Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Avaşînê dîmenê têkçûna artêşa tirk

Hêzên gerîla li qada berxwedanê, li devera Werxelê ya ser bi herêma Avaşînê gelek alavên leşkerî yên artêşa tirk desteser kirin

Ronî Deştelanî – Egîd Sîrwan

Leşkerên artêşa tirk ji ber berxwedana gerîla her tiştên xwe li pey xwe dihêlin û direvin. Gerîla dîmenên alavên leşkerî yên artêşa tirk ku ketine destê wan kişandin û tirsa leşkerên artêşa tirk a li hemberî gerîla careke din raxistin pêş çavan.

Artêşa tirk di 23’ê Nîsanê de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kir. Bi plana berfirehkirina dagirkeriya li xaka Kurdistanê û tunekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê ev tevger dan destpêkirin. Di kêliyên destpêkê yên vê operasyonê de artêşa tirk ji destên gerîlayan gelek derbên giran xwarin. Hem li herêma Metînayê, hem jî li herêmên Avaşîn û Zapê gerîlayan bi biryardariyeke mezin dest bi berxwedanê kirin. Di encama berxwedana dîrokî ya gerîlayan de pêla destpêkê ya tevgera dagirkeriyê ya artêşa tirk şikest. Lewma artêşa tirk neçar ma xwe ji hinek deverên ser bi herêma Avaşînê vekişîne.

Derûniya leşkerên artêşa tirk serûbin bû

Artêşa tirk dixwest li herêma Avaşînê hêzên gerîla dorpêç bike û di hundirê vê dorpêçê de gerîlayan tune bike. Piştî derbeyên li herêma Avaşînê, li Dola Konferansê ji destê gerîla xwarin neçar man xwe ji deverên Dola Konferansê û Dola Maran vekişîne. Piştî van bûyeran di 7’ê hezîranê de artêşa tirk êrîş bir ser tunelên şer ên li deverên Werxelê. Li vê deverê jî bi berxwedaneke qat bi qat zêde ya gerîla re rû bi rû man. Ev qederî çar mehan e ku hêzên gerîla li vê deverê, li dijî artêşa tirk di nava berxwedanê de ne. Ji ber berxwedana gerîla derûniya leşkerên artêşa tirk serûbin bû.

Hêzên gerîla teqemeniyên li hemberî wan dihatin bikaranîn desteser kirin

Gelek caran ji ber çalakiyên gerîlayan leşkerên artêşa tirk hemû alavên xwe yên leşkerî li pey xwe hiştin û reviyan. Di dîmenê de ku ji tûnelên şer ên devera Werxelê derketiye jî ev yek piştrast bû. Di vî dîmenî de kel û pelên jiyanî, alavên leşkerî û kunyeyên ku navên leşkerên artêşa tirk li ser dinivîsin ketiye destê gerîlayan ango hêzên gerîla ev tişt desteser kirine. Heman demê hêzên gerîla teqemeniyên ku li hemberî wan dihatin bi kar anîn jî desteser kirine.

Tûgaya ‘Kaplan’ a Tetwanê

Di dîmenê ku ji tunelên şer ên devera Werxelê derketiye jî diyar dibe ku alavên hatine desteserkirin ên kîjan leşkerî ne. Her wiha alavên ku hatine desteser kirin ên leşkerên bi ser Tûgaya ‘Kaplan’ a Tetwanê ye. Tişta balkêş jî ew e ku leşkerê di 9’ê Îlonê de dixwest xwe radestî gerîla bike û ji aliyê yekîneya xwe ve hat kuştin jî girêdayî vê Tûgaya ‘Kaplan’ a Tetwanê ye. Mirov ji van bûyeran jî fêm dike ka derûniya leşkerên artêşa tirk çawa têk çûye. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar