Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

HPG: Derb li 2 helîkopterên êrîşê hat xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêmên Avaşîn û Zapê derb li 2 helîkopterên êrîşê xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ev agahî parve kirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

10’ê cotmehê saet di navbera 23:10 û 23:45’an de helîkopterên êrîşê yên ku hewl didan bombeyan li qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê bibarînin bûn hedefa hêzên me. Di encama çalakiyê de derb li helîkoptereke êrîşê hat xistin. Helîkopterên êrîşê piştî vê çalakiyê neçar man ji herêmê biçin.

10’ê cotmehê saet di 23:30’î de li dijî helîkopterên êrîşê yên ku xwestin Girê Werxelê yê herêma Zapê bombe bikin, ji sê baskan ve çalakiya gerîla hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de derb li helîkoptereke êrîşê hat xistin.

10’ê cotmehê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê, hêzên me dest li helîkopterên êrîşê werdan ku dixwest bombeyan li qada Şehîd Şahan û Girê Şehîd Sîmko bibarîne. Di encama vê destwerdanê de helîkopterên êrîşê neçar man ku ji herêmê biçin.

9 û 10’ê cotmehê bi şev, li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Girê Silêman, Mervanos, Mamreşo, Tabûra Ereban, Wexelê û Banistayê geriyan. Di heman demê de Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firat, Girê Şehîd Întîkam, gundê Dirê, Geliyê Basya û qadên Kartal û Werxelê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

9’ê cotmehê saet di navbera 21:00-23:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman demê derdora gundên Hirorê, Dêşîşê, Serarû, Kêste û qada Koordîneyê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

10’ê cotmehê saet di 08:00 û 22:30’î de li herêma Zapê qada Çiyayê Reş û gundê Horê yê li qada Şehîd Rustem bi balafirên şer hatin bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar