Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Rojnameger Zagros: Tirkiye di şerê li Başûr de têk diçe

Rojnameger Bêrîtan Zagros a ku geşedanan li Başurê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne diyar kir ku Tirkiye û hevkarê wê PDK li herêmê têk diçe û got: "Dewleta Tirk di şerê Garê de têk çû. Bi riya PDK'ê xwest ku li Zap, Metîna û Avaşînê bi ser bikeve. Lê Tirkiye di şerê li dijî PKK'ê de têk diçe.”

Li Iraqê hilbijartina pêşxwest di bin siya şerê li dijî başûrê Kurdistanê yê dewleta tirk ji 23’yê Nîsanê ve daye destpêkirin, di 10’ê cotmehê hat lidarxistin. Di hilbijartinê de partiyên siyasî yên li Başûr û Iraqê dengên xwe kêm kirin û beşdariya hilbijartinê li gorî hilbijartinên berê kêm bû. Hat gotin ku xelkê ji ber siyaset û kirinên heyî yê partiyên siyasî ku tu çareseriyê li pêş naxin, neçûne ser sindoqan û berteka xwe bi vî awayî nîşan dane.

Tirkiye ji meha nîsanê ve li dijî deverên Zap, Metîna û Avaşînê yên Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşan daye destpêkirin û ev şer 6 meh li pey xwe hişt. Çavkaniyên xwecihî di demên dawî de diyar dikin ku artêşa tirk li wan herêmên şer lê diqewime çekên kîmyewî bikar tînin.

Rojnameger Bêrîtan Zagros a ku geşedanên li Başûr ji nêz ve dişopîne, der barê hilbijartina li Iraqê pêk hat û şerê li herêmê de pirsên nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut bersivand.

Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê pêk hat, encamên ji hilbijartinê derketine çi ne?

Di hilbijartina Iraqê ya ku di 10’ê cotmehê de pêk hat, guhertinên balkêş çêbûn. Iraq bi demeke gelek aloz re derbas dibe. Bi taybetî jî piştî sala 2003’an mudexeleya Amerîkayê ya li dijî rejîma Baas li Iraqê îstîkrar çênebû ye. Rêveberiya ku hatiye damizerandin jî rêveberiyeke li ser esasên berjewendiyên navneteweyî û hêzên herêmî yên dagirker in. Bi wê esasê rêveberiyeke wekalet hatiye damezirandin. Ji ber wê em nikarin bibêjin ku desthilatdariya Iraqê li gorî berjewendiyên gelên Iraqê dixebitin. Vê yekê jî bandoreke neyînî li ser dengdayîna gel kir. Li Iraqê cara yekem e ku di vê astê de gel naçe ser sindoqan. Ev helwesteke li dijî hêzên siyasî yên Iraqê ne. Iraq roj bi roj ber bi aloziyekî ve diçe û Iraq tenê bi berjewendiyên navneteweyî û hêzên herêmî yên weke Tirkiye û Îranê ye. Ew boykota ku di destpêkê de nehatibû birêxistin kirin, bi awayeke xwezayî di nava civakê de pêş ket. Ev di heman demê de meşruyeta vê hilbijartinê jî dide nîşandan. Di hin herêman de beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 16 kêmtir bû. Hin herêman zêdetir û hin herêman jî kêmtir bû. Lê bi giştî li gorî Komîsyona Hilbijartinê ku ragihandiye sedî 41 yek tevlibûn çêbûye. Di welateke demokratîk de divê ev encam nehatiba qebûl kirin. Ji ber ku ne demokratîk e û nîvê civakê helwest nîşan daye. Ji Iraqê û hêzên ku di Iraqê de bi bandor bibe peyamekî dide wan. Lê diyar e ku ev boykota gel ji hêla Iraqê ve nayê nirxandin.

Encamên hilbijartinê dê bandoreke çawa li ser herêmê bike?

Gelek partiyên siyasî îtîraza encamên hilbijartinê kirin. Weke nimûne li Şengalê di pişt perdeyê de encamên hilbijartinê hatibûn nîqaşkirin. Bi israr in ku peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê pêk bînin. Ji ber wê jî gelek lîstîk hatin lîstîn. Li gorî herêmên Iraqê yên dîtir hilbijartin pir dereng hat destpêkirin. Li gelek herêman jî piştî seat 12’an xelk çû ser sindoqan. Gelek kes bi hincetên ku qeydên wan ne li wê derê ne û hincetên teknîkî yên cuda nekarî dengê xwe bikar bînin. Vê jî bandoreke neyinî li ser namzetê rêveberiya xweser kir. Ev jî dide nîşandan ku piştî vê hilbijartinê êrîş û zextên xwe li ser Şengalê zêdetir bikin. Plan û konsepta ku li Şengalê ketiye meriyetê vê dide nîşandan. Di heman demê de YNK û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê îtîrazî encamên hilbijartinê kir. Vê hilbijartinê weke hilbijartineke ne rewa û encamên wê jî weke ku hatine amadekirin dest digirin. Ev jî dide nîşandin ku ev hikûmete dê aloziyeke kurtir bi xwe re bîne. Aliyên ku ketine parlementoyê hem ji aliyê hêzên navneteweyî û hêzên herêmî ve xwedî piştgiriyên cuda ne û hem jî di nava xwe de nakokiyên wan ên bîrdozî yên dîrokî hene. Ev jî nîşana wê ye ku dê krîz bidome. Bêîstîkrariya Iraqê di berjewendiyên Tirkiyeyê de ye. Herî zêde jî Tirkiye dixwaze ji van aloziyan sûd bigire û êrîşên xwe li ser Iraqê û planên xwe yên ji bo Musul û Kerkûkê di van demên herî bi krîz de pêk bîne.

Artêşa Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di 23’ê Nîsanê de operasyonek berfireh da destpêkirin. Operasyonê 6 meh li pey xwe hiştin, gelo di van 6 mehan de çi qewimîn? 

Ji 23’ê Nîsanê ve êrîşeke dagirkerî ya berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin. Ji bihare heta niha êrîş didomin. Lê belê, encamên ku Tirkiyeyê dixwaze bi dest bixe hê jî bidest nexistiye. Sedema vê ya sereke jî berxwedan e. Piştî ku Tirkiye li Garê şikestineke mezin xwar berê xwe da herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê. Demek li ser derbas nebû ji ber ku negihişt armancên xwe PDK xist dewreyê. Xwestin ku bi rêya PDK’ê dest û lingên PKK’ê girê bidin. Ji ber ku yek xala sereke ya tevgera azadiyê girîngiyê pê dide şerê kurd ê bi kurd re ye. Dewleta tirk jî dixwazê ku vê bikar bîne û bi kevirekî du çukan bixe. Lê li hemberî teknîkeke pir bi modern gerîla bi vîneke pir bi hêz li ber xwe dide. Beriya wê li Heftanîn û Garê jî gerîla bi taktîk û rêbazên cuda bi îradeyeke mezin êrîşên dagirkirinê têk birin. PDK ket navberê û xwest ku Tirkiyeyê ji vê binketinê rizgar bike. Tirkiyeyê soz da PDK’ê ku herêmên ku gerîla jê bên derxistin wê cih ji wan re bên veqetandin. Bi van planan xwestin ku PKK’ê bêîtîbar bike û bi awayeke rehet li herêmê bi cih bibe.

Di operasyon ango şerê tê birêvebirin de rewşa niha çi ye û şer bi ku ve diçe?

Tirkiye li hemberî îradeya PKK’ê têk çû. Ji ber ku serweriya erdnîgariyê di destê gerîlan de ye. Gerîla li van herêman dijîn û xelkê herêmê ne. Ya yêkemîn Tirkiye nikare serweriya xwe li van herêman çêbike. Ya duyemîn jî gerîla bi xwe gelek taktîkên nû yên ku tu deran nehatine bikaranîn diceribînin. Ev jî dibe sedem ku Tirkiye nikare tedbîrên pêwîst li hemberî teknîka ku gerîla bi derfetên kêm lê bi aqileke mezin pêşxistiye encam bigirin. Ji ber vê jî li herêmên parastinê windayên Tirkiyeyê pir zêde ne. Tirkiye windayên xwe yên herêmê vedişêre û weke ku tiştek çênebûye nîşan dide. Beriya niha li ser vê gelek propaganda dikirin. Lê niha medyaya wan a şer zêde şerê herêmê nade rojevê. Ev jî nîşaneya wê ye ku bi şerê ku bi PKK’ê re Tirkiye bin ketiye.

Tê îdiakirin ku Tirkiye di şer de çekên kîmyewî bikar tîne, gelo rastiya vê yekê çi ye?

Li herêmê li dijî gerîla çekên kîmyewî tên bikaranîn. Xelkê herêmê jî jê bandor dibe. Heta niha gelek gerîla di encamên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane. Zirareke pir cidî dide jingeha herêmê. Her wiha li gorî agahiyên dawî xelk li herêma Behdînanê ji ber çekên kimyewî serî li nexweşxaneyan cuda yên Behdînanê dane. Lê herêm ji ber ku di bin kontrola PDK û MÎT a tirk de ye hem bijîşkên ku li herêmê beşeke zêde girêdahî PDK’ê ne û yê ku ne girêdahî wê jî ji tirsa PDK û MÎT a tirk newêrin raporên rast der barê van çekên kîmyewî de bidin raya giştî ya navneteweyî. Li gorî agahiyên ku tên bidest xistin bi taybetî li herêmên çiyayî yên weke Şeladizê ku nêzî xeta Avaşîn û Metinayê ye giliyên pir zêde yên tendûristiyê hene. Helbet ev ne tesadüf in. Dixwazin weke nexweşiya korona bidin nîşandan. Lê ew nexweşiya ku li van deran belav bûyî ne nexweşiya koronayê ye. Beşeke zêde ku tê gumankirin di encama bikaranîna gaza kîmyewî de ne. Weke rojnamegerek min xwest ku vê piştrast bikim. Lê gelê herêmê ji ber zext û gefên PDK’ê ditirsin û diyar dikin ku heger zanyarî bidin wê ji herêmê bên derxistin. Gelê herêmê di bin zexteke pir cidî de ye. Ji ber ku şande heta niha neçûne cihê bûyerê lêkolîn nekirine ev yeke jî nakeve rojeva navneteweyî. Hîn hêzên rêxistinî ku çûn cihê bûyerê jî nehiştine ku encamên ku dixwazin peyda bikin.

Li herêmên ku tê gotin çekên kîmyewî lê tên bikaranîn rewşa dawî çi ye?

Li herêmê polîtîkayeke bêkurd kirin û bêmirov hiştin tê meşandin. Heta niha jî gelek caran bi belgeyan hat piştrastkirin ku herêm tê wêrankirin û talankirin. Tişta ku balkêş jî ew e ku dewleta tirk diyar e li gel bertekên navneteweyî dê mecbûr bimîne ku vekêşe. Jingeha Kurdistanê bi awayeke bêwîjdanî tê talankirin û wêrankirin. Koka wê tê qelandin. PDK jî piştgiriya vê dike. Lê li tevî hemû zext û êrîşan jî gelê herêmê axa xwe bernade. Her çiqas polîtikaya wan a esasî bêmirovkirin, bêkurdkirina herêmê be jî helwesta gelê Behdînanê di çarçoveyeke welatparêzî de ye. Beşek jî  hêzên PDK’ê yên leşkerî nêçar man û dema ku diçin ser sindoqan dengê xwe dişewitinîn. Ev li dijî polîtikaya şer helwestek bû. Peyameke girîng e ku divê bê lêkolînkirin. Şandina rêxistinên navneteweyî ji bo herêmê çê bibe hem bikaranîna gazên kîmyewî, hem wêrankirina xwezayê, hem zirardayîna xelkê herêmê û guhertina demografiya herêmê bê îspatkirin. Heger wisa bibe di vê payîzê de dê binketina dewleta tirk û PDK’ê wê mîsoger bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar