke dayik digirin dest. Di navbera jin û xwezayê de, ew girêdana heyî girêdaneke gerdûnî ye. Civak, li gora pêwîstiyên jiyana xwe cihên guncaw digerin, li gor cîhe ku hatiye dîtin jî, di serê xwe de xeyalên tiştan ango projeyan çêdikin. Di mêjiyên wê demê de qalip nînin. Bi kedê re afirîneriyên mezin derdixîn. Di roja me ya îro de tiştên heyî hema hema bingeha wan hemû yan jî hîn di wê demê de hatine avêtin. Ev hemû huner in. Di wan demên jin û dayikan de, di mejiyên mirovan de qalibên dogmatîk nebûn. Lê ew qalibên ku di mêjiyên mirovan de hatine rûniştandin, piştî derketina şaristaniya navendî ango pergala desthilatdariyê derketine holê. Pêşxistina wan qaliban de jî desthilatdaran, serî li rêbazên hunerê dane. Da ku bi hêsanî, civak û mirovan ji fikrandin, hîskirin û watedana jiyanê dûr bixin û di nava qalibên ku ji aliyê pergala desthilatdaran ve hatiye afirandin de bidin jiyîn. Desthilatdaran jî ew hêza hunerê pir bi kûrahî dîtine. Hunera ku bi xwe re civakbûn afirand, di heman demê de, di destê pergala desthilatdaran de, vê carê ji bo ku civakê bitevizîne, bê hiş û tevger bihêle beravajiyê heqîqeta xwe hatiye bikaranîn. Di encamê vê pergalê de, di mêjiyên me de qalibên mezin hatine avakirin. Dema em rastiya kes û civaka îro dinêrin, dibînin ku pêwistî lêgerin, dîzayn û avakirinên nû nayên dîtin. Ew weke ku karê pergala desthilatdaran e, hatine pênasekirin. Huner, li ser civakê re, ji bo civakê li gor afirandin û fikrên desthilatdariyê rêve bibin tên bikaranîn. Moda jî wek hunerekê tê pênasekirin. Lê di rastiya xwe de, moda, şêwazê ku pergala kapîtalîst dixwaze di civakan de bide meşandin esas digire. Huner jî ji vê re xizmet dike. Ew nasnameya civakê, ji civakê hatine dizîn. Civak bê wan weke ku pusula xwe ya jiyanê windakiriye ye.

Gerîla hunerê vedigerînin wateya wê ya esasî

Pozîtîvîzm, yanî her tişt ji sedem û encaman ve girêdan, her tiştî re analîtîk mezandin, di însanan de teralbûnek, hantalbûnek, berjewendîpareztiyek ango ezezitiyê diafirîne. Di encama vê ferasetê de, mirov ji xwezaya xwe re biyanî dimîne. Wek zarokeke nezan dibe. Ji kedê dûr dikeve, ji xwe dûr dikeve. Lê di rastiye de ji kedê ango afirineriyê dûr ketin, kolebûnê ava dike. Mirov, bi tiştên ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatine çêkirin re tê girêdan. Ew jî bi xwe re çanda ‘girsê’ pêş dixe. Mirov li gor tiştên hatine pêşxistin dijîn. Ger nebe, jiyan disekine, tevlihev dibe. Mînak, mirovan xistina bin bandora teknîkê, kolekirin e. Huner kuştin e. Hâlbukî huner jiyandin û afirînerî ye. Weke ku Rêber APO got; “teknîka herî mezin, mirov e”. Yanî ne mirov di bin xizmeta teknîk de be, gerek teknîk di bin xizmeta mirovan de be. Di vî alî de, feraseta APOYÎ, pergala şaristaniya demokratîk, li ser bingeha vegera çand û feraseta civaka xwezayî ya jin-dayikê ye. Di roja îro de ya ku li gor vê rastiyê dijîn, gerîla û şervanên azadiyê ne. Ango yên ku li ser rastiya felsefeya APOYÎ tevdigerin, dijîn û têdikoşin in.

Gerîla di her tiştî de wateyekê digere

Rastiya gerîla ango şervanên azadiyê yek jî ew e ku jiyan û kesayeta mirovên azad û bi vîn pêşxistine. Rastiya gerîla, qalibên ku di mêjiyên mirov û civakan de hatine avakirin, şikandina wan qaliban e. Ew qûtbûna ku di navbera mirov û xwezayê de hatiye çêkirin, ji nûve carek din li ser koka wê ya heqîqatê dana rûniştandin. Di vî warî de, em dikarin gerîla weke hunermendan û pêkanînên wan jî weke hunerekê pênase bikin. Ji ber ku jiyanê bi wate dikin, bi estetîk dikin, jiyanê û kesayeta komînal, bi vîn dikin. Keda fikir û ya destan bi hev re pêş dixin, bi wate dikin. Weke teknîkeke herî mezin, afirîneriyê. Yanî di gerîla de, rewş tam berovajiye. Qalibên koletiyê yên ku fikrandin, lêpirsîn û lêgerîna heqîqatê asteng dike û nahêlê pêş bikeve di her keliyê de têne şikandin. Pîvanên azad fikrandin û xweşik jiyînê tên pêşxistin. Ji bo vê, têkoşîneke ya xweşik û azadkirinê tê pêşxistin. Gerîla di her tiştî de li wateyekê digere, xweşikbûnê dibîne. Di nava bêderfetiyan de, derfetan diafirîne. Di nava derfetan de jî terbiyeya nefsa xwe esas digire. Gerîla xwe teslimî her du meylan jî nake. Aheng û hevsengiyeke jiyanî ya bi wate ji bo xwe weke feraseta hevjiyana azad esas digire. Ji nêrînek çav, heta meşê, çûyîna çalakiyê, axaftinê, rabûn û rûniştinê de exlaq û çandekê diafirîne. …Çandeke nûjen, li ser çanda xwe ya resen a civaka xwezayî pêş dixe. Tiştên ku derdixe weke berhemeke hunerî digire dest û dike malê civakê. Çavkanî: Newaya Jin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar