Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ziman û Welat

Ji destpêka dîrokê heta niha gelek fîlozof, nivîskar û zanyaran girîngiya ziman destnîşan kirine û ji bo ziman gelekî nivîsandine. Yê ku nivîsandine jî êşa ziman kişandine û birînên wan çêbûne. Dema em li welatê xwe Kurdistanê dinêrin hê jî em êşa wê dikişînin û birînên me hene.

Kesên dagirker ji bo zimanê xwe serdest bikin serî li hemû rê û rêbazan didin. Ji bo vê yekê jî teknolojiyê bi kar tînin. Mînaka wê jî dewleta tirk e. Îro tu li televizyonan dinêrî bi sedan kanalên bi zimanê tirkî hene. Ev kanalên tirkî her rojê çend rêzefîlman û bernameyan pêşkêş dikin. Bi vê yekê re milyonan kesî girêdayî xwe dihêlin û wan kesan mahkûmî xwe dikin. Li ser Facebook û Twitterê jî milyonan bikarhenêrên zimanê tirkî hene. Ji bo rojname, pirtûk û kovaran jî ev yek derbas dibe. Lê em bi zanebûn an jî nezanî dikevin bin xizmeta wî zimanî. Ji bo ku nivîsên me zêde werin xwendin em bi zimanê tirkî dinivîsin. Meqseda min ne dijberiya li zimanê tirkî ye. Mesele ew e ku ji bo kîjan armancê tu bi kar tînî. Tu çiqasî bi wî zimanî binivîsînî tu yê ewqasî xizmetkarê wan bî.

Dixwazim mînakekê ji welatê Belçîkayê bidim. Belçîka di bin serweriya fransiyan de pêş ket. Ji bo zimanê fransî belavî gelek deveran bibe polîtîkayek taybet hat meşandin. Di fermiyetê de jî ev ziman hat ferzkirin. Lê aliyekî kesên ji civaka flaman hebûn û vê yekê di warê ziman de rê li ber pirsgirêkan vekir. Ji ber ku dewletê kesên bi fransî dizanîbûn dikirin karmend û di wezîfeyên jor de cih didan wan. Li dijî vê yekê jî tevgereke flamanan a ziman ava bû. Vê tevgerê jî tenê li ser ziman xebat meşandin. Ji bo pêşxistina zimanê xwe gelekî ked dan. Her wiha nexşeyek li ser bikaranîna zimanê flamanî amade kirin. Bi vê nexşeyê re aşkera bû ku nîvê Belçîkayê zimanê flamanî diaxive. Lê tevî vê yekê jî di fermiyetê de cih nedidan wan. Tevgera ku ji bo ziman ava bû di demeke kin de hişt ku namzetên flamanan di meclisê de cih bigirin. Van kesan jî li meclisê doza ziman pêş xistin. Bi demê re hejmara van kesan li meclisê zêde bû û hiştin ku flamanî jî bibe zimanekî fermî yê meclisê. Her wiha li deverên fermî jî zimanê flamanî hat bicihkirin. Û gav bi gav zimanê flamanî li her devera Belçîkayê bi cih bû. Îro jî li Belçîkayê herî zêde zimanê flamanî tê bikaranîn û hejmara niştecihên vî zimanî bikar tînin jî zêde ye. Bêguman ev pêvajoya ez behsa wê dikim zêdetirî sed sal berê ye. Yanî bi carekê re çênebû. Di encamê de bi zimanê xwe welatek ava kirin.

Ji vê mînakê jî dixwazim vê bêjim. Xebatek ji bo ziman dikare encamên siyasî, çandî û civakî jî bi xwe re bîne. Eger em kurd jî ji ziman dest pê bikin dikarin gelek encaman bi dest bixin. Ji bo vê yekê jî dîrokek me heye. Ewqas televizyon, rojname, pirtûk û kovar jî bingeha hebûna me ye.

Dema tu li dewleta tirk binêre dîrokek wê yan jî çandeke wê tunebû. Lê bi dagirkeriyê re zimanek ava kir. Niha jî bi vî zimanî dîroka xwe çêdike. Li cem me hem dîrok hem jî ziman heye. Ya girîng bikaranîna wê ye. Lê mixabin girîngiya ji bo ziman ne li pêş e. Gelek kes beyî ku di ferqa wê de bin vê yekê dikin. Jixwe dewleta tirk li dijî zimanê kurdî her rê û rêbazên qedandinê bi kar anî û hê jî dike. Lê dema ku em bi xwe jî ji zimanê xwe dûr bisekinin ew felaketek mezin e. Eger tu bi zimanê xwe nenivîsînî û nexwînî, ma wê kî vê yekê bike. Kesek ji derve nayê û mafê ziman nade te. Eger ziman hebûn û nasnameya te be, wê demê divê tu li xwe û nasnameya xwe xwedî derkeve. Îro her kes çend zimanan dizane û dikare biaxive, lê zimanê te divê yê sereke be. Li cem hemû welatan ev yek wilo ye. Eger tu zimanê xwe nizanîbî û neaxivî wekî kesek nîvco yî. Divê yên ziman dizanin biaxivin û binivîsin, yên nizanin jî fêr bibin. Dibe ku rewşa welatê me naşibe ya tu welatî, lê di encamê de têkoşîna ji bo ziman wê gelek encaman bi xwe re bîne.

Nûçeyên Têkildar