Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê kêm nebûne. Cihên dagirkirî ji Idlib heta Girê Spî û Serêkaniyê her roj tevlihevî lê heye û carna çete bi hev dikevin û carna jî bi dewleta tirk dikevin.
Ketina dewleta tirk a Sûriyeyê esas bi bazaran dest pê kir û ev bazar bi hebûna van hêzên bazirgan didome.
Herî dawî ji bo civîna NY’ê serokê AKP’ê Erdogan ku li Amerîka bû, hêvî dikir ku serokê Amerîka Joe Biden bibîne lê rêveberiya Amerîkayê guh neda wî û heta kes nehat pêşwaziyê jî. Bi stûxarî û dest vala vegeriya Tirkiyeyê. Ji bo rêveberiya Amerîkayê aciz bike, dîsa siyaseta xwe ya tu nedî min ez ê herim gel dijberê te meşand û plana çûyîna Rûsyayê kir.
Berî ku Erdogan berê xwe bide Rûsyayê, li benda hêviyekê bû ku Amerîka bibêje, tişta ku tu dixwazî bila wek te be lê Rêveberiya Amerîkayê hişyariyeke tund da hevkariya Erdogan a bi Rûsyayê re.
Erdogan herî dawî di 30’ê îlonê de berê xwe da Rûsyayê û li gel serokê wî welatî Pûtin re hevdîtin kir lê tiştekî ku li ber çavan xuya kir nebû.
Serokê AKP’ê di balafirê de dema ku vedigeriya Tirkiyeyê, berpirsê Amerîkayê ya Rojhilata Navîn Brett McGurk bi hevkariya kurdan re bi nav kir û got ku ew wekî lîderekî PKK’ê tevdigere. Vê mesaja Erdogan da xuyakirin ku dest vala ji Rûsyayê jî vegeriya ye.
Ji ber êdî Erdogan di siyaseta xwe ya derve de tiştek bi dest nexist, dîsa berê xwe da kurdan. Ji bo careke din êrîşên xwe li ser kurdan pêk bîne niha di nava tevgerê de ye.
Di 12 rojên destpêkê yên meha cotmehê de, Li Ezaz, Efrîn û Babê teqîn pêk hatin. Ev teqîn jî wekî yên beriya xwe bi destê çeteyên dewleta tirk bi xwe li dijî hev pêk hatin. Sedemên van êrîş û teqînan jî yan li ser talanê li hev nekirine yan jî diziya hev kirine. Dîsa çend top li Qirqamoşa li heber Cereblusa dagirkirî ketin û çend leşker û polîsên dewleta tirk di nava axa Sûriyeyê de hatin kuştin.
Piştî van yekan Erdogan dîsa derket û gefa êrîşê li ser herêmên Rêveberiya Xweser xwar û hincet jî êrîşên ku li ser leşker û deverên wan pêk hatine bû.
Ev bûyer, gotinên serokê MÎT’ê Hakan Fîdan ku destpêka aloziya Sûriyeyê de digot; “ketina Sûriyeyê hêsan e, ez çend zilaman bişînim wî alî, bila çend topan biavêjin vî alî, em ê bikin hincet û derbas bibin” tîne bîra me.
Wer xuyaye ku amadekariya êrîşeke nû ya li ser herêmê tê kirin. Dibe ku bazar li gel Rûsyayê hatibe kirin. Erê rast e Amerîka got em ji herêmê venakêşin lê li Minbic, Kobanê, Eyn Îsa û heta xeta Qereqozakê hêzên amerîkî tune ye û dema rayedarên HSD’ê ji wan re bibêjin ka helwest nîşan bidin, dibe ku dîsa wekî dema ku Efrîn hat dagirkirin, bibêjin em ne li wir in û ji destê me tiştek nayê û Rûsya li wir e. Ne dûr e Rûsya bazarek li ser deverên kurdan li gel dewleta tirk bi Erdogan re kiribe.
Ya girîng ew e ku bakurê Sûriyeyê xwe li gorî şerekî li ber deriyan amade bike û hem hêza xwe ya civakî hem jî ya parastinê baştir amade kiribe. Dewleta tirk dijminê kurdan e û heta ji destê wê were, ew ê bixwaze herêmên kurdan ji Kurdan vala bike.