Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Yekitiya Ewropayê Tirkiyeyê weke ‘Hêzek Dagirker’ binav kir

Komîsyona Yekitiya Ewrupayê di rapora xwe ya salane de cara yekem dewleta tirk li Sûriyeyê weke ‘hêzek dagirker’ binav kir

Navenda Nûçeyan

Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE), Rapora Pêşvebirina Tirkiyeyê di 20 ‘ê cotmehê de aşkera kir. Di rapora salane ya Komîsyona Yekitiya Ewropayê ya li ser welatan de, Tirkiye cara yekem li Sûriyeyê weke ‘hêzeke dagirker’ hat pênasekirin. Di raporê de ku rexneyên giran li Tirkiyeyê hatin kirin û hat diyarkirin ku polîtîkaya derve ya dawî ya Tirkiyeyê ne li gorî pêşîlêgirtinên ewlehî û polîtîkaya derve ya Yekitiya Ewropayê ye.

YE’yê di raporê de ragihand ku armanca Tirkiyeyê ya ‘Sûriyeyeke biîstiqrar û dewlemend’ jî ji hêla YE’yê ve hatiye parvekirin û wiha got: “Tirkiye beranberî vê yekê hemleya xwe ya leşkerî ya li bakurê Sûriyeyê bi beşdarbûna milîsên ku piştgiriya wê dikin, didomîne. Tirkiye her wiha torên xwe yên binesaziyê li bakurê Sûriyeyê zêde kirin û pêşkeşkirina xizmetên bingehîn zêde kir.”

YE’yê di raporê de diyar kir ku rewşa mafên mirovan a li herêmên di bin kontrola leşkerên tirk û hêzên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve, hê jî cihê fikaran e û wiha domand: “Rayedarên tirk piştgiriya çalakiyên ku ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve ji bo vegerandina aramiyê û avakirina avahiyên îdarî li ser erdê pêk tên, kirin. Tevî hemû hewldanan jî divê Tirkiye weke hêzeke dagirker bala xwe bide ser pirsgirêka mafên mirovan.”

Balkêş e ku di rapora her sal tê weşandin de ji bo Tirkiyeya li Sûriyeyê ye pênasekirina “hêzeke dagirker” ku beriya niha nehatibû gotin, hat kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar