Navenda Nûçeyan |
Berdevkê Unîcef James Elder a li Cenevreyê daxuyaniyeke ragihand ku di şerê ji adara 2015’an û vir ve li Yemenê 10 hezar zarok mirine yan jî birîndar bûne û got ku ev rewş gihiştiye asteke welê ku êdî qonaxa ku mirov jê şerm jî bike derbas bûye.
Elder diyar kir ku dema mirov li gorî vê bîlançoyê binêre, wisa dixuyê ku di rojê de 4 zarok tên kuştin û wiha got: “Mixabin tenê ev dane yên Neteweyên Yekbûyî piştras kirine, aqûbeta gelek zarokên ku ji malbatên xwe cuda miribin an jî birîndar bûbûn, nayê zanîn.”
Elder destnîşan kir ku ji bo Unîcef xizmeta alîkariyê bidomîne divê ‘heta navîna sala bê’ pêwîstî bi 235 milyon dolar heye.
Elder anî ziman ku ger şer bidome dê nikaribin alîkariya pêwîst bigihînin zarokan û ev tişt anî ziman: “Li Yemenê her ji 5 zarokan pêwîstiya 4’an bi alîkariya mirovî heye, ev jî tê wateya ku pêwîstiya 11 milyon zarokan bi alîkariyê heye.”
Şerê giran
Sala 2014’an piştî ku paytext Sana kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir. Li aliyekî hêzên hikûmetê yên ku Erebistana Siûdî piştgiriya wan dike, li aliyê din jî hûsî yên bi piştgiriya Îranê hene.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan di vî şerî de bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî Yemen weke welatê ku krîza herî giran a mirovî lê ye ragihandibû.