PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Jin herikîn Qada Îstasyonê

Jin ji bo mîtînta ‘Dem dema azadiya jinan e’ ya bi pêşengtiya TJA û DBP’ê hat organîzekirin, li Qada Îstasyonê ya Amedê kom bûn

Jinên ku li dijî feraseta rêveberiya heyî ya li Tirkiyeyê, zêdebûna êrîş, kuştin, axaftinên nîjadperest û zayendperest dengê xwe bilind dikin, li Amedê kom bûn. Mîtînga jinan a ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve bi şîara ‘Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinan e’ hat organîzekirin, li Qada Îstasyonê dest pê kir.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Semra Guzel, Remziye Tosûn û Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn.

Jinên ku ji bajarên cuda hatin, piştî bergirtiyên zêde yên polîsan ji 3 aliyan ve ketin qada mîtîngê. Jinên ku kincên gelêrî li xwe kirin, bi rengên cur be cur qad xemilandin. Hatina jinan a ber bi qada mîtîngê ve dewam dike. Dengên tilîlî û berzkirina dirûşmeya ji qadê bilind dibe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar