Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şerda Mazlûm Gabar: Bersiva pêngavî dê diyarker be

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku li dijî konsepta tunekirinê ya dewleta tirk û hêzên navneteweyî yên li pişt disekinin, bersiva bi rengê pêngavî wê diyarker be

Navenda Nûçeyan |

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar têkildarî êrîşên qirkirinê yên hêzên mêtinger ên li ser gelê kurd ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Gabar di destpêka axaftina xwe de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî ku beriya 29 salan şehîd bû û destnîşan kir ku ew soza xwe dubare dikin ku şerê azadiyê li ser xeta Bêrîtan bi ser bixîn.

‘Kurdên xwedî îrade û azad dibin hedefa hêzên faşîst’

Şerda Mazlûm Gabar têkildarî êrîşên qirkirinê ev nirxandin kir: “Em dibînin ku hêzên serdest çarenûsa polîtîk a ku ji bo kurdan danîne neguhertine, berevajî vê guhertinê dixwazin jinûve bi rêbazên hevpar pêk bînin. Tifaqa dij bi kurd a hêzên emperyalîst di vê çarçoveyê de kar di nava xwe de dabeş kiriye û êrîşan dike. Şidandina tecrîda li ser Rêberê me, operasyonên bênavber ên li bakurê Kurdistanê yên ji bo bêbandorkirina gerîla, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku çekên kîmyewî jî lê têne bikaranîn, komkujiya li Şengalê, êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê nîşan didin ku di qirkirina kurdan de israr dikin.

Komkujiya ku 16-17’ê tebaxê li Şengalê û 19’ê tebaxê li Rojava hat kirin, careke din raxist pêş çavan bê faşîzm çiqasî qirêj, bêexlaq e û qet nirxan nas nake. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe; li çiyê, bajar, deşt û gundan kurd ên xwedî îrade û azad dibin hedefa hêzên faşîst. Her wiha li Rojava û Şengalê, li ser mirovên ku di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de li ser xeta Rêbertî li ber xwe didin û parastinê dikin, tê ferzkirin ku dest ji xeta Rêbertî û jiyana azad berdin û xwe teslîmî sîstema emperyal bikin. Bi rêya van êrîşan ew peyam tê dayîn ku ger teslîmî xeta lîberal nebe û di xeta neteweya demokratîk de li ber xwe bidin û entegreyî sîstemê nebe, hingî mafê jiyanê nayê naskirin.”

‘Êrîşên li ser Tevgera Azadiyê hem îdeolojîk hem jî leşkerî ne’

Gabar di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku hikûmeta heyî ya li Tirkiyeyê hikûmeteke şer e, rêveberiyeke şerê taybet e û wiha domand: “Endamên NATO’yê li ser bingeha lihevkirinekê hewl didin polîtîkayên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bixin meriyetê. Pêvajoya nû ya ku em tê de ne, ne tenê bi tundiya leşkerî tê meşandin, tevî vê yekê bi têkoşîn û rêxistiniyeke îdeolojîk bi rê ve diçe. Êrîşên li ser Tevgera Azadiyê hem îdeolojîk in hem jî leşkerî ne. Bi tunekirina nirxên têkoşînê û Rêbertî re dixwazin Tevgera Azadiyê tune bikin. Ev planeke gelekî metirsîdar e. Bi piştgiriya hêzên derve re vê planê dixin meriyetê. Atmosfera şer a dîroka kurd bi kûrahî û berfirehî tê rojanekirin. Komploya navneteweyî di serî de li ser Rêberê me li dijî tevgera me ya azadiyê bi berfirehî dewam dike. Sîstema Îmraliyê bi xwe sîstemeke şerê taybet e. Tevî ku dilsoziya gelê me û tevgera me ya bi Rêbertî re tê zanîn, dixwazin ku Îmraliyê bikin mîna darbestekê.

Di demeke bi vî rengî de li Kurdistanê bi rêk û pêk di asta ekolojîk de daristan têne şewitandin, heywanên gundiyan têne kuştin, li herêmên stratejîk ên dîrokî bendav têne çêkirin û bi vî rengî pêkanînên şerê taybet bi cih têne anîn.

Medyayê jî di vê mijarê de bi ruhê seferberiyê bi kar tînê. Hikûmeta faşîst ku di vê mijarê de piştgiriyeke tam werdigire, bi nûçeyên berevajîkirinê raya giştî dixapîne. Li gel vê yekê zextê li saziyên medyayê dike yên azadî, rexnegirî û muxalefetê temsîl dike û hewl dide asteng bike.”

‘Divê ji pratik û tecrûbeyên Rêbertî encam bên derxistin’

Fermandar Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku li dijî vê konsepta tunekirinê dayîna bersiveke pêngavî dê gelekî diyarker be û wiha pêde çû: “Di serî de li qada îdeolojîk, li ser asta siyasî, leşkerî û civakî divê em hîn bi xurtî pêvajoyeke encamgir û pêngavî dewam bikin. Jinan û gelan li dijî polîtîkayên serdestan ên ku dor li wan girtine her tim alternatîfa xwe afirandine. Têkoşîna PKK’ê ku çaryek sedsal li pey xwe hiştiye mînaka herî şênber a vê yekê ye. Divê ji pratîk û tecrûbeyên Rêbertî encam bêne derxistin û bi pêngavî bi cih bêne anîn. Ji bo me wezîfeyeke jiyanî ye ku bi vê rêbazê nêzî her qada têkoşîna xwe bibin.”

Di dawiya axaftina xwe de Şerda Mazlûm Gabar da zanîn ku mezinkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî jî di vê çarçoveyê de wezîfeya wan a bingehîn e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gerîla bi hestiyariyeke xurt û awarte wê xwedî li wezîfeyên xwe derkeve û serketinê bike malê gel. Ev serketin ji zûdeyî mafê dîroka me ya têkoşînê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar