Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Dê hêza me ya rêxistinkirî mezin bibe’

Jinan êrîşa polîsên tirk a li ser mîtînga li Amedê şermezar kirin û wiha gotin: “Em ê hêza xwe ya rêxistinkirî mezintir bikin.”

Tevgera Jinên Azad û DBP’ê di 16’ê Cotmehê de li Qada Îstasyona Amedê bi şîara ‘Êdî bes e ji nijadperestî û zayendperestiyê, niha dema azadiya jinan e’ mîtîngek li dar xistibûn. Jinan ji ber ku melesên kesk, sor û zer avêtibûn serê xwe, polîsan êrîşî wan kiribû.

Jinên TJA û DBP’yî li avahiya bajêr a DBP’ê ev êrîş şermezar kirin.

Hevseroka bajêr a DBP’ê Seval Gulmez daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî berxwedana jinan, hêzên desthilatdariyê êrîşa li ser jinan didomîne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Stranên me yên li hemberî pergala mêriksalar hatin qedexekirin. Bi hincetên beredayî destûr nedan ku jin pankartan bînin qada mîtîngê.

Bi hinceta ewlekariyê, pêkanînên wekî îşkenceyê di têketina qadê de hat kirin. Jinên ku ji bajarên din hatin, li sê bendên kontrolê li ser wan lêgerîn hat kirin. Heta kincên binî yên jinan hatin kontrolkirin, solên wan hatin derxistin. Bi van lêgerîn û kontrolkirinê wekî tacîzê, alavên şexsî yên jinan hat desteserkirin. Parêzera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek jî hat derbkirin û destgîrkirin. Li gorî qanûna parêzeriyê nabe ku li ser parêzeran lêgerîn were kirin.

Polîsan mudaxeleyî melesên dayikan kir û bi hincetên biçûk xwestin jinan binçav bikin û mîtînga me sabota bikin. Kesên ku li ser navê ol û dayiktiyê siyasetê dikin, Dayikên Aştiyê binçav kir û li mizgeftan ew dan sekinandin.

Di heman demê de strana bi navê  ‘Tu kî yî’ ya hunermend Devrîm Demîr jî hat qedexekirin. Dema Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li ser tecrîda rêzdar Ocalan axivî, polîsan dengê muzîkê bilind kirin.

Dem dema azadiya jinan e. Bi hevgirtina jinan û hêza xwe em ê li hemberî desthilatdariya mêran her dem têbikoşin. Em careke din diyar dikin, li hemberî zextên we em ê bi paş ve gavan neavêjin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar