Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

HSD: Dewleta tirk ji bo êrîş bike li hincetan digere

HSD’ê nûçe û agahiyên dewleta tirk li ser medyaya xwe belav dike, derewand û diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ji bo êrîşên xwe rewa bike û dest bi êrîşên nû bike, li pey hincetan e

Navenda Nûçeyan |

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî nûçe û agahiyên ku dewleta tirk a dagirker li ser medyayên xwe belav dike, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir.

HSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Artêşa tirk a dagirker, her roj li hember deverên li derdora herêmên dagirkirî bi topan êrîşan dikin û di wan topbaranan de gelê herêmê hedef digire. Di encama wan êrîşan de welatiyên sivîl birîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin. Dewleta tirk ji bo wan êrîşên xwe rewa bide nîşandan agahiyên derew diweşîne û nûçeyên wekî ku hêzên me li wan herêman êrîş birine ser wan, belav dike. Me berê jî gelek caran daye diyarkirin ku li herêmên ku di wan nûçeyan de tên behskirin, tu tevgerên hêzên me tune ye. Ev nûçe ji bo rewa nîşandana êrîşên dagirker tên belavkirin.

Dewleta tirk a dagirker tenê di meha îlonê de li xeta Eyn Îsa û Til Temirê 194 caran agirbest binpê kir. Bi qasî ku hat tespîtkirin, balafirên keşfê yên dewleta tirk a dagirker 21 caran sînorên qada hewayî îhlal kirin. Di êrîşên topbaranê de bi giştî hezar û 67 obîs û hawan hat bikaranîn. Di wan êrîşan de 5 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 6 welatî jî birîndar bûn. Dîsa di wan êrîşan de 5 baregehên artêşa Sûriyeyê hatin hedefkirin û di encamê de leşkerek artêşa Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.

Dewleta tirk a dagirker û hikûmeta wê ku rûyê wan ê qirêj her roj hîn zêdetir aşkera dibe, ji bo ku gelên Tirkiyeyê bixapînin û bi bikaranîna hestên nîjadperest, rastiya desthilatdariya xwe yê qirêj binixûmînin, di rojên dawî de ji her demê zêdetir amûrên şerê taybet bi kar tînin. Ruxmê ku yên êrîş dikin ew bi xwe ne, wekî ku hêzên me êrîşê wan dikin didin nîşandan. Pêwîst e di serî de gelên Tirkiyeyê û hemû raya giştî ya cîhanê vê rastiyê baş bibîne û li hember derewên dewleta tirk a dagirker hişyar tevbigerin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar