Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Çalakiyên ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan didome

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûn û şeremzarkirina kiryarên PDK’ê hatiye destpêkirin didome

Navenda Nûçeyan |

Çalakiya konvedanê ya li ber deriye Sêmalkayê ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûn û şermezarkirina kiryarên PDK’ê hatiye destpêkirin, di roja 13’emîn de didome.

Ji bo piştgirîdayîna çalakvanan şêniyên kantona Hesekê û Yekitiya Odeya Bazirganiyê û Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan konê xwepêşandanê.

Xwepêşandêr li qada dergehê Sêmalka kom bûn da ku berê xwe bidin deriyê dergehê Sêmalka û li wir daxuyaniyekê bidin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên gerîla 40 sal in li ber xwe didin û hemû tiştên giranbiha di oxira parastina rûmeta gelê kurd de didin.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku bûyera li Xelîfanê, qedeke reş e li eniya PDK’ê û wiha hat gotin: “Hedefgirtina gerîla vê dawiyê ji aliyê PDK’ê ve û şehîdxistina 5 keç û xortên kurd û dîlgirtina gerîlayekî, qedeke reş e.”

Her wiha hat gotin ku ew bûyer ji bo razîkirina dewleta tirk e ku di dema referandûmê de PDK’ê biçûk xistibû û gefa rûxandina wê xwaribû.

Xwepêşandêran di daxuyaniya xwe de teqez kirin ku neradestkirina cenazeyên herdu gerîlayan, hemû bangawaziyên hêzên nîştimanî derb dike û wiha lê zêde kirin: “Hedefgirtina gerîla û neradestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd ji aliyê PDK’ê ve, hemû bangawaziyên hêzên nîştimanî û bangawaziyên beşên din ên gelê me binpê dike û hemû nirxên pîroz ên gelê me binpê dike. Ev kiryar tenê dikevin xizmeta dijminên gelê kurd.”

Her wiha kiryarên PDK’ê yên li dijî rêgez û peymanên mafên mirovan hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “PDK îxanet li kurdistaniyan û têkoşîna wan a dîrokî kir û projeya wan a kurdistanî derb kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li PDK’ê hat kirin ku rêzê ji gerîlayên şehîd re bigire û cenazeyên wan radestî malbatên wan bike, her wiha dûrî planên dewleta tirk ên li dijî kurdistaniyan bikeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar