Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Mîtînga jinan a li Amedê: Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin

Di mîtînga Amedê de ya bi pêşengiya TJA û DBP’ê hat lidarxistin, jinan diyar kirin ku ew koletiyê qebûl nakin û dê berxwedana xwe bidomînin. Her wiha di mîtîngê de tecrîd jî hat şermezarkirin û hat gotin ku tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin

Mîtînga ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşma ‘Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinan e’ hat organîzekirin, li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kir. Li Qada Îstasyonê pankarta ‘Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin’ hatin daliqandin. Her wiha postera Denîz Poyraz a di êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li qada mîtîngê hatin vekirin. Her wiha dowîzên wekî ‘Peymana Stenbolê pêk bîne’, ‘Dem dema azadiya jinan e’ û ‘Em xwe bi rêxistin bikin, xwe azad bikin’ di qada mîtîngê de ji hêla jinan ve hatin hildan.

Di mîtîngê de parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û wiha got: “Hûn baş dizanin em di pêvajoyên zor û zehmet de derbas dibin. Em jinên kurd li hember êrîşên hovane li ber xwe didin. Em van êrîşan ji dîrokê baş nas dikin. Lê bila baş bê zanîn ku em hene, ji destpêka dîrokê heya îro em hene.”

‘Em koletiyê qebûl nakin’

Îmîr da zanîn ku îro têkoşîn li ser milê jinan bilind dibe û ev tişt anî ziman: “Yên ku ji bo me qêrîna azadiyê wek mîras hiştine, Sakîne, Fîdan, Leyla, Asya, Sêvê, Pakîze, Fatma û Hevrîn e û bi ruhe wan em li vê qadê ne. Wek TJA’yê em bejna xwe li ber wan ditewinin. Ji Qada Îstasyonê hezar silav em rê dikin ji bo Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û bi hezaran jinên di zindanan de li gel me dimeşin, ew bûne delîlên hevî û serkeftina me.

Bedena jinan li kolanan tazî kirin. Jinên aştîxwaz wek Denîz Poyraz qetil kirin. Li ser navê Rewşa Awarte bi hezaran saziyên jinan girtin. Xwestin bi qeyûman pergala me ya hevserokatiyê tune bikin. Saziyên bi hevserokatiyê xwe bi rê ve dibirin, xistin destê mêran. Hevalên me yên têkoşîna jinan dimeşînin avêtin zindanan. Keda Jinan a Peymana Stenbolê di şevekê de bi îmzeya mêrekî hat betalkirin. Li ser medyaya dijîtal, li meclisê û li qadên siyasetê jin kirin hedef. Her tim gotin ‘Em jinên têkoşêr naxwazin koleyan dixwazin’. Em li vê qadê cardin ji wan re dibêjin, em vê koletiyê qebûl nakin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.

Em ê dengê xwe bilind bikin. Çalakiyên xwe berdewam bikin, heya em jiyaneke azad ava bikin. Ji Botanê heya Amedê, ji Amedê heya Xerzanê, ji Xerzanê heya Serhedê em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin.”

Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin

Di axaftina xwe de Îmîr bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Va ye 22 sal in rêzdar Ocalan di bin tecrîdê de ye û hevdîtina wî û parêzeran tê astengkirin. Zagonên xwe jî ji bo vê yeke bin pê kirine. Rewşa tecrîd û zordariyê di hemû girtîgehan de heye. Di girtîgehan de girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû dimînin. Ji bo çûyîna nexweşxaneyan astengiyan derdixin. Kesên cezayê xwe kêşandî jî nayên berdan. Bi biryarên keyfî wan dihêlin zindanan de. AKP polîtîkayên herî qirêj li ser jinan dimeşine. Ji bedena jinan heya hemû qadên jiyanê jin rast êrîşên nijadperestiyê tên.

Heya ku şer dewam bike daristanên me wê bê şewitandin. Zarokên me dê li kolanan di bin panzeran de bimînin. Wê jin her roj tundiyê bibînin û di hedefa desthihatdaran de bin. Lê em her roj di bêjin em ji êrîşên we natirsin, di dîrokê de çawa hemû êrîşên we vala derketine îro jî ev êrîşê wê vala derkevin. Em dîsa dubare dikin çi bibe bîla bibe dawiya me azadiyê.”

Dayika Denîz Poyraz: Hûn hemû Denîz in

Di mîtîngê de dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz axivî û ev tişt anî ziman: “Hûn hemû Denîz in. Divê em dest bi din destê hevdu. Denîz li avahiya HDP’ê hat qetilkirin û bê parastin bû. Denîz ne tenê Denîza min e, Denîza vî welatî ye. Dibêjin derûniya kujer xirab e lê ne wisa ye. Heke xirab bûya bila zirar bida xwe.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar