Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Dayika şehîd: Erdogan û Barzanî li ser dijminatiya kurdan ketine pêşbirkê

Dayikê gerîla Orhan ê ji aliyê PDK'ê ve hat şehîdxistin, diyar kir ku Erdogan û Barzanî li ser dijminatiya kurdan ketine pêşbirkê û bang li PDK'ê kir ku dev ji xiyanet û xizmeta dewleta tirk a dagirker berde

PDK ji dema ku hatiye avakirin û heya niha destê wê di rijandina xwîna gelê kurd de heye. PDK’ê li hemberî şoreşa Qazî Mihemed bi Şahê Îranê re hevalbendî pêk anî û li dijî YNK’ê bi Sedam Huseyn re hevkarî kir, her wiha bi dewleta tirk re li dijî gerîlayan tevkariyê dike.

Ji ber kiryar û xiyaneta PDK’ê bi sedan têkoşerên kurd şehîd bûn, mîna Dr. Şivan, Şêx Sedîq Mîran ku serokê eşîra Xoşnaw bû, birayê serokeşîrê Zîbar, Mihemed Zîbarî, Ehmed Zîbarî, berpirsê herêma Behdînên û yek ji axayên bajarê Amêdiyê Esed Hoşbî di sala 1966’an, ji ber ku kurê wî Siqî tev li koma Celal Talabanî bû, di heman salê de ji rûspiyên eşîra Doskî, Tilîlî Kurdî Doskî qetil kir.

Dayika gerîla Orhan ê ji aliyê PDK’ê ve hat şehîdxistin, Celîla Ebdî diyar kir ku kiryar û xiyaneta PDK’ê sînor derbas kirin.

Orhan bi nasnav Reşîd Hesen ji bajarê Qamişloyê ye, sala 1978’an ji dayik bûye û di malbateke welatparêz de ku ji 8 bira û 3 xwişkan pêk tê de, mezin dibe.

Orhan fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike û bi Rêbertî re dicive. Di sala 1992’yan de tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe da ku bibe xwedî roleke dîrokî di nava şoreşê û doza kurdî de.

Orhan piştî ku diçe çiyayên Kurdistanê perwerdeyên leşkerî dibîne û di salên 1993-1994’an li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker şer dike.

Di kemîna PDK’ê de bi 8 hevalên xwe re şehîd dikeve

Destpêka 1996’an têkoşer Orhan ji bo meşandina têkoşîna şoreşgerî li başûrê Kurdistanê, bi taybet li Hewlêr û Silêmanî hat erkdarkirin û bû şahidê komkujiya hovane ya ku PDK’ê di 6’ê Gulana 1997’an de li nexweşxaneya Hewlêrê li dijî birîndarên Tevgera Rizgariya Kurdistanê pêk anîbû.

Destpêka Cotmeha 1998’an, fermandariya Tevgera Rizgariya Kurdistanî wî ji têkoşîna leşkerî li herêma Kawaşê ya eyaleta Garzanê hate erkdarkirin. Dema ku ji bo pêkanîna peywira xwe diçe herêmê, hêzên PDK’ê kemînek jî wî û hevalaên pê re danîn. Orhan û 8 hevalên xwe piştî berxwedaneke li hemberî xiyanetê di encama wê kemîn de tev li kerwanên şehîdan bûn.

Lanet li vê xiyanetê bê

Dayika şehîd Orhan, Celîla Ebdî bal kişand ser xeta xiyanetê ya PDK’ê û wiha got: “Lanet li vê xiyanetê bê, me digot em xwişk û bira ne lê ev partî ji kurditiya xwe re bû sixûr û dest bi ajantiya xwe bi dijmin û dagirkeran re kir.”

Dayika şehîd diyar kir ku gelê kurd xayînan qebûl nake û ev tişt anî ziman: “Em xayînan qebûl nakin û em wan efû nakin, ji ber ku xizmeta dijmin dikin û wê dawiya xayînan bi destê dijmin be. Yên ku xayintiyê li gelê xwe bike dijmin jî wan qebûl nake. Ma kîjan welat qebûl dike ku xayîntiyê li zarokên xwe bike!”

Celîla Ebdî anî ziman ku xiyaneta PDK’ê û kiryarên wê gihiştiye lûtkeyê û got ku Erdogan dijminê yekemîn ê gelê kurd e û Barzanî pê re di nava pêşbirkê de ye.

Dijmin nabe dost!

Dayika şehîd Orhan bal kişand ser kemîna ku hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê ji komeke gerîlayên ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê li ber xwe didin, danîbûn û da zanîn ku bûyera li herêma Xelîfanê rû daye kiryareke derexlaqî ye û dûrî wijdanan e.

Her wiha îşaret bi sedema fermana li dijî êzidiyên Şengalê ya sala 2014’an û êrîşên vê demê yên li ser Mexmûrê kir û diyar kir ku sedem îxaneta PDK’ê ye.

Her wiha dayika şehîd Orhan, wiha bang li Mesûd Barzanî kir: “Dev ji xeta xiyanetê berde, dijmin nabe dost.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar