Navenda Nûçeyan |
Parlamentoya Katalonyayê di salvegera rizgarkirina Reqayê ku wek paytexta DAIŞ’ê bû de bi awayekî fermî bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas kir.
111 parlamenteran dengê erê dan û 18 parlamenteran jî dengê ‘Na’ dan.
Parlamentoya Katalonyayê bû yekem parlamentoya ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bike.