Navenda Nûçeyan |
Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker gelek gundên başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Li gorî nûçeya RojNewsê, gelek balafirên şer ên dewleta tirk îro bi awayekî hemwext di derdora saet 10.30’an de êrîşî gundên li herêma Binarê Qendîl, Sengeser, Pişder û Çiyayê Asosê kirin.
Li gorî agahiyan cihên ku hatine bombebaran kirin wiha ne: Dola Balayan, gundê Xeznê, gundê Koylê ku dikeve ser bi Qesrê, çiyayê Bêrimke, çiyayê Ehmedê li beramber Zînî Wertê û Serkepkan, gundê Sêweysê yê girêdayî bajaroka Sengeserê ku dikeve Pişderê.
Her wiha tê gotin ku gundên Asosê jî hatine bomberankirin lê têkildarî wê herêmê hîn agahiyên zelal bidest neketine. Ji ber rewşa ne asayî û ewle ya herêmê, der barê zirar û ziyanan de heya niha tu agahî bi dest neketine.