Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li dijî îxaneta PDK’ê bi şev û roj di nobedê de ne

Gelên Rojava ji bo wergirtina cenazeyê gerîlayên ku PDK’ê li Xelîfanê di kemînê de ew şehîd kiribûn, ev hefteyek e li ser sînor di nobedê de ne. Çalakger dibêjin ‘Êdî bes e, sebra me nema. Em ê sînoran hilweşînin û biçin cenazeyê xwe bînin.”

Di 5’ê cotmeha 2021’an de PDK’ê kemînek danîbû û di vê kemînê de 5 gerîla şehîd kiribû û dest danîbû ser cenazeyan. Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyan çûbûn ber Deriyê Sînor ê Sêmalka û çalakiya bi kon dabû destpêkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li vê çalakiyê bûn û hefteya çalakiyê qediya. Malbatên şehîdan û gelê herêmê diyar dikin heta ku ew cenazeyan bistînin dê çalakiyên xwe bidomînin.

Hogir Qamişlo yê ku ciwanekî TEV-DEM’ê ye PDK hişyar kir û wiha got: “Gel çend roj in bi girseyî tev li çalakiya li Sêmalkayê dibe. Bi sedan ciwan di çalakiyê de ne. Gel dibêje êdî sebra me nemaye. Heke cenazeyê me nede me êdî sebra me nemaye. Em ciwan diyar dikin heke cenazeyê me nedin em ê sînoran hilweşînin. Divê PDK baş bi vî tiştî zanibe.

Her ciwan û dayik li hemberî îxaneta PDK’ê ye. Vê îxaneta Mesûd û Nêçîrvan Barzanî êdî nayê qebûlkirin. Di dîrokê de çawa îxanet kiribûn niha jî dixwazin îxanetê bikin. Em ciwan li hemberî vê siyasetê bin. Malbata Barzanî bi saya gerîla dikare li Başûr bimîne. PKK çû hewariya Şengal, Rojava, Kobanê. PKK ji bo hemû kurd, Kurdistan û dinyayê amade ye.”

Dayika Hevrîn Xelef jî di çalakiyê de ye

Di 12’ê Cotmeha 2019’an de çeteyên dewleta tirk Sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef şehîd kiribûn. Sûad Mistefa ya ku dayika Hevrîn Xelef e tev li çalakiyê bû. Dayikê jî têkildarî çalakiyê ev tişt anî ziman: “Çalakiya ku me li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin didome. Ji van kesên ku qaşo birayên me ne, heta ku em cenazeyê xwe bistînin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Heke cenazeyê me di destê kesên din bûya, me yê bigota dijmin e, xayîn e. Lê mixabin cenazeyê me di destê birayên me yên kurd de ne. Em li benda cenazeyan e. Heta ku cenazeyan bidin me, em ê çalakiya xwe bidomînin.”

Çalakî bi şev jî didome

Çalakger li hemberî îxaneta PDK’ê li ser sînor di çalakiyê de ne û bi şev li dora agir geh stranan distrên geh jî zêmaran dibêjin. Bi şev gelek stranên li ser berxwedana gerîla û îxaneta kurdan tên strandin. Bi sloganên ‘Bimire îxanet, bijî berxwedana gerîla’ bang li kesên hember tê kirin.

Dengbêjên ku di çalakiyê de stran distrên bang li PDK’ê kirin û wiha gotin: “Me digot bila di navbera me de ev şer tunebe lê mixabin çêbû. Bila şehîdên me bidin me, bila têkiliya me xerab nebe. Vî şerê li hemberî birakujiyê gelekî zehmet e. Êşê dide gelê kurd û gelê herêmê. Bi dengekî bilind em bang li wan dikin lê PDK û malbata Barzanî guh nade me. Divê em dev ji şerê birakujiyê berdin û li hemberî dijmin bibin yek. Dem dema yekitî û serfiraziya li hemberî dijmin e.”

Dayikê aştiyê hatibûn astengkirin

26 Dayikên Aştiyê yên ji Herêma Cizîrê ya Rojava ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi navê Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) û Yûsif Îbrahîm (Serdem Cûdî) yên ku PDK’ê li Xelîfanê ew şehîd kiribûn, xwestibûn ji Deriyê Sînor ê Sêmalka biçin Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê. Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kiribû. Dayikan diyar kiribû ku çi dibe bila bibe dê cenazeyan werbigirin û dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.

MÎT bi destê PDK’ê li Sêmalka îstîxbaratê dike

Li gorî agahiyan piştî ku çalakiyê dest pê kir, PDK ji vê çalakiyê aciz bû û xebatkarên îstîxbarata tirk li ser sînor bi cih kir.

Berê jî derketibû holê ku li Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê tiliya MÎT’ê heye. Hêzên PDK’ê ji bo kesên dixwazin ji Rojava biçin başûrê Kurdistanê li ser navê forma derbasbûnê, forma îstîxbaratê dide dagirkirin û li vê derê xebatkarên MÎT’ê kesan dibin ber pirsan. DÊRIK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar