Piştî hilbijartina pêşwext a li Iraqê, bi taybet PDK’ê dest bi propagandayeke taybet a li ser Şengalê kiriye û hewl dide êrîşeke siyasî ya li hemberî Rêveberiya Xweser a Şengalê bide meşandin. Sazî û dezgehên Şengalê jî ev çend roj in li ser encamên hilbijartinê nirxandinên xwe dikin û plansaziya xwe ya ji bo dema pêş amade dikin. Di nav rojên borî de Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi hemû saziyên xwe ve civiya, encamên hilbijartinê nirxand û her wiha bernameya xwe ya ji bo dema nû nîqaş kir.
Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen der barê encamên vê civînê de axivî û gelek mijarên di rojevê de zelal kirin.
‘PDK di fen û hîleyan de serkeftî ye’
Riham Hesen di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir ku PDK’ê dixwest bi hinceta hilbijartinê vegere Şengalê, ji bo vê ketiye nav hewldanan jî lê îradeya Şengalê li dijî vê yekê derketiye.
Hesen bal kişand ser fen û hîleyên li ser hilbijartinê jî û wiha axivî: “Rast e di fen û hîleyan de biserdikevin, ev ne tiştekî ecêb e. Lê ya me jî berxwedan bi xwe re serkeftinê tîne. Me civaka xwe ne li ser fen û hileyan perwerde kiriye. Wan ev rêbaz bikaranî, teknîk di destê wan de ye. Ji bo îredeya li Şengalê belav bikin çi ji destê wan hat, kirin.”
‘Ew di dilê gel de ne serkeftî ne’
Riham Hesen bi bîr xist ku li seranserê Iraqê gilî li encamên hilbijartinê têne kirin û ev tişt anî ziman: “Wan li gor xwe encam diyar kirin. Li Şengalê li gelek cihan dengdan hat sekinandin. Gel nikaribû deng bide. Gelek ji wan navê wan li cihên dîtir derketin. Di vir de diziya dengan jî çêbû. Bi van hîleyan, bi nav serkeftinê anîn. Lê di dilê gel de ew ne serkeftî ne.”
‘Di salvegera peymanê de hilbijartin çêkirin’
Riham Hesen encamên hilbijartinê bi peymana 9’ê Cotmehê ve girêda û got ku ev tifaqa li dijî Şengalê hê jî di vê peymanê de israr dikin. Hesen bal kişand ser roja hilbijartinê jî û ev nirxandin kir: “Di salvegera peymanê de hilbijartin çêkirin. Ev roj bi taybet hat hilbijartin. Bi peyman û hilbijartinê, dixwazin derbasî Şengalê bibin. Lê ew bi xwe ne qanûn nas dikin ne demokrasiyê.”
Riham got ku gelek sedem hene ku gelê Şengalê li dijî vegera PDK’ê ne û van sedeman wiha rêz kir: “Niha dibêjin em ê vegerin, ew dîmenên ku di dema fermanê de bazdan, ew dîmenên ku di navbera Sinûnê û Xanesorê de hevalên me şehîd xistin tên ber çavê herkesî. Ji ber vê yekê kes qebûl nake.”
‘PDK ne ji qanûnê fem dike ne ji demokrasiyê’
Riham Hesen destnîşan kir ku PDK dixwaze xwe bispêre peymana 9’ê Cotmehê û encamên hilbijartinê û vegera Şengalê bi vî rengî rewa bike û bi van gotinan bertek nîşanî vê polîtîkayê kir: “Nikarin bêjin ev qanûn e em ê derbas bibin. Ew bi xwe ne tiştekî ji qanûnê fêm dikin ne jî ji demokrasiyê. Çi tiştê ne li gor berjewendiyên êzidiyan be, em serî li ber natewînin.”
‘Me soza tolhildanê, soza serkeftinê daye’
Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen di dawiya nirxandinên xwe de der barê civîna Desteya Rêvebir a Şengalê de jî hin agahî dan. Hesen da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe ve civiyaye û wiha behsa encamên civînê kir: “Em bêjin, bi tu hevalê me re ji ber encamên hilbijartinê bêmoralî yan jî hestê neserkeftinê çênebûye. Hêviya wan ji serkeftinê re mezintir bûye. Planên bi vî rengî yên li ser Şengalê dibe sedem ku em bêtir bi doza xwe ve werin girêdan. Helwesta me ne duh an jî îro hatiye danîn. Ji roja ku em bi wijdan tev li kar û xebatan bûne, ji 2014’an pê ve ev soz hat danîn. Soza tolhildanê, soza xwerêxistinkirinê, soza serkeftinê hatiye dayîn. Tiştekî ji vê rastiyê cûdatir ku em bixin nav planên xwe de nîne. Tiştekî ku bibe sedem em xeta xwe biguherînin nîne.” ŞENGAL