Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinên Êlihê ji bo mitînga Amedê amade ne

Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işık Yildiz diyar kir ku wan li Êlihê ji bo beşdariya mitînga jinan a li Amedê amadekariyên xwe temam kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma ‘Ji nijadperestiyê û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinan e’ dê sibê li Meydana Stasyonê ya Amedê mîtingek li dar bixin. Jin bi rojane amadekariyê mitîngê dikin û ji gundan heta navendên bajêran xebat kirin û jinan vexwendin mitîngê. Amadekariyên mitîngê jî temam bûne. Dê ji bajarên derûdora Amedê jî jin beşdarî mitîngê bibin.

Aktîvîsta TJA’yê Rûken Zeryam Işik Yildiz destnîşan kir ku îktidar bi destê kujer û tecawizkar û hêzên xwe wek polîs û leşkeran têkoşîna jinan bitepisîne û berxwedana jinan a li girtîgehan jî ji holê rakin. Yildiz got ku lê çi dibe bila bibe û îktîdar çi dike bila bike dê li her deverê berxwedana jinan bi ser bikeve.

Yildiz anî ziman ku Êlih yek ji bajarên jinan e û divê jinên Êlihê reng û xemla xwe sibê beşdarî mitînga li Amedê bibin û ew dixwazin coş û kelecana jinan veguhezînin qada mitîngê.

Her wiha Yildiz da zanîn ku wan li Êlihê ji bo beşdariya mitîngê amadekariyên xwe temam kirine û sibê dê ji deverên navenda Êlihê bi dolmîşan jinan bibin Amedê û got ku tenê ne li navenda Êlihê dê ji gundan û navçeyan jî dolmîşan rakin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar