Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kiryarên PDK’ê asta xiyanetê jî derbas kir

Çalakiya konvedanê li dergehê Sêmalkayê 18 roj in dewam dike. Yekitiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî çalakiyê bûn û diyar kirin ku kiryarên PDK’ê asta xiyanetê jî derbas kiriye

Vê sibê endamên Yekitiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe da dergehê Sêmalkayê da ku tev li çalakiya konvedanê bibin. Di 4’ê cotmehê de Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî çalakiya konvedanê li dergehê Sêmalkayê li dar xist.

Bi dehan bijîşk û dermanfiroş û endamên navendên Tenduristiyê li qada dergehê kom bûn û berê xwe da dergehê Fîş Xabûr.

Li dergehê Yekitiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Hevserokê Yekitiya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr.Ednan Hiso daxuyanî xwend û wiha got: “Bi saya fedekariyên şehîdan, berxwedana hêzên leşkerî, YPG, YPJ û HPG’ê herêm di pêvajoyeke hesas û çarenûsî re derbas dibe û gelê herêmê dê li hemberî dijmin û xayînan berxwedana xwe berdewam bikin.”

Projeya demokratîk siyasetên înkarkirinê yên dewleta tirk têk birin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku projeya demokratîk a li herêmê hemû siyasetên înkarkirinê yên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê têk birin û ev proje ji bo hemû welatiyên Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku li gel şert û mercên hesas ên herêm tê re derbas dibe, hinek partiyên kurdî bi taybet malbata Barzanî li şûna dewleta tirk şerê destkeftiyên gelê kurd dikin û hat diyarkirin ku lewre kiryarên malbata Barzanî asta xiyanetê jî derbas kiriye.

Xwepêşandêran di daxuyaniya xwe de Pêşmergeyên Dêrîn ên bi pey siyasetên şerê navxweyî neketin, her wiha hemû gerîlayên azadiyê û dîlgirtiyên azadiyê, silav kirin.

Tê payîn ku sibe şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Yekitiya Mamosteyan a herêma Cizîrê serdana konê çalakiyê bikin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar